1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Niyeta Erdogan a muzakereyê tuneye"
"Niyeta Erdogan a muzakereyê tuneye",niyeta,erdogan,a,muzakereyê,tuneye

"Niyeta Erdogan a muzakereyê tuneye"

A+ A-

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku di warê çareseriya pirsgirêka kurd de niyeta Serokwezîr a muzakereyê tuneye û Serokwezîr dixwaze bi BDP’ê re li gorî xwe rûne. Demîrtaş, xwest ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hevdîtinên weke bi Îmrali û li Osloyê hatin kirin dest pê kirin.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku di warê çarseriya pirsgirêka kurd de niyeta Serokwezîr a muzakereyê tuneye û ger ku Serokwezîr bixwaze hemû aktorên siyasete kurdan amadene dest bi muzakereyan bikin û wiha got: "Serokwezîr li polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn bi temamî têk çûye. Lewma niha ne niyet, ne jî wêrekiya Erdogan ji bo çareseriyê heye."

Demîrtaş, bertek nîşanê gotinên Serokwezîr Erdogan yên li hemberî BDP’ê jî dan û got ku li gel vê bênezaketiyê, li bendê ne em çi biryarê bigirin. Demîrtaş têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Divê ew biryar bigirin ku wê dawî li asîmilasyon, tunehesibandinê bînin û mafên kurdan radest bikin. Lezimê vê biryarê ew bigirin. Vîna me ya siyasî ji ya hîkûmet bibiryartir e. Esas em nizanin kiye muxatabê me. Gelo cemaete? an hikûmete? Ev ne diyar e.

Demîrtaş, destnîşan kir ku Erdogan ji wan dixwaze îxanet li gel bikin û bibin dijminê PKK’ê û ev tişt lê zêde kir: “Bila qusûrê mêze neke. Hemû kes baş dizane ku hûn dijminiyê li kurdan dikin. Evren jî dijminî dikir lê tu tişt bi dest nexist. Niha jî AKP dixwaze heman şiklî serbikeve. Erdogan nikare bi gefan vê pirsgirêkê çareser bike.”

Hêz gelê kurd

Demîrtaş, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku AKP, BDP’ye ku li gorî berjewendiyên xwe dixwaze û wiha pêde çû: “Dixwazin BDP’yek ku li gorî gotina wan tevbigere hebe. Serokwezîr êrîş li BDP’ê dike û dibêje, ‘Vîna Hevserokan û BDP’ê tuneye’. Ez ji Serokwezîr re dibêjim; Tevgera Azadiya Gelê Kurd hevgirtiye. Tu kes nikare di navbera wan de dijminiyê derxe. Siyaseta me berhema îradeya siyasî ya kollektîf e. Esas vîna we tuneye. Hûn bi fermana cemaetê devdigerin. Ji bilî gotina wan hûn nikarin tiştek bikin.

'Erdogan mirinê pîroz dike'

Demîrtaş di axaftina xwe balkişand ser daxuyaniya Fermandariya Giştî ku girêdayî Serokwezîr peywir dike ya wekî “Qetlîyama Roboskî li gor rêgezê hatiye kirin” û wiha dewam kir: “Ger rêgez ev be diyare ew di mehên bihar û havînê de wê gelek qetliyamên wiha bikin. Serokwezîr ji ber ku 15 gerîllayên jin kuştine leşkeran pîroz dike. Ew kesên jiyana xwe ji dest dane welatiyên vî welatîne. Şuna ku Serokwezîr xemgîniya xwe bîne ziman mirinê pîroz dike. Dema em vê zîhniyetê binirxînin, xuya dibe ku tenê yek plana hikûmetê heye. Ew jî komkujîne. Dîsa Erdogan polîsê ku li Ahmet Turk jî xistî pîroz kiribû. Ew her tim mirinê pîroz dike. Piştre jî dibêje ‘Ev hez tundiyê dikin’ Dixwazin bi ve hişmendiyê sivîl jî be PKK’î jî be qetliyamên xwe bidomînin.”

Bila muzakera bidomin

Demîrtaş destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, divê wekî berê muzakareyên ku li Oslo û li Îmraliyê pêk hatin careke din pêk werin. Demîrtaş wiha pêde çû: “Divê vê carê BDP û mirovên akilmend jî tevlê bin. Hetanî bi hev re rûniştinek çê ne be û neyê axaftin, dê ev pirsgirêk jî çareser nebe. Em ji xwe bawerin, ji ber wê jî bila muzakare bi zindî bên nîşandan. Bila her kes jî bizanbe kê çî ye.” Demîrtaş da zanîn ku divê hikûmet gav bavêje û gavavêtina hikûmetê wiha nirxand: “Pirsgirêka kurd divê qebulkirina stratjiyek nû be. Divê bêje ev jî stratejiya çareseriyê û diyalogê ye." Demîrtaş bal kişand li ser pakêtên teşvîkê yê ji hêla serokwezîr Erdegan ve hatiye aşkerekirin û da zanîn ku ev xwestekên karsazan û pêşesazan berê jî hebûne û diyar ki ku bekî ev beşekê xwestekê wan bi cih bîne. Demîrtaş wiha pêde çû: “Lê mêze kin pakêtên teşvîkê yên ku ji bo herêmê hatine veqetandin, tenê sedî 9 e.”

Pergala Îmraliyê ji holê rakin

Demîrtaş destnîşan kir ku tecrîda li se Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin jî gelekî xetere û ev tişt got: “Divê hikûmet polîtîkayeke ku tu muxatabî ji derveyê vê pêvajoyê bihêle nede ber çavê xwe. Divê êdî sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin. Di Rojhilata Navîn de ew qas pirsgirêk dibin, divê Tirkiye ew qas erzan nêzîkê pirsgirêkên navxuyî nebe. Birêz Ocalan aktorek e, BDP aktorek e û Qandîl jî aktorek e, pirsgirêk tenê bi van akrotan re tê çareserkirin. Di pirsgirêkên ew qas cidî de, divê mirov xwe pey polîtîkayên erzan de vebêşêre.”

Roboskiyê vedişêrin

Demîrtaş rapora serfermadariya giştî ya ku pêşniyarê Komîsyona Mafê Mirovan ya TBMM’ê kiriye jî rexne kir û ev tişt anî zinan: “Komîsyon 23 roje li benda vê raporê ye. Li ser buyerê re 100 roj derbas bû. Piştî rapora 100 rojî, serfermandariya leşerî dixweze ser buyerê bigire. Divê komîsyon û parlamenton di vê mijarê de bi israr be. Li wir êşeke mezin heye, lê ev kesên sucdar tên parastin. Serfermdariya leşkerî ev bi vekirî kir û suc pêk anî. Serokwezîr Erdogan jî vê buyerê dernaxe û sucekî din dike.”

(aw/bd)