1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nûçe TV dest bi weşana xwe dike
Nûçe TV dest bi weşana xwe dike,nûçe,tv,dest,bi,weşana,xwe,dike

Nûçe TV dest bi weşana xwe dike

Yekemîn qenala nûçeyan a kurdan Nûçe TV dest bi weşana xwe dike

A+ A-

Qenaleke din tevlî qenalên televîzyonan a cîhanê bû. Yekemîn qenala nûçeyên kurdan Nûçe TV sibê dest bi weşana xwe dike.

Qenaleke televîzyonê ya Kurdan bi slogana "Dema Rastiyê" 5'ê Adarê roja duşemê ango sibê dest bi weşana xwe dike. Qenaleke din a televîzyona kurdî tevlî cîhana çapemeniya kurd bû. Yekemîn qenala nûçeyên kurdan Nûçe TV. sibê dest bi weşana xwe dike. Nûçe TV bi zaravayên kurmancî, Soranî, Dimilî, Hewremanî û zimanên tirkî û îngîlîzî dê weşanê bike. Nûçe TV. bi ser uyduyê de ew ê bigihîje temaşevanên xwe. Nûçe TV. dê bi şîrketa Danîmarka Mezopotamya Brodcastê weşanê bike.

Di televîzyona ku bi saeta Tirkiyê 08.00 bi saeta Ewropayê jî 07.00''an dê dest bi weşana xwe bike de her saet dê nûçeyên bi zaravayên kurmancî, Soranî, Dimilî, Hewremanî û zimanên tirkî û îngîlîzî dê weşanê bike. Di saet 22:00'an de jî nûçeyên dawiya rojê dê biweşîne.

Di navbera nûçeyan de jî bernameyên nûçe-aktûel dê bên weşandin. Piştî nûçeyên şevê jî dê panel bên lidar xistin. Nûçeyên jinan bi navê Jin dê bên pêşkêşkirin. Nûçeyên cîhanê jî bi kurdî û tirkî bên dayîn.

Rêveberiya Nûçe TV'yê diyar kir ku polîtîkaya wan a weşanê dê teyîsandina rewşa herêmên kurd, Rojhilata Navîn, Ewropa û Cîhanê be. Rêveberiyê anî ziman ku ew armanc dikin ku geşedanên diqewimin beriya her kesî bi temaşevanên xwe re parve bikin.

Frekansên Nûçe TV'yê wiha ne:

EUROBIRD 9A (navê nû EUTELSAT 9A) 9° rojhilat

FREKANS : 11.843 POLARITE : V SYMBOL : 27500

NILESAT (navê nû EUTELSAT 7 WEST A) 7° rojava

FREKANS : 11.354 POLARITE : V SYMBOL : 27500

(ak)