1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nisêbînî: Dewlet ji bo qetilkirinê tê, ciwan me diparêzin
Nisêbînî: Dewlet ji bo qetilkirinê tê, ciwan me diparêzin,nisêbînî,dewlet,ji,bo,qetilkirinê,tê,ciwan,me,diparêzin

Nisêbînî: Dewlet ji bo qetilkirinê tê, ciwan me diparêzin

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) – Welatiyên Nisêbînê yên berxwedêr li hember nûçeyên çapemeniya tirk û gotinên rayedarên hikûmet û dewletê yên wek “Hêzên me welatiyan rizgar dikin û alîkariyê didin wan” bertek nîşan dan. Welatiyên Nisêbînê destnîşan kir hêzên dewletê ne ji bo parastin, alîkarî û rizgarkirinê tên Kurdîstanê, ji bo qetilkirina pitik, zarok, jin û kalan tên. Welatiyan derbirî ku tekane hêza azadiyê ciwan in.

Li Kurdîstanê piştî îlankirina rêveberiyên xweser, dewleta AKP’ê dest bi êrîşên tevkujiyê kir. Dewleta AKP’ê ku bi êrîşan sînor nema, di demên dawî de jî polîtîkaya “bêmirovkirin û koçberiyê” xistin dewrê û dixwaze gelê kurd ji ser axa wan koçber bike. Çapemeniya tetik kêş ango ya şerxwaz li gorî polîtîaya hikûmetê nûçeyên wek “Leşker û polîs ji bo rizgarkirinê û alîkariya gel operasyonan dikin” serwîs dikin û dixwazin îrade û berxwedana gel a li hember êrîşên hêzên dewletê bişkênin.

'Hêzên rizgarkirinê ciwanên kurd in'

Şêniyên Nisêbînê yên berxwedêr jî li hember nûçeyên çapemeniya tetik kêş û gotinên hikûmetê yên têkildarî ku leşker û polîs alîkarî didin gel û wan rizgar dikin, nerazîbûn nîşandan.

Welatiyê bi navê Umran Oguz diyar kir ku ciwanên li pişt barîkatan li ber xwe didin, têkoşîna azadiya gelê kurd didin meşandin û got ku eger hêzek rizgarkirinê hebe ew jî ciwanên gelê kurd in. Oguz destnîşan kir ku çapemeniya tirk qetilkirina hêzên dewletê ji nedîtî ve tê û got ku ligel ku dizanin welatî ji aliyê hêzên dewletê ve tên qetilkirin jî bi awayekî aşkere nûçeyên derew çêdikin. Oguz da zanîn ku avakirina jiyanek azad bi destê dewletê pêk nayê û ancax avakirna jiyana azad û demokratîk bi berxwedanê bê qezençkirin.

‘Me ji kê diparêz in’

Oguz bal kişand ser nûçeyên çapemeniya tirk û gotinên hikûmetê û wiha got: “Kê ji kê xelas û rizgar dikin. Aramiya welatê me ne di destê leşker û polîsan de maye. Me jî kî diparêz in. Ne diyar e ku ev hêzên wan qetilkar ji ku hatine, lê tên dibêjin em ê van deveran paqij bikin. Dema mirov li TV’iyên wan temaşe dike, dixwaze ku televîzyonê di şibakeyê de biavêje. Kerem kin werin di kolanan de rewşê bibinîn û her tiştî zelal bikin.”

‘Ne ji bo parastinê ji bo qetilkirinê tên’

Welatiyê Êzidî Sabrî Ak jî anî ziman ku bi dehan sale bîrdoziya dewletê wek xwe li her tiştî dinêre û da zanîn ku dewlet ev bû 100 sed sale wan dipişivîne. Ak derbirî ku zarok, jin û hemû civak bi êrîşên leşker û artêşa tirk tên qetilkirin û got ku hêzên dewletê ne ji bo parastina gel ji bo qetilkirina gel tên bajarên Kurdîstanê.

‘Pitik û ducaniyan qetil dikin, dibêjin rizgarî’

Dayika bi navê Xensê Bulut jî bilêv kir ku hêzên dewletê ji bo kûşitina wan tên welatê wan û wiha pê de çû: “Dibêjin ku em ê koka kurdan bînin. Ne dewleta tirk, heftê hezar dewletên wek dewleta Tirkiyê bên nikarin me xelas bikin. Kurd tu demê xelas nabin. Erdogan û Davutoglu dibêjin ‘Em ê mal bi mal paqij bikin’ lê ew nikarin me paqij bikin. Heta jin, dayik, jin û zarokên me hebin dewlet nikare me ji ser vê axê xelas bike. Heta dilopa xwîna me ya dawî hebe em ê li hember êrîşan li berxwe bidin. Serkeftin a me ye ne ya hêzên dewletê ye. Pidik, zarok û jinên du canî qetil dike, niha jî dibin hêzên me welatiyan rizgar dikin. Bila hişên xwe bidin serê xwe. Em ne hewceyî rizgariya tu kesî ne.”

(bg/eb)