1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Ocalan hefteya borî bi dewletê re hevdîtin pêk anî
Ocalan hefteya borî bi dewletê re hevdîtin pêk anî,ocalan,hefteya,borî,bi,dewletê,re,hevdîtin,pêk,anî

Ocalan hefteya borî bi dewletê re hevdîtin pêk anî

A+ A-

BÛRSA - Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk derbarê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî de agahî da û bersiv da pirsa “Herî dawî rayedarên dewletê kengî bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn” û got; “Hefteya borî.”

Tûglûk derbarê hevdîtinê de got; “ Min ew reşbîn nedît. Lê belê gumanên wî hebûn. Got ‘Divê ji bo bikaribim rolê xwe bileyîzim divê şert û mercên ez têde me bên sererastkirin.”

Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got "Ger ji bo çareseriyê gav neyên avêtin ez dê di meha adarê de xwe paşve bikşînim" çav li hevdîtina Ocalan û Tugluk pêk hat. Tugluk û parêzerên Ocalan Cengiz Çîçek û Mizgîn Irgat, îro hevdîtin bi Ocalan re pêk anîn. ji bo biçûn Îmraliyê serê sibê hatin Navçeya Gemlîkê ya Bursayê. Piştî xebatên li Fermandariya Cendermayan a Gemlîkê Tugluk û parêzer li Lîmana Gemportê bi kostera ayîdî Wezereta Dadê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin. Hat zanîn ku Tugluk û parêzer hevdîtin bi Ocalan re pêk anîn û vegeriyan.

DI MEHA DADARÊ DE DIBE XETIMÎN PÊK WERE

Tûglûk diyar kir ku Ocalan di hevîtinê de got; “Gelo wê di meha Adarê de pêşketin pêvajoyê ber bi aşitiyê ve bibe, yan an jî wê pêvajoya heta meha Hezîranê hatî destnîşankirin bidome, ger pêşketinên girîng pêk neyên dibe di meha Adarê de xetimîn pêk were. Ji min dixwazin kue ez di gerek bê av de melevaniyê bikim. Lê ji bo bikaribim melevanî bikim û role xwe bilîzim, divê gera avê were dagirtin. Ez di vê rewşê de tenê dikarim rola hêsanîkirinê bilîzim."

Tûglûk bersiv da pirsa “Herî dawî rayedarên dewletê kengî bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn” û got; “Hefteya borî.” Herwiha got; “Behsa girtîgeha malê nekir. Lê diyar kir ku di gera bê av de nikare melevanî bike. Ji bo bikaribim rolê xwe bi leyzim divê şert û merc bêne sererastkirin.”

Tûglûk derbarê hevdîtinê de got; “ Min ew reşbîn nedît. Lê belê gumanên wî hebûn. Got ‘zemînê aşitî û çareseriyê heye, lê ev ê çiqas were nirxandin’ di vê çarçoveyê de îşaret bi girîngiya wê kir.”

Tûglûk bersiva hemû pirsên rojnamevanan neda û ew û parêzer ji Gemlikê veqetiyan.