1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nûnertiya PYD’ê ya Swêdê bi merasîmekê hate vekirin
Nûnertiya PYD’ê ya Swêdê bi merasîmekê hate vekirin,nûnertiya,pyd,ê,ya,swêdê,bi,merasîmekê,hate,vekirin

Nûnertiya PYD’ê ya Swêdê bi merasîmekê hate vekirin

PYD’ê nûnertiya xwe ya li Swêdê, li paytext Stockholmê bi tevlîbûna bi sedan Kurdistanî, Swêdî û Tirkiyeyî ve bi merasîmekê vekir

A+ A-

STOCKHOLM - MURAT KUSEYRÎ PYD’ê nûnertiya xwe ya li Swêdê, li paytext Stockholmê bi tevlîbûna bi sedan Kurdistanî, Swêdî û Tirkiyeyî ve bi merasîmekê vekir.

Kurdistanî ji danê sibehê ve li ber avahiya nûnertiya ya li semta Hammarbysjöstad kom bûn, bi def û zirneyê govend gerandin.

Kordeleya vekirinê Hevseroka TEV-DEM’ê Sînem Mûhammed û Serokê Konseya Neteweyî ya Suryanan Bassam Îshak birîn, her wiha Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdûllah, Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omar û Berpirsê Polîtîkaya Derve ya Partiya Havîrdorê Keskan Valter Mûtt amade bûn.

Piştî Nûnerê PYD’ê yê li Swêdê Şiyar Alî beşdarvan silav kir, Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omar axivî, diyar kir ku ev avahî ya tevahî gelan e, tevahî bindestan e.

Piştre Serokê Konseya Neteweyî ya Suryanan Bassam Îshak mafê axaftinê wergirt, ji vekirina nûnertiya PYD’ê serbilindiya xwe anî ziman. Hevseroka TEV-DEM’ê Sînem Mûhammed jî diyar kir ku ji bo rûmeta gelan li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin û got şêwazê rêveberiya Rojava mizgîniya Sûriyeya federal dide.

Berpirsê Polîtîkaya Derve ya Partiya Havîrdorê Keskan û Endamê Komîsyona Têkîliyên Karên Derve yê Parlamentoyê Valter Mûtt got ji ber li paytexta Swêdê Stockholmê nûnerî hatiye vekirin, ev ji bo wan “rûmetek” e.

Piştî vekirinan nûnertiyê, Hevseroka TEV-DEM’ê Sînem Mûhammed, Serokê Konseya Neteweyî ya Suryanan Bassam Îshak, Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdûllah civînek çapemeniyê li dar xistin û pirsên rojnavenan bersivandin.

Nûnerê Rêveberiya Federal ê Kurdistanê yê li Swêdê Shoresh Kadîr Rahem jî di nav beşdarvanan de bû û ji ANF’ê re axivî. Rahem wiha got: “Li Stockholmê vekirina vê nûnertiyê bûyereke dîrokî ye.” Di berdewama axaftinên xwe de Rahem wiha diyar kir: “Em li Rojava pêşketinên mezin dibînin. Rêveberiya Federal a Başûrê Kurdistanê tiştên erênî û neyênî kirin. Rojava ji van bûyeran ezmûnan derxe baş e. Pêwîst e tiştên baş bikin û yên ne baş nekin. Divê Rojava ji bo tevahî Sûriyeyê mînak be. Îro tevahî Kurdên li Swêdê ji ber vekirina buroyê kêfxweş in. Ev ji bo Swêdê jî baş e. Wê demê wê karibin têkîldarî pêşketinên li Rojava yekser xwedî agahî bin.”