1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. PADÊ: Bi xweseriya demokratîk em ê dawî li fermanan bînin
PADÊ: Bi xweseriya demokratîk em ê dawî li fermanan bînin,padê,bi,xweseriya,demokratîk,em,ê,dawî,li,fermanan,bînin

PADÊ: Bi xweseriya demokratîk em ê dawî li fermanan bînin

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) diyar kir ku bi xweseriya demokratîk wê dawiyê li fermanan bînin. PADÊ bang li ciwanên Êzidî kir û wiha got; “Divê ciwanên me bên tevlî nav refên YBŞ û YJŞ’ê bibin û li ser xaka xwe bijîn.”

A+ A-

ROJNEWS/RÊBER ŞINGALÎ/ ŞENGAL 


 Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi boneya duyemîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’ê daxuyaniyekî nivîskî weşand. 


 PADÊ di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew fermana 74’an bi tundî şermezar dikin û wiha ragihand; “Em bi rêzdariyek mezin şehîdên xwe bibîr tînin. Her wiha ji bo hemû gelê xwe yên penaber û koçber bûne jî sebrê dixwazin.” ‘Wê ev komkujî timî bê bîranîn’ 


 PADÊ di dewama daxuyaniya xwe de wiha ragihand: “Di encama vê fermanê de gelek zor û zehmetî hatin jiyan kirin û hîna jî têne jiyan kirin. Di nava gel de birînên kûr hatine vekirin. Lewre ev komkujî ti cara dê neyê ji bîr kirin. Her dem dê bê bîranîn û nirxandin da ku dersên pêwîst jê bêne girtin ji bo ku careke din gelê me yê Êzidî rastî komkujiya neyê. Pêwîste rêveberiya xweser a Êzidiyan bê naskirin Di serî de pêwîste ku rêveberiya xweser a Êzidiyan bê naskirin. Ji ber ku heta Êzidî xwe rêxistin nekin û xwe bi xwe rêve nebin ti caran ji destê neyaran rizgar nabin. Welatekî ku baweriya wî nemabê, wekî Şengalê di vê ji nû ve bê avakirin. Ji bo vî jî pêwîste hêza cewherî ya Êzidiyan were avakirin. Di jiyanê de xwe parastin rêbazek serekeye. Lê belê pêwîste ku hêzên derve ji aliyê xwe ve destek û alîkariyê bidin Êzidiyan, ji bo avakirina Êzidxaneke azad. Ji ber erkê hemû mirovahiyê ye xwedî li vê çand û baweriya resen û kevnar derkeve. Xwedî derketina li Êzidiyan xwedî derketina li dîrok, cewher, rê û resmê xwe ye.” 


 PADÊ di dewama daxuyaniya xwe de bal kişande ser gelê Êzidî yên koçber û penaber bûne û wiha dewam kir; “Di Fermana 74’an de gelê me yê Êzidî ji welatê xwe dûr ket û li welatê xerîbiyê belav bû, di vê gelê me vegere ser xaka bav û kalên xwe û dev ji welatê xwe bernede. Di avakirin û parastina warê xwe de cih bigirin. Heta roja me ya îro di Rojhilata Nevîn de û bi tayîbet li Kurdistanê dawî li şer nehatiye û her tim gelên bê hêz di bin metirsiyê de ne. Bi taybetî gelê Êzidî di nava metirsiyê de ye ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve armanca wan ewe ku Êzidiyan tûne bikin. Divê ciwanên me yên Êzidî xwe bi rêxistin bikin û li dijî wan parastina xwe bikin. Ji bo carek din Fermanek bi sêrî de neyê û bikaribin vî gelî bi parêzin da ku Êzidxanek azad û ser bi xwe ava bikin. Operasyona bajarê Mûsilê nêz dibe, di vê gelê Êzidî di vê operasyonê de çihê xwe bigire, ji ber ku Azad kirina Mûsilê misûgerkirina ewlekariya Şengalê ye.” 


 PADÊ di dawiya peyama xwe ya nivîskî de li ciwanên Êzidî ev bang kir: “Em bang li keç û xortên Êzidxanê dikin ku werin tevlî nava refên YBŞ û YJŞ’ê bibin û hêza xwe xurt bikin. ew kesên ku Şengal ne parastin, rast û rast ji Şengalê reviyan, ev gel bê parastin hêlan û derî li komkujiya vekirin her kes di zane ku kîne, di vê ku carek din xwe xwediyê Şengalê nebîne. Di encamê de em weke Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan soz didin ku careke din em xwedî li gelê xwe derkevin, ji bo fermanek din bi ser gelê me neyê. Em xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin. Bi xweseriya demokratîk emê dawî li komkujiyan bînin. Bi xweseriya demokratîk emê dawî li fermanan bînin.” (sk)