1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Operasyona Rizgarkirina Bakûrê Reqayê’ destpê kir
‘Operasyona Rizgarkirina Bakûrê Reqayê’ destpê kir,operasyona,rizgarkirina,bakûrê,reqayê,destpê,kir

‘Operasyona Rizgarkirina Bakûrê Reqayê’ destpê kir

A+ A-

GIRÊ SIPÎ – Operasyona rizgarkirina Reqayê ku herkes li bendê bû, destpê kir.

Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) li hemberî parêzgeha Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê wekî “Paytexta Xilafetê” binav dikin, operasyon da destpêkirin.

Operasyona ku navê “Operasyona rizgarkirina bakûrê Reqayê” lê hatiye kirin, ji aliyê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê ve jî tê destekkirin.

Operasyon li ser daxwaza gelê Reqayê saet di 14.00’an de li başûr rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ku 50 km dikeve başur rojhilatê Kantona Kobanê, bi 3 baskan hat destpêkirin.

Baskê yekemîn ji bajaroka Eyn Îsa, baskê duyemîn ji Xwaringeha Nexîl û baskê sêyemîn jî, ji Lîwaya (tugaya) 93’yan ber bi hedefên ku hatine diyarkirin ve diçin.

Tûgayên Ehrar El-Reqa û Lîwa Tehrîr ku demek beriya niha tevlî QSD`ê bibûn û hemû endamên wan ji pêkhateya ereb in, dê pêşengiya hemleyê bikin.

Tê payîn ku Fermadariya QSD`ê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin raya giştî.

(ekib/a)

ANHA