1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Operasyona li dijî Boko Haram dewam dike
Operasyona li dijî Boko Haram dewam dike,operasyona,li,dijî,boko,haram,dewam,dike

Operasyona li dijî Boko Haram dewam dike

Li Nîjeryayê, di encama operasyona hevpar a artêşên Çad, Nîjer û Nîjerya ya li hemberî Boko Haram de, bajarê Damasak ê li bakur rojhilatê welêt hat rizgarkirin

A+ A-

Navenda nûçeyan - Anf Li Nîjeryayê, di encama operasyona hevpar a artêşên Çad, Nîjer û Nîjerya ya li hemberî Boko Haram de, bajarê Damasak ê li bakur rojhilatê welêt hat rizgarkirin. Ev yek di heman demê de bû serketina destpêkê ya şerê li du eniyan ê li dijî Boko Haram.

Rayedarekî ji Wezareta Parastinê ya Çadê got, "Di encama êrîşê de kontrola bajarê Damasak ket destê artêşê."

Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku herî kêm 200 endamên Boko Haram hatine kuştin. Tê gotin ku ji artêşa Çadê jî herî kêm 10 kes mirine, 20 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên nexweşxaneya li bajarê Diffa jî dan zanîn ku herî kêm 33 leşker ji bo tedawiyê anîne nexweşxaneyê. Çavkaniyan aşkera nekirin ku ev leşker ji kîjan welatî ne.

Hikûmet an jî artêşa Nîjerê jî der barê operasyona li xaka Nîjerya li dijî Boko Haramê de, ti daxuyanî neda.

Artêşên Nîjerya û Çadê li herêma li başûrrojhilatê Nîjer û bakurrojhilatê Nîjeryayê, ji roja Yekşemê û vir ve operasyona bejahî û hewayî dimeşînin.

Ev operasyon, eniya duyemîn a li Nîjeryayê li dijî Boko Haram e.

Serokdewletê Çadê Îdrîss Deby Înto da xuyakirin ku ew ê Boko Haram ji hev belav bikin û lîderê vê rêxistinê Ebûbekîr Şeko jî tine bike. Înto anî ziman ku ew dizanin Şeko li ku ye.

Radyoya Anfanî ya li Diffa piştrast kiribû ku herî kêm 200 maşînên zirxî ber bi Nîjeryayê ve bi rê ketine. Radyoyê her wiha ragihandibû ku desteka ji tank, ambûlans, tankerên avê û lojîstîkê jî li gel artêşê bi rê ketiye.

Bi hezaran leşkerên Nîjerî û Çadî, ji bo parastina Nîjerê ya li êrîşên Boko Haram rast hat, cih girtibûn.

Rayedarekî herêmî yê li Diffa diyar kir ku gel piştgiriyê dide operasyona li hemberî Boko Haram û anî ziman ku şêniyên herêmê li cihên nêzî şer dimînin û cixare, çay û avê didin leşkeran.

Boko Haram di 24'ê Mijdarê de bajarê Damasak dagir kiribû. Di van êrîşan de 50 kes miribû, 3 hezar kes jî neçar mabû cih û warên xwe biterikînin.