1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Nobeta Azadiyê' ya jinên BDPyî
'Nobeta Azadiyê' ya jinên BDPyî,nobeta,azadiyê,ya,jinên,bdpyî

'Nobeta Azadiyê' ya jinên BDPyî

Jinên BDP'î ji bo 'Nobeta Azadiyê' dest bi amadekariyê kirin

A+ A-

Meclîsa Jinan a BDP'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyonên leşkerî û siyasî şermezar bike dê di 13 û 14'ê gulanê de "Nobeta Azadiyê" bigirin. Endamên Meclisa Jinan a BDP'ê ji niha de dest bi amadekariya "Nobeta Azadiyê" ku li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kirin.

Meclîsa jinan a BDP'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyanên siyasî û leşkerî şermezar bikin û dawî li van pêkanînan bên, dê di navbera 13-124'ê gulanê de çalakiya "Nobeta Azadiyê, ji komkujiya siyasî re bes e" pêk bînin. Jin de li Amed û Enqereyê meş û çalakiyê pêk bînin. Jinan, ji bo amadekariyên çalakiyê xebatên xwe zêde kirin. Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Amedê Nurten Naşa, derbarê xebatên "Nobeta Azadiyê" de agahî dan û diyar kir ku tecrîdeke mezin li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û wiha got: "Roj bi roj tecrîda li ser Ocalan girantir dibe. Operasyonên siyasi û leşkeri dijwatir dibin. Ji bo tecrîd, operasyonen siyasî û leşkerî bi dawî bibin û girtî serbest bên berdan em dê nobetê bigirin. Em dixwazin bi vê nobetê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bkin. Ocalan dibin derfetên pir xerab de dimîne. Bi mehan e destûr nadin parêzer biçin hevdîtinê. Eger hikûmet naxaze sebra gelê me xelas bibe dê tecrîda li ser Ocalan rake."

Naşa, anî ziman ku her roj operasyonên leşkerî û siyasî li ser gelê kurd û PKK'ê zêde dibin û wiha berdewam kir: "Di operasyonan de ciwan jiyana xwe ji dest didin. Her roj kezeba dayîkekan dişewite Ji bo em operasyonan rawestînin divê em hemû dayik bibin yek. Em naxwazin dilê dayikên gerila û leşkeran bişewite. Ji bo vê yekê jî divê hemû dayik bibin yek û li hemberî operasyonan rawestin. Ji bo vê em bangawazî li dayîkên leşkeran jî dikin ku ew jî bêjin em şer naxazin. Em naxazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin." Naşa, destnîşan kir ku nobeta wan a azadiyê dê 13 û 14 mehê de li qada Bati Kentê pêk bê. Em dê di 14'ê gulanê de li Qada Îstasyonê bi girseyeke mezin meşekê pêk bînin û nobeta xwe azadiyê bidomînin. Em dê heta roja meşê li tax û kolanan bangaı dayikan a nobeta azadiyê bikin."

Naşa, bilev kir ku hêdî hêdî xebatên nobeta azadiyê bi dawî dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dê heta roja dawî xebatên banga tevlêbûna nobet û meşê bikin. Ên ku azadî û aştiyê jî û en ku şer jî bînin dîsa şer in. Ji ber vêyekê divê êdî jin rola xwe ya aştî û azadiyê bilîzin."

(dm/zk/mae)