1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nûneriya Rêveberiya Xweser li Parîsê hat vekirin
Nûneriya Rêveberiya Xweser li Parîsê hat vekirin,nûneriya,rêveberiya,xweser,li,parîsê,hat,vekirin

Nûneriya Rêveberiya Xweser li Parîsê hat vekirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Nûneriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Paytexta Fransa Parîsê hat vekirin.

Şevê din seat di 19.00’an de Nûneriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Paytexta Fransa Parîsê hat vekirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî yên Parîsê û endamên Parlementoya Fransayê tevî endamên meclîsên şaredariyan amade bûn.

Nûnerê PYD’ê li Fransayê Xalid Îsa, girîngiya vekirina nûneriya Rêveberiya Xweser a Rojava li Parîsê wiha nirxand: “Vekirina nûneriya Parîsê gavek sembolî di riya pêşxistina têkiliyên dîplomasî di navbera Rêveberiya Xweseriya Demkratîk a Rojava û Hikumeta Parîsê de. Armanca vekirina vê nûneriyê temsîlkirina berjewendiyên gelê Rojava ye. Ji xwe tê zanîn pêşxistina têkiliyan bi Fransa ku endamek daîm a Konseya Ewlekariyê ye û rolek xwe ya girîng di dosyaya Sûriyeyê de jî heye, xalek girîng e”.

Hêjayî gotinê ye, nûneriya Parîsê nûneriya 4’emîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku piştî Moskow, Berlîn û Stockholm li Ewropayê tê vekirin, e.

(ne)

ANHA