1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Nûda dibe akademî
Nûda dibe akademî,nûda,dibe,akademî

Nûda dibe akademî

Navenda Piştevaniya Jinan a Nûda ji bo jinan dibe akademî

A+ A-

SERKAN KURT Navenda Piştevaniya Jinan a Nûda ku mehek berê hate vekirin, bi xizmet û xebatên xwe ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin tê. Navend, armanc dike ku di rojên pêş de li taxan semînerên tenduristiyê bide welatiyan.

Navenda Piştevaniya Jinan a Nûda ya Şaredariya Qoserê ku di 3'ê Adarê de li Qoserê bi awayekî fermî vebû û dest bi xizmetê kir, bi kurs û atolyeyên xwe ji bo jinan dibe akademî û navenda perwerdehiyê. Navenda Piştevaniya Jinan Nûda, ji ber xizmeta civakî û çandî rastî eleqeyek mezin tê. Civaknasa Navendê Emine Konak, anî ziman ku xebatên wan ên semîneran didomin û dê di pêşerojê de li taxan xebatên tenduristiyê bimeşînin. Navenda Piştevaniya Jinan Nûda di mehekê de navê xwe li Qoserê belav kir. Navenda Nûda armanc dike ku bi awayekî xurt li ser pirsgirêkên jinan ên tenduristiyê raweste û li ser pirsgirêkên tenduristiyê perwerdehiyê bide. Navend, li aliyekî kursên xwendin û nivîsandinê didin jinan û li aliyê din perwerdehiya kurdî mezinkirina zarokan, derûnî, malbatî, civakî û mijarên cuda jinan dike xwedî zanebûn.

Wekî akademiyê xizmetê dide

Navenda Jinan a Nûda, li gel perwerdehiya civakî, siyasî, çandî, di heman demê de di atolyeyên fesal û dirûnê, kompîtûr, hilberîna baxçe û kulîlkan, erbane, tembûr, gîtar, resîm, şano û gelek mijarên din de jî perwerdehiyê dide. Navenda ku di gelek beşan de kursan û perwerdehiyê dide jinan, ji bo jinên ku zarokên wan hene jî cihekî taybet vekeriye û zarokên wan li salona taybet dilizîn û mijûl dibin. Zarok li aliyekî bi hevre sohbet dikin, li aliyê din resîman xêz dikin. Navenda Nuda ji niha de rastî eleqeyek mezin tê û bûye navenda piştevaniya jinê.

'Ji bo jinan qadên nû hatin vekirin'

Civaknasa Navenda Nûda Emine Konak, anî ziman ku piştî wan navend vekir rastî eleqeyek gelek mezin hatin û wiha got: "Em bi kurs û dersên ku didin armanc dikin ku ji bo jinan bibin bersiv. Li gel ku em sertifîka nadin jî atolyeyên me rastî eleqeylek pir mezin tên. Me li 10 taxan xebat dabû meşandin. Em gihiştin nêzî hezar malbatî. Dewlet li hemberî welatiyan û jinan pir sersar e. Pirsgirêkê malbatan çareser nake. Tenê zilam diçin cafeyan. Ji ber vê yekê me dest bi xebatên qadên civakî ku jin jî karibin lê bidin û bistînin kir. Em dê di qadên civakî, spor, çand û gelek aliyên din ên jiyanê xizmetê bidin. Em dê li gorî daxwazên jinan projeyan pêş bixin. Em niha xebatek anketê dimeşînin. Pişt re em dê xizmeta perwerdehiya tenduristiyê li taxan bimeşînin. Em armanc dikin ku bi saziyên din ên civaki re hevpar kar bikin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî