1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Ocalan ji bo Tirkiyeyê şansek e´
´Ocalan ji bo Tirkiyeyê şansek e´,ocalan,ji,bo,tirkiyeyê,şansek,e

´Ocalan ji bo Tirkiyeyê şansek e´

Kişanak: Ocalan ji bo Tirkiyeyê şansek e

A+ A-

4'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Komkirina û Danasandina Zeytûnan a ku li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê ji aliyê şaredariyê ve bi slogana "Bi berxwedanê em bi azadiyê ve dimeşin" berdewam dike.

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê 4'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Komkirina û Danasandina Zeytînan berdewam dike. Di çarçoveya mîhrîcanê de şevê din konserek hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Endamê Meclîsa BDP'ê Şehbal Şenyurt, şaredar û gelek rêveberên BDP'ê û hezaran welatî tevlî konserê bûn. Li qada konserê pankrata "Ji Ocalan re azadî tecrîdê rakin, çalakvanên greva birçîbûnê rûmeta me ne" hate daliqandin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Berî konser Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak axaftinek kir û diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo ku li Tirkiyeyê aştiyekî mayînde pêk bê şansek e. Kişanak, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan rêberê gelê kurd e. Em bawer dikin ku em dê bi Ocalan re di demek nêz de li qadan bin. Birêz Ocalan ji bo aştiyê ji bo Tirkiyeyê şansek e. Ji bo jiyanekî bi hev re şansek e." Kişanak, da zanîn ku divê hikûmeta AKP'ê û dewlet çalakiyên greva birçîbûnê li ber çavan bigire û gava bavêje û wiha axivî: "Ji bo aştiyê divê ev şans li ber çava bê girtin."

Piştî axaftinê hûnermendên herêmî derketin ser dikê û girse bi çoş xisitin.

(bd/mae)