1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Operasyona dîkê ku bê dem bang dike'
'Operasyona dîkê ku bê dem bang dike',operasyona,dîkê,ku,bê,dem,bang,dike

'Operasyona dîkê ku bê dem bang dike'

Komek xwendekarên zanîngehê ji bo balê bikşînin ser binçavkirin û girtina xwendekaran kurtefîlmek bi navê 'Operasyona dîkê ku bê dem bang dike' kişandin.

A+ A-

Komek xwendekarên zanîngehê yên endamên GENÇ-SEN'ê, ji bo balê bikşînin ser binçavkirin û girtina xwendekarên ku daxwazên xwe yên demokratîk anîn ziman, ango hêk avêtin rayedaran ji zanîngehê hatin dûrxistin û hatin girtin, fîlmê kurt ê bi navê 'Operasyona dîkê ku bê dem bang dike' kişandin.

Komek xwendekarên zanîngehê yên endamên GENÇ-SEN'ê ji bo balê bikşînin ser binçavkirin, girtin û dûrxistina xwendekarên zanîngehê kurtefîlmê bi navê 'Operasyona dîkê ku bê dem bang dike' kişandin. Endamên GENÇ SEN'ê ji bo girtin û binçavkirina xwendekarên ku bertekên xwe yên demokratîk anîn ziman, hêk avêtin rayedaran, ango li ser xwe pirtûkên cuda, poşû û pankar gerandin hatin binçavkirin û ji zanîngehê hatin dûrxistin, rexne bikin û balê bikşînin ser pêkanînên li dijî xwendekaran kurtefîlm amade kirin. Endamê MYK'ê ya GENÇ SEN Huseyin Caner Yildirim, anî ziman ku kesên li gorî plana oldar a hikûmetê dev nagere û bi vîna xwe ya azad tev digere rastî zext, zordarî, binçavkirin û girtinan tê.

'Fîlm têkiliya di navbera xwendekaran û dîk de dîten ziman'

Koordinatorê projeya fîlm Huseyîn Caner Yildirim, anî ziman ku xwendekarên Zaningeha Ege û Dokuz Eylulê ji ber bertekên xwe yên demokratîk anîn ziman hatin girtin û rastî cezayan hatin û wiha got: "Ji bo em piştevaniyê bidin hevalên xwe yên girtî û ji zanîngehê hatin dûrxistin, ji bo em bibin dengê wan û dengê wan bi cemaweriyê re parve bikin me kurtefîlmek bi vî rengî amade kir.

Yildirim, destnîşan kir ku wan xwest bi fîlfî nakokiyên pergalê û perçebûna civakê ya li hemberi rastiyan bînin ziman û wiha axivî: "Em xwest em bi vî fîlmê balê bikşînin ser rastiyên li dijî xwendekaran. Di vî fîlmî de dema polîs bi ser malekê de digire dîkê bê wext bang dike bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" tê binçavkirin. Dîsa xwendekarên ku hêka dibin seyranê bi hinceta de hêkan bavêjin tên binçavkirin û girtin. Me xwest em balê bikişînin ser rastiya polîs û darazê ya li Tirkiyeyê. Li zanîngeha Egeyê der barê hevalên me Esin Çalişkan û Ayberk Demirhan de 5 sal cezayê girtîgehê dixwaze. Ji bo em balê bikşînin ser zextên li ser xwendekaran me projeyek bi vî rengî amade kir."

Yildirim, da sanin ku wan bal kişandiye ser rastiya xwendekarê Zaningeha Galatasarayê Cihan Kırmızıgul û xwendekarên hatine girtin. Yildirim, bilêv kir ku li gel hêjmarek baş nizanin jî tê zanîn ku di sala 2011'an de 600 xwendekar di girtîgehe de bûn.

(mae)