1. Hemû Nûçe

  2. Wêje

  3. Nivîskarê herî baş yê her demê: Tolstoy
Nivîskarê herî baş yê her demê: Tolstoy,nivîskarê,herî,baş,yê,her,demê,tolstoy

Nivîskarê herî baş yê her demê: Tolstoy

Nivîskaran hilbijart: Nivîskarê herî baş yê her demê Tolstoy e

A+ A-

Anketek ku 125 nivîskarên îngiliz û amerîkanî beşdar bûn hat kirin û li gor vê anketê Tolstoy nivîskarê herî baş hat hilbijartin.

Li gor heman anketê, ´Anna Karenina´ ji bo sedsala 19´an û ´Lolita´ ya Nobakov jî ji bo sedsala 20´î romanên herî baş hatin dîtin.

Nivîskar û xwediya Xelata Polutzer Jeniifer Egan dibêje “Xwendin, xwedîkirina kiryarên balkêş e.” 125 nivîskarên îngiliz û amerîkanî jî, ji vê gotinê bi rê ketin û pirtûkên herî baş yên hemî deman hilbijartin.

Anket, di bin edîtoriya nivîskarê New York Times´ê Peder Zane de, bi navê ‘The Top Ten: Writers Pick Their Favorite Books’ (10´ê herî baş: Nivîskar, pirtûkên xwe yên favorî hildibijêrin) hat amadekirin.

Di nav beşdarên vê anketê de kesên navdar ên mîna romannûsê amerîkî ku ji aliyê kovara Time ve jî mîna ´Romannûsê herî baş´ hatibû hilbijartin Jonathan Franzen, nivîskara pirtûka ´Zarokên Împarator´ Claire Messud û di wêjeya kurteçîrokên hemdemî yên Amerîkayê de navek grîng James Carol Oates jî hene.

Bi giştî ji nav 544 xalên anketê, nivîskarên beşdar her yek, bi puandayina ji 1´î heya 10´î lîsteya xwe amade kir. Ji lîsteya giştî, Tolstoy ji Shakespeare ji sedî 11.6 baştir derket. Helbestvan David Orr derbarê anketê de wiha got: ”Biryardayîna, ya herî baş kîjan e, pir zahmet e. Lewra gotina ´herî baş´ dikare di nav xwe de wateyên cuda bihewîne.” David Orr li gor vê jî, anketê wiha dinirxîne: ”Ya yekem; pirtûka ji bo min ya herî baş, duyem; pirtûka ez wisa bawer im ku ji bo gelek kesan dikare ya herî baş be, bi wateya evînê, tiştek mîna Xuda”.

Hûn dikarin xwe ji vê navnîşanê bigihêjînine lîsteyên nivîskaran 10´ê herî baş: www.toptenbooks.net

Werger: Amîda Kurd