1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Osê: Em amadekariyên avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk dikin
Osê: Em amadekariyên avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk dikin,osê,em,amadekariyên,avakirina,meclîsa,sûriyeya,demokratîk,dikin

Osê: Em amadekariyên avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk dikin

A+ A-

MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Cîgira Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Emîna Osê diyar kir ku civîna Riyad dê nikaribe hêvî û daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne û got: “Em xwedî tecrube ne, em ê Melcîsa Sûriya Demokratîk ku nûnertiya hemû gelê Sûriyê bike ava bikin.”

Cîgira Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Emîna Osê têkildarî civîna ku dê di navbera 8 û 10’ê kanûnê li Erebistana Siûdiyê derbarê aloziya Sûriyê de bê lidarxistin pirsên ANHA’yê bersivand.

*Kîjan hêz li pişt lidarxistina civîna Riyad a ku dê di navbera 8-10 kanûnê de bê lidarexistin. disekine?

Piştî destwerdana leşkerî ya Rûsiya ku di Sûriyê de pêk hat, hemû mijar tevlîhev bûn, hevsengeyên heyî hatin guhertin. Di encamê de de 17 welatan li Viyena civiyan. Di civînê de biryara civandina hêzên opozisyonê hate girtin. Di vê çarçoveyê de Erebistana Siûdiyê cihê lidarxistina civînê hate hilbijartin. Siûdiyê lidarxistina civînê li cem xwe qebûl kir. Lê niha ji 65 kesayetên ku di civînê de hatine vexwendin 35 ji wan ji koalîsyona Niştimanî ya navenda wan li Tirkiyêye, di nerîna me de ev civîn dê bê encam bi dawî bibe û dê nikaribe tu çareseriyê ji gelê Sûriyê re bîne.

*Armanca lidarxistin civînê çiye?

Li gorî civîna Viyena biyar hate dayîn ku civînek bê lidarxistin û şandeyek ji 40 kesayetan bê avakirin. Karê wê komîteyê ew ku bi rêjîmê re bicive û di destpêka sala nû de beşdarî hevdîtinên bi rêjîmê re bibe. Dê hevdîtin li ser sê qonaxan bêne kirin, di van civînan de wê pêşeroja Sûriyê bê destnîşakirin. Wê hikûmeta Demî bê avakirin, her wiha dê hilbijartinên Serokatiyê û Perlemantoya Sûriya nû bên destnîşankirin.

*Hêzên ku dê bêne vexwendin kîne?

Dê derdora 100 kesayet bêne vexwendin, ji wan zêdeyî 35 kes ji koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê (itîlafin) ku berdevkiya fermî yê hêzên leşkerî yên wekî Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê dike. Ên din jî kesayetên serbixe û nûnerên hin hêzên çekdar in. Bi beşdarbûna hejmarek zêde ya koalîsyonê bi vêyekê Koalîsyon dê xwe li ser hemû gelê Sûriyê feriz bike û xwe bike nûnerê wan. Ji xwe di nava koalîsyonê de pir nakokî hene û ew bi xwe nikarin xwe ji nakokiyên xwe xilas bikin, wê çawa karibin nûnertiya gelê Sûriyê bikin. Ne mumkine ew yek pêk were.

*Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk yan TEV-DEM û YPG’ê hatine vexwendin yan na?

Heta niha tu vexwendin ji nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re yan jî hêzên Sûriya Demokratîk re nehatiye.

*Çima ne hatine vexwendin?

Ji ber hin hêz dijîtiya gelê kurd dikin û naxwazin aloziya li Sûriyê bê çareserkirin, ji ber wê û ji ber projeyên demokratîk qebûl nakin û naxwazin Rêveberiya Xweser li hemû herêmê belav bibe, ji ber wê vexwendin ne hatiye kirin.

*Hûn vê civînê çawa dinirxînin?

Civîna Riyad ji ber 2 sedeman biser nakeve, ya yekm ji ber îradeya gelê Sûriyê ku hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nûnertiya wê dike û Rêveberiya Xweseriya demorkatîk ne hatine vexwendin, ya din jî jiber alozî û nakokiyên 17 welatan ku li Viyana hate cem hev û her yek ji wan dixwaze li gorî berjewendiyên xwe di civînê de encamê bigire û nûnerên xwe beşdar bike. Ji ber van sedeman dê civîn biser nekeve. Biryar û encamên civînê jî dê gelê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk têkildarneke.

*Dê helwesta we wekî Rêveberiya Xweseriya Dmekratîk çibe?

Em niha di nava amadekariyan de ku gaveke ji wan pêşdetir bavêjin. Em amadekariya kongereyekê dikin ku nûnerên hemû gelên Sûriyêyê beşar bibin. Serkeftinên ku li Rojava di warê siyasî û leşkerî de hatine bidestxistin em gihandin astekê ku em karibin opozisyonekê netewî demokratîk, ava bikin. Em xwedî tecrube ne, em ê Melcîsa Sûriya Demokratîk ku nûnertiya hemû gelê Sûriyê bike ava bikin.

(dc)

ANHA