1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ok: Siyaseta HDP'ê hêviyê dide civakê
Ok: Siyaseta HDP'ê hêviyê dide civakê,ok,siyaseta,hdp,ê,hêviyê,dide,civakê

Ok: Siyaseta HDP'ê hêviyê dide civakê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bibîr xist ku bi qasî 1.500 kesî serlêdana bernamzetiyê li HDP'ê kirine û destnîşan kir ku ev yek nîşan de ku siyaseta HDP'ê hêviyê dide civakê

A+ A-

Navenda Nûçeyan - Anf Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bibîr xist ku bi qasî 1.500 kesî serlêdana bernamzetiyê li HDP'ê kirine û destnîşan kir ku ev yek nîşan de ku siyaseta HDP'ê hêviyê dide civakê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, ji bernameya Analîz a li Stêrk TV tê weşandin re axivî û girîngiya hilbijartinên 7'ê Hezîranê, xebatên HDP'ê û pîvanên namzetan nirxand.

Ok ragihand ku girîngtirîn hilbijartinên Komara Tirkiyeyê wê di 7'ê Hezîranê de pêk werin û diyar kir ku bi van hilbijartinan re ya AKP wê zexteke giran li Kurdan, bindestan, bawerî û nasnameyên li derveyî sîstemê, jin, ciwan û Elewiyan bike, yan jî wê pêşî li siyaseta demokratîk vebe. Ok got, "Encamên hilbijartinê ji ber vê yekê wê çarenûsa her kesî diyar bike."

Ok da xuyakirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd encamên hilbijartinê di asta diyarkeriyê de girîng in û got, "AKP bi vê dizane. Tevgera Kurd, HDP jî bi vê dizane. Yekane rêya bidawîbûna desthilatdariya AKP'ê, serketina HDP'ê ye. Bilindbûna CHP'ê bi yek du pûanî, bandorê li pêşeroja Tirkiyeyê nake. Wê rê li ber hilweşîna desthilatdariya AKP'ê jî veneke."

'DIVÊ JIN, CIWAN, HEMÛ BINDEST LI DIJÎ AKP'Ê MIL BIDIN HEV'

Ok da zanîn ku divê li dijî AKP'ê jin, ciwan, hemû bindest, karker û kedkar mil bidin hev û anî ziman ku her kesên li hemberî hegemonya AKP'ê disekinin, îro di bin sîwanê HDP'ê de li hev civiyane û ev yekbûyîn wê bi xwe re serketinê bîne."

Ok der barê xebatên namzetiyê û pîvanên namzetiyê de jî got, "Em dixwazin hemû bawerî, çand û nasname azad bibin. Girîng e mirovên di hilbijartinan de bibin namzet, xwedî van wesfan bin, durust bin û karibin xizmetê ji gel re bikin. Gel bi van pîvanan dizane. Divê namzetên werin diyarkirin ji aliyê gel ve bên qebûlkirin û bi kêfxweşî werin pêşwazîkirin. Bi qasî ku em dişopînin komîsyoneke navendî hatiye avakirin û di mijara namzetan de lêkolînan dike. Û bawerim ev kar gihaştiye qonaxekê."

'1500 BERNAMZETAN SERLÊDAN KIRINE'

Ok bibîr xist ku bi qasî 1500 kesî serlêdana bernamzetiyê li HDP'ê kirine û ev yek nîşan dide ku siyaseta HDP'ê hêviyê dide civakê. Ok der barê ya ji niha û pê ve bê kirin de got, "Divê namzetên ku hêviyên gel karibin bicih bînin, bi awayekî rêxistinî bixebitin û berjewendiyên gel esas bigirin, werin diyarkirin. Ez bawerim ku wê biryarên herî rast werin dayîn. Gel niha li benda rewşeke bi vî rengî ye. Ji xwe wê hejmareke diyar a namzetan bê destnîşankirin. Yên ku nekarîne bikevin lîsteyê, nayê wê wateyê ku heq nekirine. Ya girîng e ew e ku yên nebûne namzet mîna namzetan bixebitin. Bi vî rengî wê serketin pêk were.

Di hilbijartinan de hemû herêm girîng in. Bi taybetî jî dengên ji bajarên metropol Stenbol, Îzmîr, Enqere û Çûkûrovayê werin bidestxistin, wê çarenûsa hilbijartinê diyar bikin. Lewma divê xebatên li Stenbolê werin xurtkirin. Ji ber vê yekê, divê giranî ji van herêman re were dayîn."