1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Ocalan weke Serokê rûmetî hat hilbijartin
Ocalan weke Serokê rûmetî hat hilbijartin,ocalan,weke,serokê,rûmetî,hat,hilbijartin

Ocalan weke Serokê rûmetî hat hilbijartin

A+ A-

BUENOS AIRES 19.02.2014 07:29:40 Li Arjantînê, Tevgera Ciwanan a Che Guevarayî di civîna xwe ya salane ya rêveberiyê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke Serokê rûmetî hilbijart.

Tevgera Ciwanan a Che Guevarayî ku di her civîna xwe ya salane ya rêveberiyê de serokekî rûmetî hildibijêre, îsal Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke Serokê rûmetî hilbijart.

Serokatiya Rûmetî, di salên pêştir de Che Guevara, Fidel Castro, Hugo Chavez û ji pêşengên gerîla Roberto Santucho hat hilbijartin, îsal diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Tevgera Ciwanan a Che Guevarayî ku civîna xwe ya îsal bi awayekî sembolîk di 15-16'ê Sibatê salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de lidar xist, daxuyaniyek ji du rûpelan weşand.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser mijarên ku di aliyê gelên cîhanê de girîng ên weke, dîroka PKK’ê ya bi rêbertiya Ocalan, têkoşîna gerîla ya ku li Kurdistanê pêş ketiye, li Kurdistan û Diasporayê gelê Kurd tekoşîna ku di bin rêbertiya Ocalan de pêş xistiye û Konfederalîzma Demokratîk û Paradîgmaya nû, bi şêweyekî berfireh hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 10 salên bihurî de Rêber Ocalan, li grava Îmraliyê ku kampeke leşkerî ye dihate ragirtin û rastî gelek tundî û polîtikayên tecrîtê hat. Di heman demê de hemû tevgerên demokratîk rastî girtinên zêde, komkujî û serdegirtinan dihatin. Ketin nav tevgerê ku ku hemû demokratîk ên tevgera azadiya Kurd di çarçoveya qanûnên antî teror de xwestin biçewisînin û di roja me de zêdeyî 10 hezar girtî bi van polîtikayan re rû bi rû ne.

Yên ku di bin sîwanê KCK’ê de xwe rêxistin kirine, weke gelê Rojavayê Kurdistanê- Rojava, li çar parçeyên Kurdistanê rêxistinbûyîn Rêber Ocalan weke Rêberê xwe qebûl kirine.

Herêmên otonom ên ku îro li Rojava tên îlan kirin, şervanên YPG’ê li hemberî êrîşên çeteyên emperyalîst yên El Qaîdê û hwd, têkoşîna bi lehengî ku dimeşînin, Rêber Ocalan weke pêşengê xwe yê bingehîn dibînin û tekoşîna xwe dimeşînin.

Di vê tekoşîna şoreşgerî de ku di bin pêşengtiya PKK û KCK’ê de pêşxistine dîsa bi Rêbertiya Rêber Ocalan û bi hewildanên herî mezin ên di mijara azadiya jinê de, li herêmê şoreşek çê bûye. Hemû rêxistinbûn û saziyên ku dibin rêbertiya PKK û KCK’ê de pêşketine, yek jin yek zilam, sîstema hevserokatiyê ya ku hatiye pejirandin ji bo hemû cîhanê mînak diafirîne.

Pêşketinên şoreşgerî yên ku dikare bi gelek mînakan werin ser ziman ên di nava dilê Rojhilata Navîn de û serketinên wan deyndarê Rêber Ocalanin. Rêber Ocalan mordernîteya kapîtalîst a ku dijminê gelên Cîhanê û modelên dewleta kapitalîsta netewperest ku bi pêşxistina fikra Konfederalîzma Demokratîk lêpirsîn dike, ji bo hemû gelên cîhanê mînakên ku bikaribin jê bigirin hildide nava xwe. Tenê ne li Kurdistanê ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn, biratiya Kurdan û pêşniyarên berbiçav ên jiyana wekhev a sosyalîst û bi paradîgmaya xwe ya nû ve Abdullah Ocalan em weke Serokê Rûmetî yê Tevgera Ciwanên Che Guevarayî îlan dikin. Û li ser vî bingehê dibêjîn ku: Bijî Serok Apo! Viva el Presidente Ocalan! Bijî Serok Apo"