1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ocalan: Hikûmetê pêvajoyê xetimand
Ocalan: Hikûmetê pêvajoyê xetimand,ocalan,hikûmetê,pêvajoyê,xetimand

Ocalan: Hikûmetê pêvajoyê xetimand

A+ A-

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku piştî 7 mehan bi kekê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anî, peyamên girîng da. Hate zanîn ku Ocalan gotiye; “Ne me pêvajoyê xetimand, ji ber helwesta hikûmet hevdîtin qut bûn. Bi qutkirina hevdîtina şantajê dikin, lê em li pişt gotinên xwe bin.”

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehet Ocalan der barê hevdîtina duh ligel Ocalan pêk anî de agahî da ANF’ê û got; “Me piştî 7 mehan karî hevdîtin pêk bînin. Demek dirêj e ku parêzerên wî nikarin hevdîtin pêk bînin. Di wê baweriyê de ye ku evane hemû girêdayî pêvajoyê ne. Daxwaz dike kul i ser cidiyeta rewşê baldar bin. Diyar dike ku ji bo rawestandina vê xwînê tişta ji wî were ew ê bike.”

REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ BAŞ E

Ocalan diyar kir ku rewşa Ocalan di warê tenduristî û psîkolojîk de pir baş e û got; “Li gorî ku min ew dît, rewşa wî baş bû. Jixwe got ku rewşeke lezgîn û pirsgirêkek ewqas mezin tune ye. Hin pirsgirêkên berê gotibû, berdewam dikin. Diyar kir ku ew ji her kesê bi fikartir e. Got ku tişta ku bikeve ser milê wî ew ê bike.”

HEVDÎTIN HATINE QUTKIRIN

Li gorî agahiyên Mehmet Ocalan dane, Ocalan ev peyam dane:

*Di van hemû rewşan de hikûmet li pey rantên siyasî ye. Hevdîtinên ligel me demek dirêj e hatine qutkirin. Helbet evane têkildarê pêvajoyê ne. Hevdîtinên ku bme beriya niha kiribûn, heta cihekî çûn. Lê niha xetimîne. Ez nizanim wê hevdîtin ji nû ve dest pê bikin, an na. Lê ger dest pê bike, ez ê ji bo rawestandina xwînê û mirinan tişta ku ji min tê bikim.

*Min di hevdîtina xwe ya dawî de bi rêya parêzerê xwe ev yek anî ziman. Me bi rayedarên dewlet û hikûmetê re hevdîtin pêk anî. Di van hevdîtinan de ne me, hikûmet û dewletê pêşiya xwe xetimandiye. Ji bo ku ev pêvajo dîsa vebe û xwîn raweste divê hikûmet û dewlet gavan bavêje. Em li benda hewldanen dewletê ne. Her tişt ne di destê me de ye. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek giran e. Me têkoşîna wê dest pê kir, çareseriya wê jî em dê bînin. Divê her kes vê yekê zanibe. Ger ku min, Qendîl û PKK'ê ev pirsgirêk danîbe holê, wê demê em de çareser bikin. Ger ku Çareseriya demokratîk baş hate famkirin dê pirsgirêk çareeser bibe.

*hatî girtin tenê siyasetê dimeşînin. Ev rastiyê venabêje û tene hincetin hatine vegotin. Demildest divê girtî serbest bên berdan. Li ser van tiştek nehatiye girtin û tenê di bin navê KCK'ê de hatine girtin. Ev feydeyê nade. Armanca dewletê PKK'e ye. Lê vî tiştî jîbirdike PKK'ê ne PKK'e ye û daxwaz dikin ku kurdan tunebikin, hesabê wê tê kirin. PKK'ê kurd e. Divê ev tişt wisa bê zanîn. Divê demek kurt de qala aştiyê bê kirin. Heke ev tiş pêk bê dê heya dawiyê piştgiriyê bidin.

*Di demên borî de jî ji bo çareseriyê nêrîn û pêşniyarên me jî hebû. Niha mifte ne di destê me de ye, di destê dewletê de ye. Heke ev bixwazin derî vekin dê hevdîtin bidome. Di pêşerojê de dibe ku gelek guhertin pêk bê. Niha tişta ku em bibêjin nîne. Dibe ku pêşiya pêvajoyê vebe, çareseriyeke demokratîk pê bê. Dibe ku şer bêtir xurt jî bibe û gelek mirov jiyana xwe ji dest bide. Em dixwazin li hemberê wê rawestin lê ev yek alî nabe û divê pêşiya me bê vekirin."

*Ji bo rawestandina hesirên çavên dayîkên gerîla û leşkeran divê êdî hikûmet û dewlet jî bi wêrekî tevbigerin. Ez amade me ku ji bo vê yekê tişta dikeve ser milê min bikim. Nikarin Kurdan bi vê konseptê tune bikin. Bi qasî ku dixwazin bi ser me de tên, çiqas bixwazin jî lê nikarin Kurdan tune bikin. Hevdîtinên ligel me qut kirin û şantaj dikin. Tiştên ku heta niha min di hevdîtinan de gotine, ez li pişt wan gotinên xwe me.

*Ne me pêvajoyê xetimand. Çapemeniya Tirk û hemû qûnciknivîsên rojnameya dibêjin ku em bûne sedema xetimîna hevdîtinan. Lê ne me pêvajoyê xetimand. Divê nivîskar rastî û duristiyan binivîsînin. Tiştên ku niha dinivîsin, tu feydeya wan ji bo aşitiyê tune ye. Ger ji niha û pêve tiştên ku feyde bidin aşitiyê binivîsin ew ê baştir bibe.”

CEZAYÊ HUCREYÊ TUNE YE

*Ez nizanim wê hevdîtinên ligel parêzer û malbatê kengî dest pê bikin. Di çapemeniyê de nivîsandine ku min cezayê hucreyê girtiye, lê ev yek ne rast e. Min tu ceza filan negirtiye. Lê hevdîtin ji ber helwesta hikûmet xetimîne. Ez silav û rêzdariya xwe ji hemû gelê me re dişînin. Bila hêvîdar bin. Wê Kurd bi ser bikevin.”

ANF NEWS AGENCY