1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Otlû: AKP hewl dide taktîkên şerê navxweyî bixe dewreyê
Otlû: AKP hewl dide taktîkên şerê navxweyî bixe dewreyê,otlû,akp,hewl,dide,taktîkên,şerê,navxweyî,bixe,dewreyê

Otlû: AKP hewl dide taktîkên şerê navxweyî bixe dewreyê

Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê û Seroka Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê Çîçek Otlû beşdarî panelek li Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber a Stûttgartê ya AGÎF'ê bû

A+ A-

Stûttgart - Anf Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê û Seroka Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê Çîçek Otlû beşdarî panelek li Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber a Stûttgartê ya AGÎF'ê bû. Otlû ragihand ku AKP a di nava metirsiya serketina HDP'ê ya di hilbijatinan de ye, xwe amade dike taktîkên şerê navxweyî bixe dewrê. Otlû destnîşan kir ku eger HDP li bendê bialiqe û AKP bi ser bikeve, dibe ku dewlet şerê navxweyî bixe dewre.

Panel, di kesayetiya Paramaz Kizilbaş, Arîn Mîrxan, Sînan Sagir û hemû cangoriyên berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava de, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî, sosyalîzm û şoreşê, destpê kir.

Otlû di destpêka axaftina xwe ya li panelê de şervanên YPG/YPJ û MLKP ên di Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Otlû bal kişand ser daxuyaniya Serokkomar Erdogan a digot, "Pirsgirêka Kurd nîne", redkirina deklarasyona Dolmabahçeyê, polemîka Bulent Arinç-Erdogan, polemîka Bulent Arinç-Melîh Gokçek û krîza Hakan Fîdan û destnîşan kir ku AKP di mijara pirsgirêka Kurd de di nava tengaviyeke mezin de ye. Otlû da zanîn ku aşkera ye di navbera hikûmet û dewletê de krîzeke cidî tê jiyîn. Otlû ragihand ku berxwedana Gezî, berxwedana Kobanê û têkoşîna jinan, faşîzma AKP'ê ber bi pêvajoyeke krîzî ve dehf daye.

Otlû di dewama axaftina xwe de diyar kir ku yekane hêza AKP'ê qels bike, HDP ye û anî ziman ku AKP a di nava metirsiya serketina HDP'ê di hilbijartinan de ye, xwe amade dike ku taktîkên şerê navxweyî bixe dewreyê.

Otlû da xuyakirin ku eger HDP li bendê bialiqe û AKP bi ser bikeve, dibe ku dewlet şerê navxweyî bixe dewreyê û destnîşan kir ku eger HDP bi ser bikeve, wê têkoşîna aştî û azadiyê mezintir bibe û xeyala Erdogan a "sîstema serokatiyê" wê ji holê rabe.

Otlû der barê stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê ya Stenbolê de agahî da û ragihand ku hejmareke gelekî zêde ya CHP'yiyan, derbasî nava HDP'ê bûye û anî ziman ku gelek platform, sazî û rêxistinên di nava rêxistinbûyîna HDP'ê de cih nagirin, plaformên destekkirina HDP'ê ava kirine, lez dane xebatên xwe yên di vî warî de û fêm kirine ku li şûna 5-10 parlamenterên zêde yên CHP'ê derbasbûna HDP'ê ji bendê gelekî girîng e.

Otlû diyar kir ku ji bilî Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy hemû ESP'yî di nava xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih digirin û der heqê xebatên tifaqê de agahî da.

Di beşa duyemîn a panelê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin û pirs li Otlû kirin.