1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Nûnerên Tevgera Jinê ya Kurd li Arjantînê tevlî kombûna jinan bûn
Nûnerên Tevgera Jinê ya Kurd li Arjantînê tevlî kombûna jinan bûn,nûnerên,tevgera,jinê,ya,kurd,li,arjantînê,tevlî,kombûna,jinan,bûn

Nûnerên Tevgera Jinê ya Kurd li Arjantînê tevlî kombûna jinan bûn

A+ A-

MAR DEL PLATA - ANF Kombûna jinan ku her sal li bajarekî tê lidarxistin û îsal cara 30. pêk tê, li Mar del Plata hat lidarxistin.

Ji partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, sendîka, rêxistinên femînîst, kooperatîfên jinan û komeleyên jinan 50 hezar jin beşdar bûn. Kampanya "Nî Ûna Menos" (Bila jineke din kêm nebe) mora xwe li 30. Kombûna jinan xist. Bi vê kampanya ku di 3'ê Hezîrana 2015'an de li gelemperiay welêt hat destpêkirin re jinên Arjantînî bang li hikûmetê dikin ku ji bo pêşî li şîdeta li hemberî jinê were anîn, bi berpirsyarî tevbigere.

NÛNERA TEVGERA JINÊN KURD KOMBÛN SILAV KIR

Di kombûnê de Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd û Latîn Amerîkayê jî amade bûn. Di vê kombûnê de li ser têkoşîna jinên Kurd û Şoreşa Jinê ya Rojava, panelek hat lidarxistin. Di roja destpêkê ya kombûnê de peyama KJK'ê hat xwendin. KJK'ê kombûna li Arjantînê silav kir, bal kiaşnd ser gerdûnîbûyînat êkoşîna li Kurdistanê bi taybetî li Rojava tê meşandin û destnîşan kir, ku sîstema bi serdestiya mêr, ancax bi têkoşîneke hevpar dikare ji holê were rakirin.

Di kombûnê de, mirovên di komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, ahtin bîranîn.

Di çarçoveya kombûnê de li ser mijarên jin, hawirdor, globalbûyîn, şîdet, şer, ciwan, çand û civak 60 atolye hatin amadekirin.

Di atolyeyên "Bandora krîza navneteweyî ya li ser jinan" û "Xweparastin û rêbazên têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê" de rêbazên têkoşînê yên tevgear jinên Kurd hatin nrixandin, tecrûbe hatin parvekirin û rastî eleqeyeke mezin hatin.

ŞOREŞA ROJAVA HAT VEGOTIN

Piştî atolyeyan bi mijara "Têkoşîn û Tevgera Jinên Kurd" hat lidarxistin. Di konferansa ku zêdeyî 2000 kes amade bûn de, Nûnertiya Latîn Amerîka, li ser Tevgera Jinên Kurd a li Rojava û têkoşîna jinên Kurd, pêşkêşiyek kir. Di pêşkêşiyê de hat ragihandin ku bi tenê ji sedî 10 ê têkoşîna jinên Kurd li hemberî DAIŞ'ê hatiye meşandin, ji sedî 80 ê vê têkoşînê ji bo afirandina civakeke zayendîparêz û demokratîk, li hemberî zîhniyeta serdest a mêr tê meşandin. Her wiha jiyana û perwerdeya milîtanên jin ên PKK'ê yên zêdeyî 20 sal in li çiyê hewl didin jiyaneke nû biafirînin, hatin vegotin. Vê konferansê gelekî bal kişand. Li qada konferansê pêşangeha ji wêneyên milîtanên PKK, PAJK û yekîneyên YPJ'ê hat nîşandan.

Di roja dawî ya kombûNê de bi beşdariya 60 hezar jinan meşek hat lidarxistin. Di meşê de jinên Arjantînî alên YPJ'ê, wêneyên Arîn Mîrxan û Zeynep Celaliyan hilgirtin.

Beşdariya jinên Kurd a li kombûnê, hem beriya kombûnê hem jî piştî kombûnê rastî eleqeyeke zêde ya çapemeniya Arjantînê hat.