1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. PAJK: Heta ku Rêberê me azad nebe, azadî pêk nayê
PAJK: Heta ku Rêberê me azad nebe, azadî pêk nayê,pajk,heta,ku,rêberê,me,azad,nebe,azadî,pêk,nayê

PAJK: Heta ku Rêberê me azad nebe, azadî pêk nayê

Koordînasyona PAJK'ê daxuyaniyek li ser tecrîda Ocalan da û got, "Berxwedana xwerêveberiyê ji aliyê cewherî ve berxwedana azadiya Rêbertî ye. Ji ber ku gelê me bi vê zane: Heta ku Rêberê me azad nebe, azadî pêk nayê."

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Koordînasyona PAJK'ê daxuyaniyek li ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, "Berxwedana xwerêveberiyê ji aliyê cewherî ve berxwedana azadiya Rêbertî ye. Ji ber ku gelê me bi vê zane: Heta ku Rêberê me azad nebe, azadî pêk nayê."

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona PAJK'ê de hat ragihandin, ku pêvajoya heyî, pêvajoyeke ku şerê hebûna azad a gelê Kurd derketiye asta herî bilind e. Koordînasyona PAJK'ê diyar kir, ku tevî berxwedana gelê Kurd derketiye asta herî bilind, dewleta Tirk a faşîst jî êrîşên xwe derxistiye asta herî bilind û ev yek destnîşan kir: "Hewl dide vîna azadiyê ya gelê me bişikîne. Dewleta TC ji 5'ê Nîsanê û pê ve bi sekinandina hevdîtinên heyeta HDP'ê bi Rêberê me re, ev şer da destpêkirin. Bi 5'ê Nîsanê re ji nû ve pêkanîna tecrîda di nava tecrîdê de, hat wateya îlana şer a li dijî gelê Kurd. Şerê ku ji 5'ê Nîsanê heta roja îro li dijî Rêberê me û gelê Kurd hatiye destpêkirin, di asteke ku tevahiya civakê hedef digire de roj bi roj dijwar bûye.

Aliyê herî xetere yê konsepta şer a dewleta TC dimeşîne, kûrkirina tecrîda li ser Rêber Apo ye. Mijara herî hesas a ku gelê me û tevgera me pir pê ve ye, tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê me ye. Herî dawî du girtî ji zîndana Îmraliyê hat derxistin û agahî ji yên din nîne. Ji ber ku bi ti awayî agahî ji Rêberê me nayê wergirtin, rewşa ew tê de ye cihê fikaran e. Ev rewş, hewldana şikandina vîna gelê me ye, gefek e, komployek e. Tê wê wateyê ku komploya navneteweyî di bin gardiyaniya dewleta TC de ji nû ve tê meşandin. Her şêwe pêkanînên li hemberî Rêberê me, wê ji aliyê tevgera me ya azadiyê û ji aliyê gelê me ve bi hêrseke mezin werin pêşwazîkirin. Divê her kesên di nava vê komployê de cih digirin, gelekî baş bi vê zanibin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wekî di bûyerên komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê hat dîtin, Erdogan her kesên alîgirê azadiyê çi jin, çi zarok, çi jî ciwan û extiyar hedef digire û hat destnîşankirin, ku hewl tê dayîn berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd a bi şiyara 'Em ê xwe û bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin' têdikoş e, bê şikandin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku hikûmeta AKP'ê bi vê armancê hemû polîs, artêş û hêzên xwe yên çete xistiye dewrê û hat gotin, "Li gelê sivîl, jin, zarok, extiyar komkujiyan dike. Lê belê tevî van hemû pêkanînên faşîst jî hêzên dewletê nikarin encamê werbigirin. Nikarin berxwedana bi heybet a ciwanan, jinan û tevahiya gelê me bişikînin. Berxwedan roj bi roj mezin dibe. Bi vê hêrsê re êrîşî rewşenbîran, siyasetmedaran dike. Bi komkujiyê re hewl dide rewşenbîr û siyasetmedaran bêdeng bike. Bi gefên mirinê re hewl dide rewşenbîran, siyasetmedaran teslîm bigire. Qetilkirina Tahîr Elçî û sê siyasetmedarên jin ên azadîparêz li Silopiyayê, tê wateya hewldana ji bo çavtirsandina hemû rewşenbîr û siyasetmedaran.

Hikûmeta AKP û Tayyîp Erdogan, gelên Tirkiyeyê ber bi kendalekî ve dehf dide. Sedemeke bi tenê ya vê heye; daxwaz û hêrsa Erdogan a ji bo bûyîna xwedî statuya dîktatoriya ji hemû erkan. Partî û saziyên din ên di nava sîstemê de, bi tenê li van hêrs û komployên Erdogan temaşe dikin, welat radestî hêrsên Erdogan kirine. Ji xwe li Tirkiyeyê hiqûqa netewe dewletê jî nayê meşandin, kujer, celad û tetîkkêş li nava kolanan digerin. Cînayet û komkujiyên ku kiryarên wan bi dîmenan aşkere ne, tên nixumandin. Ji ber ku ev artêşa kujer û tetîkkêşan yekser bi fermana hikûmetê re dixebite. Erdogan dixwaze rejîma dîktatoryal a di pratîkê de dimeşîne, fermî bike. Bi polîtîkaya komkujiyê ya li hemberî gelê me re dixwaze vê bide pejirandin. Erdogan dixwaze xwe bike rejîm, lewma li hemberî tevahiya civakê şer îlan kiriye. Keleha berxwedanê ya li pêşiya dîktatorbûyîna Erdogan asteng e, tevgera me ya azadiyê û gelê me ye. Berxwedana gelê me ya li dora azadiya Rêberê me û berxwedana xwerêveberiyê, yekane keleha berxwedanê ya li dijî dîktatorbûyîna Erdogan e. Ji ber vê yekê Erdogan û hikûmeta di bin fermana wî de dixebite, bi hemû hêrsa xwe êrîşî gelê me dike. AKP êdî ne partiyek e, ne partiyeke xwedî mîsyona siyasî ye. Bûye rêxistinek di bin fermana Erdogan de. Ne ji bo berjewendiyên welêt, ji bo berjerwendiyên textê Erdogan dixwaze li Beştepe biafirîne dixebite. Welat ji hundir ve fetih kiriye û ji bo berjewendiyên xwe, bi polîtîkayên li dijî tevahiya civakê re Tirkiyeyê roj bi roj ber bi çiraveke ku jêderketin nepêkane, dehf dide."

Koordînasyona PAJK'ê da zanîn, ku berxwedana xwerêveberiyê ji aliyê cewherî ve berxwedana azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir: "Ji ber ku gelê me dizane ku heta Rêberê me azad nebe, azadî ti carî pêk nayê. Berxwedanên xwerêveberiyê, piştî ku tecrîda li ser Rêberê me ji nû ve hat şidandin û êrîşên li dijî gelê me û tevgera me destpê kirin, ji aliyê gelê me ve ji bo parastina xwe û Rêberê xwe hatiye destpêkirin. Piştî ku dewletê rûyê xwe yê komploker careke din nîşan da, gelê me biryar da ku xwe bi xwe bi rê ve bibe û li dora parastina Rêberî û xwe, dest bi berxwedana xweparastinê kir.

Li Kurdistanê azadî şikil digire. Li hemberî vê yekê zîhniyeta netewe dewlet û planên dîktatoriya Erdogan, gelên Tirkiyeyê ber bi kendêl ve dehf didin. Yekane rêya rizgariyê û çavkaniya hêviyê ya hemû gelan, asta azadiyê ya ji aliyê tevgera me ya berxwedanê ve hatiye afirandin, e. Mîmarê vê jî Rêber Apo ye. Her kesên îro di nava lêgerîna azadî û demokrasiyê de ne, haya xwe ji vê heye. Her kesên dixwazin li welat û cîhaneke azad û demokratîk bijîn, divê tevgera ji bo azadiya Rêber Apo weke wezîfeyek û berpirsyariyeke bibînin. Tevahiya gelê me, bi taybetî jî jin û ciwan, heta tecrîd û dîlgirtina Rêberê me werin rakirin, divê li dora berxwedanên xwerêveberiyê li hev bicivin. Li her cihê gelê me lê heye, girîng e çalakiyên ji bo azadiya Rêberê me di asta herî bilind de werin lidarxistin. Divê gelê Kurd nîşanî komplokeran û dijminên azadiyê bide ku bi Rêberê xwe re xwedî têkiliyeke xurt a qut nabe, ye. Têkoşîna me, heta tecrîd were şikandin, komplo were pûçkirin û bi Rêberê xwe re di nava rojên azad de em li hev kom bibin, wê têkoşîna me mezin bibe."