1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nûnerên YNK'ê û tevgêra Goran civiyan
Nûnerên YNK'ê û tevgêra Goran civiyan,nûnerên,ynk,ê,û,tevgêra,goran,civiyan

Nûnerên YNK'ê û tevgêra Goran civiyan

A+ A-

Li bajarê Silêmaniyê nûnerên YNK'ê û Goran bi hevre civînek pêk anîn. Piştî civînê YNK'ê daxuyanî da û anî ziman ku ger hemû alî bêjin erê ew ji hilbijartinek pêş re amade ne.

Piştî li bajarê Silêmaniyê serhildanên gel di 17'ê sibatê de rû dan, li Silênanî, Ranya, Qelediz, Helbet, Seyid Sadik, Derbendixan, Çemcemal, Halepçe û Kelarê çalakî belav bûn û didomin. Hate zanîn ku piştî li Kelarê polîsan bi ser gel de gule berandin di navbera gel û polîsan de pevçûn derket.

Nûnerên YKK'ê û Goran civîyan

Li aliyê din li Silêmaniyê nûnerên YNK'ê û Goran bi boneya rewşa heyî binirxînin, civînek pêk anîn. Di civînê de nûnerê Polît Buro ya YNK'ê û hevsera Celal Talabanî Hero Îbrahim Amed, endamê konseya rêveberiya YNK'ê Mele Bextiyar û Diler Seyit Mecid, li ser navê Tevgera Goran jî Noşirvan Mustafa, Kadîrî Hacî Alî û Osman Hacî Mahmud amade bûn. Civînê nêzî 2 saetan berdewam kir. Pişt re têkildari civînê nunerên YNK'ê daxuyaniya nivîskî da û anî ziman ku ger aliyên din jî bêjin erê ew ji hilbijartina di dama pêş de bê kirin re amade ne.

DÎHA (mae)