1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Nobeta Nûçeyan: Dê hevgirtin bidome
Nobeta Nûçeyan: Dê hevgirtin bidome,nobeta,nûçeyan,dê,hevgirtin,bidome

Nobeta Nûçeyan: Dê hevgirtin bidome

A+ A-

EVRÎM KEPENEK

STENBOL (DÎHA) - Çalakiya Nobeta Nûçeyan a ku du meh berê bi dirûşma "Em li pey rastiyê ne û li gel hempîşeyên xwe ne" destpêkir sibe di danişîna doza nûçegîhana JINHA'yê Bêrîtan Canozer de bi dawî dibe. Koordînasyona Nobeta Nûçeyan diyar kir ku du mehên borî rihê hevgirtinê mezin kiriye û dê bi çalakiyên cûda ev hevgirtin berdewam bike.

Ji vir û du meh berê komeke rojnameger bi dirûşma "Em li pey rastiyê ne û li gel hempîşeyên xwe ne" ji bo piştgirî û hevgirtina rojnamegerên li Kurdistanê ku di nav şer t û mercên giran de xebat dimeşînin, dest bi Çalakiya Nobetê kiribûn û di nav dema borî de ji Tirkiyeyê bi dehan rojnameger hatibûn Kurdistanê. Çalakiya ku du meh in didome dê sibe piştî doza nûçegîhana JINHA'yê Bêrîtan Canozer a li Amedê were dîtin, bi dawî bibe. Koordînayona Çalakiya Nobetê ji bo beşdariya dozê vîdeo amade kirin û her wiha dan zanîn ku dê çalakiya wan bi awayên cûda bidome.

Hevgirtina saziyên çapemeniya azad hate kirin

Çalakiya Nobetê di 2'ê Sibatê de destpê kir û di çarçoveya çalakiyê de di meha yekem de 38 rojnameger hatin Amedê û li gel saziyên çapemeniya azad DÎHA, JINHA, Ozgur Gun Tv û Azadiya Welat nûçe şopandin. Di nav vê demê de ji 100'î zêdetir nûçe nivîsandin û her wiha piştgiriya xwe ya belavkarên rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat jî nîşan dan.

100 rojnameger hatin Kurdistanê

Xebatên li Kurdistanê bi pêşengiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve hate kirin û rojnameger ji bilî Amedê çûn bajarên wek Farqîn, Midyat, Cizîr, Nisêbîn, Qoser û Êlihê jî. Di dawiya meha duyemîn de hejmara rojnamegerên ku ji bo Çalakiya Nobetê hatin Kurdistanê, 100'î derbas kir. Koordînasyona Çalakiya Nobetê dê çalakiya dawî ya du mehan, di doza nûçegîhana JINHA'yê Bêrîtan Canozer a di 29'ê Adarê de li Amedê were dîtin de bikin. Koordînasyon her wiha ji bo beşdariya dozê, vîdeo amade kir û daxwaza serbestana Canozer kir. Koordînasyon her wiha diyar kir ku dê çalakiya wan bi awayên cûda di rojên pêş de jî bidome.

Polat: Dê hevgirtin bidome

Ji Koordînasyona Çalakiya Nobetan Gerînendeyê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat anî ziman ku hevgirtina ku diviya di nav rojnamegeran de pêş bikeve bi riya Nobeta Nûçeyan pêk hatiye û diyar kir ku dê ev rihê hevgirtinê bi çalakiyên cûda bidome.

Tekerek: Em nikarin bêdeng bimînin

Rojnameger Tugba Tekerek jî balê kişand ser pêdiviya hevgirtina rojnamegeran û da zanîn ku dê ji bo berdewamkirina vê çalakiyê hewldanên wan bidome û wiha axivî: "Li cihekî ku çek deynin serê hempîşeyê me , em nikarin bêdeng bimînin."

Işik: Herkes tiştek fêr bû

Rojnameger Fehîm Işik jî got ku ji çalakiya Nobeta Nûçeyan herkes tiştekî fêr bûye û wiha berdewam kir: "Di hevalên me yên ku tevlî çalakiyê bûne de guherîn çêbûn. Di nêrîna wan a der barê geşedanên Kurdistanê de guherîn çêbû. Ji ber ku rastiyê di cih de dîtin, ev pir bandor li ser wan kir."

Bîçîcî: Ji bilî hevgirtinê riya me tune ye

Ji edîtorên 9-8'ê Gokhan Bîçîcî jî destnîşan kir ku çalakiya Nobeta Nûçeyan gihiştiye astekî û divê bi rêbazên nû nobetên hevgirtinê bidomin û wiha pê de çû: "Di destên me de çek, tank û top tune ne. Di destên me de tenê nûçe, kamera û wênekêşên me hene. Ji bilî hevgirtinê jî tu riya me tune ye."

(sy)