1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. " Nusra, DAIŞ û Ehrar yek in"
" Nusra, DAIŞ û Ehrar yek in",nusra,daiş,û,ehrar,yek,in

" Nusra, DAIŞ û Ehrar yek in"

Şervanên Ceyş El-Sûwar: Nusra, DAIŞ û Ehrar yek in

A+ A-

ERDOGAN ALTAN

HELEB (DÎHA) - Şervanên Ceyş El Suwar diyar kirin ku, çeteyên El Nusra, Ehrar El Şam û DAIŞ'ê yên ku bermahî û berewema çeteyên Iraq û Sûriyeyê ne Tirkiye piştgiriyê dide van çeteyan û ev tişt anîn ziman: "Armanca van hemûyan yek e. Belgeyê ku Tirkiyeyê alîkariyê dide wan dike di destên me de ye. Çeteyên selefî-cîhadî seriyan jêdikin, zilmê li gel dikin û bi rejîmê re şer nakin."

El Qaîdeya Iraqê ku li Sûriyeyê pêk anînin û wek çeteyên DAIŞ, El Nusra û Ehrar El Şam'ê bi heman armancê tevdigerin û bi taybetî li Heleb, Îdlîb û Ezaz'ê xebatên xwe didomîne. Çeteyên selefî-cîhadî ên ku ji Tirkiyeyê, Qatar û Sûûdî Arabîstanê alîkariyê digirin li heremên dagirkirine pêkanînên xweyên ne mirovî didomînin. Van çeteyan bi tevlîbûna gelek çeteyên wek xwe bi heman armancê tevdigerin li ser Heleb û Îdlîbê di nav wan de Artêşa Fetîhê û Odeya Helebê ya ku ji hêla çeteyan hatiye avakirin bi ser Kantona Efrîn û Helebê êrîşên xwe didomînin. Şevanên Ceyş El-Sûwar (Artêşa Şoreşgeran) der barê zilma çeteyan de ji DÎHA'ê ye re axifîn.

'‘Tu ferqa ElNusrayê ji DAIŞ'ê tuneye'

Ehmed Zekîwan ku ji ber pêkanînên hovane ya El Nûsra ji bajaroka El Zawî ya girêdayê Îdlîbê de tevlî Ceyş El Suwar ku di bin banê QSD’ê de ye, zilma çeteyan vegot. Zekîwan, înfaz û komkûjiyên çeteyên El Nûsra’yê wiha vedibêje: “Li Suriyê dest pêkê çalakiyên demokratîk çêbûn, me jî di nava van çalakiyan de cihê xwe girt. Piştre şerê leşkerî dest pê kir, me jî bi Tugaya El Zawî ku me ava kiribû li hemberî rejîmê şer kir. Çeteyên DAIŞ’ê jî ji bo armanca xwe ya kîrêt pêk bîne êrîş kir û xwest bikeve Idlîbê. Me li hemberê wan jî şer kir û me wan ji heremê derxist. Piştî çeteyên El Nûsra ku girêdayên El Qaîdê nehatin, me wê demî hêj jî li hemberî rejîmê şer dikir. El Nûsra li şûna ku li hemberî rejîmê şer bike her tim êrîşî komên 'îslamî' dikir. Ewqas sal di wir de me nedît ku El Nûsra li hemberî rejîmê guleyekî jî biteqîne. Di 2014’an de me li hemberî hêzên rejîmê 4 kîlometre eniyek berfireh vekiribû, me pêşveçûna rejîmê rawestandibû. Lê piştî mehekî El Nûsra û komên çeteyên din ji pişt me ve êrîş kirin. Em jî neçar man wî eniyî berdin û paşde vekişin. Piştre bi ser gundê me de girtin ji me nêzî 300 kes girtin, hemû cureyên îşkenceyê li wan kirin, 4 kes li fabrîqeya betonê ya gund de înfaz kirin, serê gelek kesan jî jê kirin. Piştre nêzî 200 kesî bi halekî perîşan berdan, lê di nava wan de zarok, jin jî heyî revandin, heta niha agahiya ji wan nayê girtin. Piştre jî çeteyan wan kesên serbest berda bûn her carê nîvê şevê davêtin ser malên wan û rûyê xwe digirtin û direvandin. Em nizanin wan dibin kû derê jî. Em jî bi neçarî derbasî Tirkiyê bibin. Em piştî demek li wir man, careke din vegeriyan, ew dem li herêma Şehba û Efrînê Ceyş El Suwar hêj nû hatibû wir, em jî tevlî wan bûn. Dema em di nava Ceyş El Suwar de man me dît ku 'Artêşa Azad' a esasî ew in an jî 'Artêşa Şoreşgerên Azad' a esasî ew in. Me jî biryara di nava vê rêxistinê de bimîn in û bi destura xwedê em ê rejîm û El Qaîdeyan ji Sûriyeyê paqij bikin.

‘Çawa rejîm Raqayê radestî DAIŞ’ê kir Idlibê jî heman awayî radestî El Nûsra kir'

Ehmed Zekîwan, da zanîn ku dema El Nûsra kete bajarokê Cebil El Zawî tenê Şoreşgerên Artêşa Azad di wir de bûn, ne şiî ne jî hêzên rejîmê li wir hebûn û wiha berdewam kir: “Wê demê gelê heremê li hemberî wan derket. Lê ji ber êrîşên wan ên hovane ya gel pir tirsandibûn. Jixwe armanca wan şoreşa gelan hilweşandin bû. Ji wir Artêşa Azad derxistin, armanca jî cihkirina çeteyan bû. El Nûsra piştî ya OSO’yê ji wir şikand, rejîma Baas çawa li Raqayê bê guleyek bê teqandin bajar radestî çeteyên DAIŞ’ê kir, bi heman awayî herêma Idlîbê jî radestî wan kir. Beriya El Nûsra bê herema Idlibê ji sedî 75’ê wî di destê me de bû, lê rejîmê herem radestê wan kir. Hêzên rejîmê xwest ji hemû cîhanê re bide ravekirin ku hêzên şoreşgerên azad ên li heremê weke ‘terorîst’ kesên nebaş bide nîşandan, jixwe bi vê awayî biser ket jî. Yanî DAIŞ û El Nûsra mîna hev in tu ferqa wan ji hev tuneye. Gelê heremê ji ber êrîşên hovane ya El Nusrayê ditirsin nikarin dengê xwe bikin, nexwe ne ku ji wan hez dikin an jî kêfxweş in dengê xwe dernaxin. El Nûsra destpêkê ji bo tirs û xofa xwe belav bike vekirî ser jê dikir, komkujiyan pêk tanî, lê niha ji bo polîtîkayên kesên serdest vala dernexin, pêkûtî li ser wan bê rakirin bi dizî ser jê dikin. Ser jê kirin di baweriya wan de, exleqê wan de heye.”

‘Emirên El Nûsra û DAIŞ’ê ya li heremê yek bûn’

Zekîwan, balkişand firqa navbêra çeteyên DAIŞ û El Nûsrayê û ev tişt gotin: “Dema DAIŞ li bajaroka Cebil Zawî de bû emîrê wan û yê El Nûsra yek bûn. Ev emîr dema DAIŞ ji heremê derket dewrê El Nûsra kirin, tevlî bûn û hêj jî di wir de dimîn in. Niha cihê kun çeteyên DAIŞ’ê nikarin dagir bikin El Nûsra êrîş dike û bi rêbazên xwe yên hovane bidest digire. El Nûsra tu car li hemberê hêzên rejîmê şer nekir. Qaşo destpêkê dema hate heremê li ser navê ‘Rizgarkirina gel’ hatibûn, lê bi rêbazên xwe yên hovane ya gel qetil dike û ya gel bêzar kiriye. Li ser navê Artêşa Suriyeya Azad ji El Nûsrayê re alîkariya lojîstîk û cebilxane dihat. Li ser vê yekê jî ragihandinên wek e Orîent û yên din wek e ev alîkariya cebilxane ji Artêşa Suriya Azad re tê diweşand lê hemû ji El Nûsra re diçû.”

'Ehrar El Şam û El Nûsra çeteyên ku seriyan jêdikin in'

Ebû Ehmed ê ku hêj jî li Idlibê dijî û di dema çeteyên Ehrar El Şam û El Nûsra ku di bin banê Odeya Operasyonên Fetîh de gihiştibûn hev vîdeoyekî serê kurê wî Ehmed jê dikin ji me re şand, diyar kir ku derbarê El Nusra, Ehrar El Şam û çeteyên din de jî wiha got: "Ez derheqê wan de dikarim tenê vê bibêjim; ew pir hovin ku serê mirovan jê dikin. Hûn tenê li vê yekê binêrin hûnê fam bikin ew çi çetene, ne hewcêye ez tişteke din bibêjim."

'Der barê hevkariya DAIŞ, Ehrar El Şam, El Nusra û Tirkiyeyê de di destê me de belge hene'

Botan Turkmenli ku bi eslê xwe ji tirkmenên bajarê Minbicê ye û ji ber pêkanînên hovane ya çeteyan tevlî Ceyş El Suwar bûye, da zanîn ku di serî de çeteyên wek e Ehrar El Şam, El Nûsra, DAIŞ ên li herema Heleb û Şehbayê ne tu firqa xwe ji hev tune ne. Turkmenlî, destnîşan kir ku ev hemû komên çeteyan ji feraseta selefî yên ku kesên ne ji wan wek e 'kafir' dihesibînin û di komkujiyê de derbas dikin de ne. Turkmenlî, anî ziman ku ev komên çete alîkariyên lojîstîk, cebilxane heta heta perspektîfan jî ji îstixbarata tirk distînin û derbirî ku ji ber vê yekê ye rayedarên Tirkiyeyê dibêjin 'wirdetirê Firatê xeta me ya sor e' û li ser vê yekê êrîşan pêk tînin. Botan, diyar kir ku ev komên çete ji bo hebûna xwe ya li heremê berdewam bikin ger di nava xwe de bin ger jî hêzên din bin her tim ji xwe re dijminan çêdikin û ev tişt gotin: "Ev der herêma me ye, em zarokên vê heremî ne. Em xeta wan ên sor mor jî nas nakin, kes nikare li ser axa me jî xeta sor diyar bike. Tirkiye li hemberîme hemû cure alîkarî bi komên çeteyan re dike û êrîşê ser me dikin. Der barê têkilî û alîkariya Tirkiyeyê û MÎT'ê ya bi El Nusra, Ehrar El Şam, DAIŞ be hin komên çeteyên re dike, her wiha dan û standina petrolê de jî di destê me de belge hene. Bi kurtasî tu firqa xwe van çeteyan ji hev tune ye."

'Ehrar El Şam jî El Nusra jî li hemberî me şer dikin'

Ji fermandarên Ceyş El Suwar Ebû Hecî jî, diyar kir ku çeteyên El Nusra destpêkê dema hat heremê xwe weke "em ê gel biparêzin û li hemberî hêzên rejîmê şer bikin" dan nîşandan lê karê yekemîn înkarkirina gel û qetilkirina gel pêk anî û li hemberî hêzên din şer da destpê kirin. Ebû Hecî, bilêv kir ku hemû çeteyên li heremê di serî de DAIŞ, El Nusra û Ehrar El Şam tu ferqa xwe ji hev tune ne û wiha got: "Hemû komên çete li ser yek armancê ne lê hinek rêbazên cuda li hemberî gel û hêzên din ên li heremê şer dikin. Hin caran El Nûsra ji bo xwe pak nîşan bide DAIŞ'ê bi bêexleqî sûcdar dike lê di vê hêlî de her du komên çete jî bi rastî jî pêkanînên bêexleqî dikin. Tirkiye jî bi destê van naxwaze li Suriyê şer bi dawî bibe. Hem armanca xwe ya Osmaniyê heremê belav bike û hem jî ya komên çeteyan li heremê wek e qoz di destê xwe de bihêle. Ez çima vê yekê dibêjim ji ber ku gelek belgeyên ku dema me gundan rizgar kir de têkiliya Tirkiyeyê û komên çeteyan bi hev re heye, ketin destê me."

(sa)


Bêjeyên Miftehî