1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Nêrîna Salih Muslim ji bo hevdîtinên Cinêvê
Nêrîna Salih Muslim ji bo hevdîtinên Cinêvê,nêrîna,salih,muslim,ji,bo,hevdîtinên,cinêvê

Nêrîna Salih Muslim ji bo hevdîtinên Cinêvê

A+ A-

ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku divê êdî hevdîtinên Cinêv-3 wekî berê dom nekin û guhertinek pêk were. Mislim, got ger ku nûnerên tevlî hevdîtinan neyên kirin, ew jî ne mecbûrin biryarên ku tên girtin, bicîh bînin.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derbarê hevdîtinên ku di çarçoveya Cinêv-3 de têne lidarxistin de ji ANHA’yê re axivî.

‘Hevdîtin bi rengê berê nikarin bêne domandin’

Têkildarî nirxandinên wekî, “Wê di merheleya nû ya hevdîtinan de nûnerên Rojava jî beşdar bibin” Salih Muslim, da zanîn ku ji bo beşdariya hevdîtinan heta niha ji wan re tu vexwendname nehatine. Muslim destnîşan kir ku ew li benda guhertinên cidî û mezin in ku di merheleya nû ya hevdîtinan de çêbibin. Muslim bal kişand ku hemû aliyên li ser hevdîtian disekinin gihiştine wê encamê ku divê êdî hevdîtin di rewşa xwe ya berê de dewam nekin.

Muslim anî ziman ku ew baş dizanin di civînan de û li derve çi nîqaş têne kirin û wiha dom kir: “Dema Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Stefan De Mistora belgeya ku ji 12 xalan pêk tê dixwed, got ku ev yek li ser kesî nayê ferizkirin. Ew belge ne fermiye, lê belê tenê ramanên xwe û encamên beşa yekem a civînê tê de rêz kirine. Hemû xalên di belgeyê de xalên sereke ne û ne zehmet e li ser erdê pêk werin.

‘Em hêvî dikin ku encamek baştir derkeve’

Hevserokê PYD’ê ew jî ji bo avakirina Suriyeke demorkatîk û ne navendî têdikoşin, lê ev yek di belgeyê de nehatine destnîşankirin û wiha pê de çû: “Ev tiştekî normal e, ji ber ku tiştên hatine rêzkirin zihniyeta kesayetên di hevdîtinan de cîh digirin ên wekî Esed Zubî, Mihemed Elûş û Beşar El-Ceferî ne. Ev hemû xwediyên zihniyeta Baas in, ji ber wê ez bawer nakim hevdîtin bi heman astê de bimeşin. Heger wekî berê meşiyan wê bêencam bibe. Em jî hêvî dikin ku guhertin bêne çêkirin da ku rewşek baştir derkeve holê.”

Muslim, anî ziman guhertina ku divê beriya hevdîtinên beşa duyemîn bê kirin, êdî bûye pêwîstiyek û got: “Eger nûnerên Rojava tevlî hevdîtinan nebin, çi biryar bê girtin em ne mecbur in pêk bînin.”

Merheleya duyemîn a hevdîtinên Cinêv-3 dê di meha Nîsanê de destpê bikin.

(dc/a)

ANHA