1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Nisêbîn Rabû Şahiyê
Nisêbîn Rabû Şahiyê,nisêbîn,rabû,şahiyê

Nisêbîn Rabû Şahiyê

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Şaredariya Nisêbînê ku meha Nîsanê wekî meha çandê îlan kir, bi slogana "Rengê Nisêbînê diherikin Nîsanê" starta du rojan a şahiyên nîsanê da. Şaredariya Nisêbînê bi meşa heta Navenda Çandê ya Mîtanî starta şahiya çalakiyên Nîsanê da. Di startê de pankartên bi zimanê erebî, kurdî, tirkî û suryanî hatin vekirin.

Şaredariya Nisêbînê ya BDP'î bi slogana "Rengê Nisêbînê diherikin Nîsanê" ku 2 rojan dê şahiyên nîsanê pêk bîne, bi meşekê start da. Meşê ji ber Şaredariya Nisêbînê dest pê kir û heta Navenda Çandî ya Mitanî berdewam kir.

Beriya meşê Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan anî zimên ku ew bi vê şahiyê dixwazin rengê gelê Nisêbînê pêşkêş bikin. Piştî axaftinê Komên zarokan ên Navenda Çanda Mîtanî ku ji zarokên taxên Kişla, Turan Firat, Bariş û Yeşîlkentê pêk tên, bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî meşê bûn û reng dan meşê. Her wiha xebatkarên Navenda Çanda Dîcle Firatê û endamên meclîsa şaredariyê jî amade bûn.

Di meşê de koma folklorê ya Mêrdînê pankartên erebî, kurdî, tirkî û suryanî ku li ser "Rengê Nisêbînê diherikin Nîsanê" nivîsandibûn vekirin. Komê bê navber dirûşmeyên "Azadî", "Bijî serok Apo" berz kir. Piştî ku polîsan anons kir û got 'Hûn sloganên dijzagonî berz dikin' komê jî dirûşmeya "Êrîş me bêzar nakin" berz kir. Kom piştî heta Navenda Çanda Mîtanî meşiya, "Konê Çareseriya Demokratîk" a Parka Yuzuncu Yilê ziyaret kir. Di kon de Koma folklorê ya Navenda Çanda Mîtanî lîstika herêma Mêrdîn lîstin. Pişt re koma şano ya Navenda Çanda Dîcleyê lîstika "Evîna Gul û Masî" lîstin. Şahî bi guhdariya muzîkê bi dawî bû.

(mae)


Bêjeyên Miftehî