1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Nivîskaran Xelat Dan Şaredaran
Nivîskaran Xelat Dan Şaredaran,nivîskaran,xelat,dan,şaredaran

Nivîskaran Xelat Dan Şaredaran

A+ A-

Komeleya Nivîskarên Kurd xelat da şaredarên ku li bajarê Amedê şaredariyê dikin.

Ji bo xizmeta wan a ji zimanê kurdî re ku piştgiriya pêşveçûna zimanê kurdî kirine heta niha komeleyê plaket da şaredaran. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr beşdarî merasîma plaketdayînê nebû, li şûna wî hevşaredar Hafîze Îpek beşdar bû. Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kûrbanoglû, şaredara Baglarê Yuksel Baran, şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, wekîlê şaredarê Kayapınarê Mahmût Dag, serokê BDP’a Amedê Nijad (Arda) Yarûk û nûnerên saziyên civakî û gelek nivîskar beşdarî resepsiyonê bûn.

Serokên komeleyê yên kevin Edip Polat, Sedat Yurtdaş, Serkeft Botan, Rêzan Tovjîn, Îrfan Babaoglu û Mehmet Deviren di dêrindêzê de xelat dan destê şaredaran.

Serokê komeleyê Mehmet Devîren li ser navê komeleyê axivî û bixêrhatina mêvanan kir û qala komeleyê û rewşa zimanê kurdî kir.

Wekî tê zanîn Komeleya Nivîskjarên Kurd dê di meha sibatê (reşemî) de kongreya xwe ya asayî pêk bîne.