1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Nîvê şêrên Afrîkayê wê di 20 salan de tine bibe
Nîvê şêrên Afrîkayê wê di 20 salan de tine bibe,nîvê,şêrên,afrîkayê,wê,di,20,salan,de,tine,bibe

Nîvê şêrên Afrîkayê wê di 20 salan de tine bibe

Di sedsala 20'an de, ji ber nêçirvanî û tinekirina qadên jiyanê, tê texmînkirin ku hejmara şêrên Afrîkayê ji 20 hezarî dakeve 10 hezarî.

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Di sedsala 20'an de, ji ber nêçirvanî û tinekirina qadên jiyanê, tê texmînkirin ku hejmara şêrên Afrîkayê ji 20 hezarî dakeve 10 hezarî.

Li gorî lêkolînek di kovareke zanistiyê ya bi navê Proceedings of the National Academy of Sciences (PNAS) de hat weşandin, di nava 60 salên dawî de hejmara şêrên Afrîkayê ji sedî 90 kêm bû. Yên mayî jî bi xeteriyê re rû bi rû ne. Hejmara şêrên ku tê gotin niha 20 hezar e, tê texmînkirin ku di nava 20 salan de dakeve 10 hezarî.

Li gorî lêkolînên 20 salên dawî yên li ser şêran, hat tespîtkirin ku şêr bi tenê li qadeke ji sedî 25'an derfetê jiyanê dibînin.

Di lêkolînê de hat ragihandin ku hejmara şêran di salên navîn ên sedsala 20'an de bi qasî 200 hezar bû, lê belê niha bi tenê 20 hezar mane. Hat destnîşankirin ku nifşê şêran bi taybetî li Rojava û Herêma Navîn a Afrîkayê li ber tinebûnê ye. Hejmara şêrên li van beşên parzemînê, bi tenê çend sed in.

Di lêkolînê de hat ragihandin ku sedema sereke ya tinebûna nifşê şêran, kêmbûna qadên jiyana xwezayî ya şêran e, ku ev herêm ji bo çandiniyê yan jî çêrandina pez tên bi karanîn. Tê texmînkirin ku beşeke girîng a şêran, dema êrîşî heywanên xwedîkirî dikin ji aliyê mirovan ve hatine kuştin.

Tê gotin ku hin ji şêran jî, ji ber çerm an jî hin dermanên li welatê Asyayê tên hilberîn, hatine kuştine.

Ji rêveberên lêkolînê zanyar û endamê komeleya bi navê Panthera Dr. Phîlîpp Henschel da xuyakirin ku cureyê şêran bi taybetî li welatên Bostwana, Başûrê Afrîka û Namîbya hatine parastin. Henschel diyar kir ku ji bo şêr li nava xwezayê werin parastin pêwîstî hewldaneke cidî û alîkariya fînansî heye. Ji bo vê yekê jî Parka Kruger a li Başûrê Afrîkayê mînak nîşan da.