1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Oremarî: Piştgiriya AKPê xiyaneta li doza gelê kurd e
Oremarî: Piştgiriya AKPê xiyaneta li doza gelê kurd e,oremarî,piştgiriya,akpê,xiyaneta,li,doza,gelê,kurd,e

Oremarî: Piştgiriya AKPê xiyaneta li doza gelê kurd e

Li Herêma Kurdistanê her piştgiriyên ji bo HDP’ê zêde dibin

A+ A-

ARAS HISÊN/DIHOK Li Herêma Kurdistanê her piştgiriyên ji bo HDP’ê zêde dibin. Cigîrê melbenda 4 ê YNK’ê yê parêzgeha Dihokê Elî Oremarî diyar kir ku piştgirîkirina ji bo HDP’ê erkekî exlaqiye.

Cigîrê melbenda 4 ê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê parêzgeha Dihokê Elî Oremarî li ser hilbijartinên Tirkiyeyê û giringiya piştgirîkirina ji HDP’ê ji RojNewsê re axivî. Elî Oremarî anî ziman ku erkekî exlaqiye her Kurdek piştgiriya HDP’ê bike.

Elî Oremarî eşker kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên Tirkiyeyê giringiyekî taybet a xwe heye û wiha got: “Hilbijartinên Tirkiyeyê hem ji bo dewletê hem ji bo Kurdan giringiyeke xwe ya taybet heye. Ji ber cara yekeme li Tirkiyeyê Kurd weke partiyek siyasî beşdarî hilbijartinên parlamentoyê dibin. Li gorî çavdêriyan û anketên hatine çêkirin wê HDP benda sedê 10 derbas bike û zêdetir ji dengan bidest bixe.

Ji ber vê yekê ji ev qûnax serdemek dîrokî ye. Li Tirkiyeyê tenê îro wek nûnertiya Kurdan HDP pêşbirkê li beramberî AKP, CHP û MHP’ê dike. Ji ber vê ji erkek exlaqî, wijdanî û netewiye her Kurd piştgiriyê bide HDPê.”

Cigîrê melbenda 4 ê YNK’ê Elî Oremarî bal kişand ser rolê partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Hinek partiyên siyasî hene rasterast piştgiriya AKP’ê dikin yan ji rasterast dijberiya HDP’ê dikin. Mirov dikare ji vê yekê re jî bêje xiyanet kirina li doza rewa ya gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê.”

(rn)