1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Operasyon di destê AKP'ê de teqiyan"
"Operasyon di destê AKP'ê de teqiyan",operasyon,di,destê,akp,ê,de,teqiyan

"Operasyon di destê AKP'ê de teqiyan"

Kişanak: Operasyonên KCK'ê di destê AKP'ê de teqiya ye

A+ A-

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak da zanîn ku AKP'ê piştî hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adarê ji ber ku gelê Kurd jê serkeftî derketiye dest bi operasyonên KCK'ê kiriye û diyar kir ku, ev operasyon wekî polîtikayekî dewletê bi destê AKP'ê ketiye meriyetê. Kişanak, anî ziman ku di pîrozbahiyên Newroza îsal de raperînekî bi heybet ya gel derketiye holê û wiha got: " Raperîna gel ya di pîrozbahiyên newroza îsal de peyamên pir girîng hatiye dayîn. Ya girîng ev Newroz bêwatebûna operasyonên KCK'ê diyar kiriye. Mirov ji ku binêre bila binêre diyar e, operasyonên KCK'ê di destê AKP'ê de teqiya ye."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, bi boneya 14'ê Avrêlê salvegera destpêka operasyanên KCK'ê li ser rewşa siyasî ya Tirkiye û herêmê nirxand û pirsên wekî "Operasyonên KCK'ê bandorekî çawa li ser siyaseta kurd û Tirkiyeyê kir, Di çareseriya pirsgirêka kurd de xitimandinek çawa bi xwe re anî, armanca AKP'ê bi van operasyonan çi bû û çiqas gihaye van armancan, têkiliya van operasyonan bi geşedanên li rojhilata navên ve çi ye ?" yên ajansa DÎHA’yê bersivdan.

Kişanak, da zanîn ku gelê Kurd xwediyê têkoşînekî pir xurt e û di gelek qadan bi rêxistinkiriye. Kişanak, diyar kir ku gelê kurd bi vê hêz û têkoşîna xwe ji bo çareseriyê zor daye devletê û wiha got: "Armanca sereke ya operasyonên KCK'ê ev bû ku hevsengiya ku ji bo çareseriyê zor daye devletê biguherîne û gelê kurd di vê pêvajoyê de bê hêz û bê rêxistin bihêle ye. Her wiha çend armancên esas ên van operasyonan hebû."

'ASTA RÊXISTINBÛNA GEL EV BÛ ! '

Kişanak, armanca yekemîn ya operasyonên KCK'ê wekî ji holê rakirina meclîsên bajaran ku bingeha siyaseta demokratîk û muxalefeta demokratîk e nîşan da û diyar kir ku devlet siyaseta Tirkiyeyê dixwaze tenê bi siyasetên navendî, ji jor ve rêxistinkirî û desthilatdariyê dixwaze, bi sînor bike, lê BDP'ê nakeve vê komê. Kişanak destnîşankir ku wekî BDP'ê di zemîna demokratîk de cih digirin û ji bo gelekî ku bikaribe xwe bi xwe bi rê ve bibe, civakekî rêxistinkirî dixebitin û wiha axivî:

" Demokrasî mirov dikare bi hêsanî wekî rêvebirina gel ya xwe bi xwe, rave bike. Lê di pêkanîna niha de demokrasî tenê bi destê kesên ku hatine hilbijartin tê meşandin û ji gel tenê deng dayîn hatiye tayînkirin. Ev jî bi rastî ji demokrasiyê dûre. Yanî ne pergalekî ku vîna gel derxîne holê, ye. Me dixwest vê yekê bikin. Yanî kurd xebatên ji bo siyasetekî demokratîk, ji bo rêvebirina xwe bi xwe, biryargirtina xwe bi xwe, ji bo bikaribe biryarê li ser pêşeroja xwe bide û vîna xwe derxîne holê, dimeşand. Asta rêxistinbûna gel ev bû. Em ber bi wir diçûn."

'ARMANC ASTENGKIRINA RÊVEBERIYA HERÊMÎ BÛ’

Kişanak, bi lêv kir ku armancekî din ya operasyonan belavkirina bingeha rêxistinî bû û da zanîn ku, AKP dixwest bi vê yekê jî gel bê rêxistin bihêle, ji hêz bixe û bê vîn bike. Kişanak, her wiha balkişand ser operasyonên li dijî rêvebiriyên herêmî û diyar kir ku, armanc astengkirina demokrasiyê ya li rêvebiriyên herêmî bû, ji ber vê yekê jî bi ser şaredariyan hatiye girtin. Kışanak anî ziman ku ew wekî BDP'ê modela rêvebiriya herêmî yên gelî ji bo xwe esas digirin û destnîşan kir ku, hatiye xwestin ku ev model xirab bikin û nehêlin bixebite. Kışanak di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên herêmî jî û da zanîn ku, AKP'ê şaredariyên ku nikaribû bi hilbijartinan bi dest bixe, xwestiye bi operasyonan bistîne.

Kışanak, wiha domand: "Duyemîn lingê van operasyonan rêvebiriyên herêmî bû. Bi daxwaza ji holê rakirina şaredariyên ku gel bi dest xistiye, bû. Ji ber vê yekê operasyon li ser çend lingan ve hate meşandin. Yekemîn li ser gelê rêxistinbûyî, duyemîn li ser rêvebiriyên herêmî, sêyemîn li ser tevgera azad a jinan û çaremîn jî li ser akademiyên siyasetê. Yanî dixwestin li ser van 4 lingan civakê bê rêxistin bihêlin, hêza ku ji bo xwe bi xwe birêve bibe, belav bikin ev operasyonan pêk anîn. Mirov dikare bêje ku raste rast armanca wan dixwestin riya gelê kurd ku bi têkoşîna xwe dimeşiya azadiyê bibirin."

'TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA JINAN MÎSYONA XWE YA PÊŞENGIYÊ ÎSPAT KIRIYE'

Kişanak, di hevpeyvînê de diyar kir ku, ji ber gelê kurd di hemû qadên jiyanê de rêxistinbûyînê wekî tarzekî jiyanê afirandiye, AKP'ê di operasyonên KCK'ê de têk çûye. Kişanak da zanîn ku gelê kurd xwediyê wê hêzê ye ku dikare ev rêxistinbûna xwe her tim ji nû ve biafirîne. Kişanak, sedema vê yekê jî wekî bi hêzbûna dînamîkên hûndirîn nîşan da û wiha got:

" Ji ber vê yekê armancên operasyonê yên mîna civakê bê rêxistin bikin û hin armancên din, negehişt encamê û vala derketin. Rêvebiriyên herêmî ligel ewqas serdegirtin, ji peywirê girtin û êrîşan hîn jî xebatên xwe bi ferasetekî demokratîk, gelparêz û azadîxwaz dimeşîne. Ev yek di qada têkoşîna jinan de jî tê jiyîn. Xwestibûn derbe li têkoşîna jinan bixin. Lê ev jî vala derket û AKP'ê negihaşt armanca xwe. Ji ber ku jinên kurd mîsyona xwe ya pêşengiyê di nava dîrokê de bi têkoşîna ku meşandiye îspat kiriye û hêza xwe afirandiye. Têkoşînekî serkeftî meşandiye."

‘XWESTIN BI OPERASYONÊN KCK’Ê VÎNA GEL LEWAZ BIKIN’

Kişanak bilêv kir ku, devlet bi operasyonên KCK'ê her wiha xwestiye vîna gel ya ku ji bo çareseriyê zor daye dewletê, lewaz bike û wiha axivî: "Bi van operasyonan dewlet xwestiye têkoşîna gelê kurd ku ji bo çareseriyê zor dida wê, lewaz bike. Di dema ku borî de mirov bala xwe bide dibîne ku ji aliyekî operasyonên KCK'ê didomiya, ji aliyekî jî hin hevdîtinên ku piştre derket holê, pêkaniye. Heke di vir de samîmiyet hebûya bi rastî jî zemînekî ji bo çareseriyê ku gelê kurd afirandibû hebû. Wekî gel, wekî Birêz Abdullah Ocalan ku ji aliyê vî gelê wekî rêber tê pejirandin, ji bo çareseriyê amade bûn û ji bo çareseriyê zorê didan dewletê. Lê armanca dewletê ne çareserî bû, xwest di hevdîtinên ku pêkaniye de derfetên di destê gel yên çareseriyê ji holê rake. Ev textîk meşandin. Heta ku di navberê hilbijartinekî giştî, referandûmekî derbas bibe. Vê pêvajoyê wekî pêvajoyekî pûçkirina derfetên çareseriyê bi kar anîn. Hikumeta AKP'ê di nava helwestekî pûç derxistina derfetên çareseriyê û di masayê de derfetên çareseriyê ji holê rake, bû. Her wiha di heman demê de ji bo gel bêhêz bike di nava tevgerê de bû."

'POLÎTIKAYA DEWLETÊ YA 87 SALAN TARÛMAR BÛ'

Kişanak, li ser geşedanên li rojhilata navê diqewimin jî rawestiya û diyar kir ku, gelê Kurd di erdnîgariya rojhilata navîn de wekî aktorekî derdikeve pêş û di nava hevsengiya hêzê de wekî hêzekî tê xuyakirin û da zanîn ku ev yek ji aliyê Tirkiyeyê wekî xetere tê dîtin û Tirkiye ji bo pêşiya van tiştan bike polîtikayekî ku gelê kurd ji hêzê bixe dimeşîne.

‘DEWLET NAHÊLE OCALAN ROLÊ XWE YÊ ÇARESERIYÊ BILÎZE’

Kişanak destnîşan kir ku, dewlet ji aliyekî operasyonên qirkirina siyasî ji aliyekî jî operasyonên îmhayê dimeşîne û bi van tiştan dixwaze pêşiya azadiya gelê kurd asteng bike. Kişanak, anî ziman ku dewlet nahêle Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rola xwe ya di çareseriyê de bilîze û bi vê yekê jî di bêçareserîbûnê de îsrar dike. Kişanak axaftina xwe wiha domand: "Dewlet dît ku gelê kurd di rojhilata navîn de ji bo azadiya xwe derfetan diafirîne. Ji ber ku van derfetan asteng bike ketiye nava tevgerê. Geşedanên ku tên jiyandin bi vê konseptê ve têkildar e. Mirov heke ji aliyê kurdan ve li pêvajoyê binêre, dê bê dîtin ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd polîtîkaya dewletê ya 85-87 salan tarûmar kiriye, perspektîfên îdeolojîk ên dewletê pûç derxistiye. Îro em di qonaxekî pir girîng in, tifaqa di navbera statukoparêzên ku kurdan înkar, asîmîle dikirin, yên ku dixwestin kurdan ji qada dîrokê rakin û bê bandor bikin, hebû niha pûç derketiye."

'DIVÊ HEVALÊN ME BÊN BERDAN'

Kişanak diyar kir ku, hebûna 8 hezar girtiyên siyasî niha aliyekî pirsgirêkê ye û bi vê yekê rewabûna dewletê ya li hemberî rayagiştiya demokratîk a cîhanê tê lêpirsîn. Kişanak, da zanîn ku her wiha operasyonên KCK'ê di pêvçûna di nava dewletê ya ji bo desthilatdariyê de jî wekî qada pêvçûnê tê bikaranîn û wiha dawî li axaftina xwe kir: " Operasyonên KCK'ê di polîtîkaya derve de her dem derdikeve pêşberî wan û wan dixe nava zoriyan. Di pîrozbahiyên Newroza îsal raperînekî pir heybet derketiye holê. Di newrozê de peyamên pir girîng hate dayîn.

Ya girîng ev Newroz bêwatebûna operasyonên KCK'ê îspat kiriye. Bi berxwedana bi heybet ya gel hatiye dîtin û îspatkirin ku tu armancên operasyonan negihaştiye encamê. Bi sekn û helwesta hevalên me yên di girtîgehan de jî ev operasyon vala hatiye derxistin. Bi operasyonên KCK'ê zimanê Kurdî di rojeva Tirkiyeyê de cihekî pir girîng girtiye. Ji ber ku di dadgehan de nahêlin hevalên me bi zimanên xwe parastinên xwe bikin, ji ber ku mîkrofonên hevalên me yên ku dixwestin parastina xwe bi zimanê xwe bikin hatiye girtin, qeyrana zimanê zikmakî yên Tirkiyeyê li ber çavan hatiye raxistin û bûye wekî qadekî têkoşînê ya esasî.

‘OPERASYONÊN KCK’Ê DI DESTÊ AKP’Ê DE TEQIYA YE’

Mirov ji ku binêre bila binêre diyar e, operasyonên KCK'ê di destê AKP'ê de teqiya ye. Helbet me pir zehmetiyê kişand, bi hezaran hevalên me niha di girtîgehan de ne, rêxistinên me zehmetiyan kişand û dikişînin. Di hemû qadên têkoşînê zehmetî hate kişandin, lê operasyonên KCK'ê li hemberî hêza gelê kurd, li hemberî daxwazekî xurt a azadiyê di destê AKP'ê de teqiya ye. Derfetên domandina van operasyonan tune ye. Divê êdî AKP dev ji operasyonan berde. Hewceye zagona TMK ku veguheriye wekî zagona têkoşîna li hemberî civakê were rakirin û divê hemû hevalên bên berdan.'

ANF NEWS AGENCY