1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nîvê şaredariyên DBP’î hatin desteserkirin
Nîvê şaredariyên DBP’î hatin desteserkirin,nîvê,şaredariyên,dbp,î,hatin,desteserkirin

Nîvê şaredariyên DBP’î hatin desteserkirin

Rejîma Qesrê ya ku bi hinceta Rewşa Awarte berê xwe da şaredariyên DBP’î, ji 103 şaredariyên DBP’î, 36 yekser, 15 jî bi rêka neyekser bi qeyûm tayîn kirin

A+ A-

AMED - ANF Ev şaredarî li gel wezîfeyên xwe yên eslî, gelek proje û sepanîn jî xistibûn meriyetê.

Şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku di hilbijartinên xwecihên Adara 2014’an de bi dest anîn, yek bi yek bi lîstoka hikûmetê ya qeyûman ve tên xespkirin. Di hilbijartinan de ku bi dirûşmeya “Bi xwerêveberiyê ber bi nasnameya azad” encam da, DBP’ê li Kurdistanê AKP’e tenê di tabelayan de hişt. Pêvajoya ku destpêkê 11’ê Îlonê li 24 şaredariyên DBP’î qeyûm hatin bicihkirin, heta niha xwe gihand 36 şaredariyên DBP’î. Tevahî rayeyên 15 şaredariyan jî bi temamî hatiye girtin, dewrî qeymeqaman hatiye kirin, qeyûmê emelî ketiye meriyetê. Hevşaredarên 47 şaredariyan hatine girtin. Niha Hevşaredarê Xelfetiyê ya Rihayê Mûstafa Bayram, Hevşaredara Geverê Adîle Kozay, Hevşaredarên Çelê Hîlal Dûman û Servet Tûnç û hevşaredarên Şemzînanê Nahîde Yildiz û Seferî Yilmaz hê binçavkirî ne.

ŞAREDARIYÊN JI HÊLA QEYÛMAN HATINE DESTESERKIRIN

36 şaredarî yên ku qeyûm hatine tayînkirin û rêjeyên dengên wan ên di hilbijartinên dawî yên xwecih de bi dest anîne, wiha ne;

Êlih (Ji sedî 55.89), Colemêrg (Ji sedî 66.83), Giyadîn (Ji sedî 48.43), Qubîn (Ji sedî 50.45), Kercews (Ji sedî 52.43), Farqîn (Ji sedî 69.55), Sûr (Ji sedî 54.41), Xinûs (Ji sedî 39.08), Tozan (Ji sedî 51.67), Kerboran (Ji sedî 60.16), Dêrik (Ji sedî 64.4), Şemrex (Ji sedî 61.71), Nisêbîn (Ji sedî 78.78), Kop (Ji sedî 45.84), Dihê (Ji sedî 52.37), Pirsûs (Ji sedî 52.58), Cizîr (Ji sedî 81.61), Silopiya (Ji sedî 78.19), Hezex (Ji sedî 78.9), Artemêt (Ji sedî 50.91), Erdîş (Ji sedî 49.43), Îpekyolû (Ji sedî 48.32), Qelqelî (Ji sedî), Îkîkopru (56.22), Hoşhaber (Ji sedî 61.75), Hênê (Ji sedî 45.8), Bajarê Mezin a Amedê (Ji sedî 55.32), Şirnex (Ji sedî 60.91), Gimgim (Ji sedî 63.40), Ovakişla (Ji sedî 35.12), Sêrt (Ji sedî 49.4), Bajarê Mezin a Mêrdînê (Ji sedî 52.2), Bajarê Mezin a Wanê (Ji sedî 53.1), Dersîm (Ji sedî 42.4), Bedlîs (Ji sedî 43.9), Melazgir (Ji sedî 39.3)

ŞAREDARIYÊN KU BI AWAYEKÎ EMELÎ QEYÛM HATINE TAYÎNKIRIN

Ji bilî xespa qeyûman, gelek şaredarî jî bi awayekî pratîkî hatine desteserkirin. Walîtiyên ku Rewşa Awarte kirin hincet, her cure mal, xizmet, karên sazkirin û îhaleyên têkîldarî vê, ji bo kar bicihkirina kesan ji qeymeqamtiyê re hişt. Di vê çarçoveyê de rayeyên 15 şaredariyên DBP’î dewrî qeymeqaman hatin kirin. Ev şaredarî wiha ne: Wêranşar, Heweng, Gever, Bismil, Çinar, Pîran, Egîl, Erxenî, Hezro, Karaz, Pasûr, Licê, Kayapinar, Yenîşehîr û Rezan.

HEVŞAREDARÊN GIRTÎ

Heta îro 50 hevşaredarên DBP’î ji wezîfeyê hatin girtin. 45 hatin girtin, der heqê 7’an jî biryara girtinê hat derxistin. Hevşaredarên Xelfetî, Çelê, Gever û Şemzînanê hê jî binçavkirî ne. Hevşaredarên girtî ev in:

Hevşaredarên di girtîgehê de:

"Bekîr Kaya- Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê

Dîlek Hatîpoglu – Hevşaredara Colemergê

Nurullah Çîftçî – Hevşaredarê Colemergê

Handan Bagci – Hevşaredara Qelqelî ya Wanê

Alî Çam - Hevşaredarê Îdir bajarokê Hoşhaberê

Dîba Keskîn – Hevşaredara Erdîşê

Rahmî Çelîk – Hevşaredarê Kopê

Burhan Kocaman – Hevşaredarê Karakoçan, Elezîzê

Cennet Ayık – Hevşaredara Karakoçan, Elezîzê

Zeynep Şîmlîk – Hevşaredara Kerrboranê

Seyran Argan – Hevşaredara Elkê

Abdurrahman Çağan – Hevşaredarê Erdîşê

Abdulkerîm Erdem – Hevşaredarê Dêrikê

Sabahat Çetînkaya – Hevşaredara Dêrikê

Hazal Aras – Hevşaredara Giyadînê

Kasım Agun – Hevşaredarê Hoşhaber, Îdirê

AygUn Taşkın – Hevşaredarê Erxeniyê

FÎgen Yaşar – Hevşaredara Kopê

NazmÎ Çoşkun – Hevşaredarê Colemergê

Şerafettîn Ozalp – Hevşaredarê Qelqeliyê

Nevîn Oyman – Hevşaredar Hezexê

Tulay Karaca – Hevşaredara Tekmanê, Erzerûm

Abdurahman Zorlu – Hevşaredarê Hênê

Mehmet Muhdî Aslan – Hevşaredarê Hezexê

Zîlan Aldatmaz – Hevşaredar Miksê, Wan

Gultan Kişanak – Hevşaredara Amedê

Firat Anli – Hevşaredarê Amedê

Suna Atabay – Hevşaredara Çaldêranê, Wan

Ahmet Demîr – Hevşaredarê Bajarokê Pirxûsê

Servîn Karakoç – Hevşaredara Bajaroka Pirxûsê

Sabîte Ekîncî – Hevşaredara Gimgimê

Huseyin Guneş – Hevşaredarê Gimgimê

Kadîr Konur – Hevşaredarê Cizîrê

Tuncer Bakırhan – Hevşaredarê Sêrtê

Mehmet Alî Bul – Hevşaredarê Dêrsimê

Nurhayat Altun – Hevşaredara Dêrsimê

Rabîa Takas - Hevşaredara Tilqebin Silopya

Tahir Aytiş – Hevşaredarê Tilqebin, Silopya

Ahmet Turk – Hevşaredarê Mêrdînê

Nevîn Daşdemîr – Hevşaredara Betlîsê

Huseyîn Olan – Hevşaredarê Betlîsê

Bekîr Kaya – Hevşaredarê Wanê

Senayet Ata – Hevşaredara Norşînê

Mehmet Emîn Avras – Hevşardarê Norşînê

Halîs Coşkun – Hevşaredarê Melezgirê

Memnune Soylemez – Hevşarada Melezgirê