1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. PAJK: Netew dewlet şer kûrtir dike
PAJK: Netew dewlet şer kûrtir dike,pajk,netew,dewlet,şer,kûrtir,dike

PAJK: Netew dewlet şer kûrtir dike

A+ A-

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jin ya Kurdistanê (PAJK) Emîne Erciyes diyarkir ku, netew dewleta Kurd ya ku van deman tê behs kirin dê şerê li Rojhilata Navîn kûrtir bike.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Emîne Erciyes ji ANF’ê re axivî. Emîne Erciyes balkişand, dema hikumeta AKP’ê ku çanda tundî û tecawizê li dijî jinê pêşxistiye û got; “Hikumeta herî zêde çanda tecawizê pêşxistî AKP’ye.” Erciyes bilêv kir ku, du aliyên vê nêzîkatiyên AKP’ê hene û ev tişt anîn ziman:

“Di nava tevgera azadiyê de jin hêzekî dînamîkin. Girêdana jinê ya bi Rêbertiyê re û weke din di vê pêvajoya biharê de pêşxistina çalaktiyên mezin hikumet tirsand.

Tişta ku AKP’ê hêrs dike, jina ku bi salane hatiye perçiqandin, bişavtin û serê xwe çemandî, serê xwe rakiriye serhildan kiriye. Ji ber vê çendê li dijî jinê êrîşên ji dervey exlaq pêktên. Tevgera me ciqas mezin dibe hêza jinê jî ew qas mezin dibe. Pêngava ku ji bo Rêbertiya me hatî avêtin, di pêşengiya jinê de hate avêtin. Jina Kurd di hemû qadan de rolekî aktîv dileyîze.”

“ARMANCA ME YA DESTPÊKÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE”

Emîne Erciyes di hevpeyvînê de armancên PAJK’ê yên vê demê anîn ziman û got; Armanca me ya destpêkê vala derxistina konsepta bi taybet li ser Ocalan û gelê Kurde, di vê derbarê de plan û amadekariyên me hene. Erciyes diyarkir ku, “Mehên biharê ji bo me mehên tekoşîn bilindkirin û mezin kirinê ne. Armanca me ya destpêkê rakirina tecrîda li ser Rêbertiyê ye.”

Erciyes diyarkir ku, “Dewletê bi van pêkanînên li dijî gêrîla û gel xwest lewazbûnekê çêbike û biharê avantajekê bidest bêxe, lê belê bendewariyên biharê hemû vale derketin.” Erciyes aşkera kir ku, dewleta tu caran gelê Kurd nasnekiriye û tu caran jî gelê Kurd li beramberî dewletê serê xwe netewandiye. Gelê Kurd di roja 4’ê Avrêlê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersiva pêwîst daye dewletê, gelê Kud Ocalan weke Rêberê xwe naskir û xwedî li Rêbertiya xwe derket.

“NETEW DEWLET ŞER KÛRTIR DIKE”

Emîne Erciyes, di derbarê avakirina netew dewleta Kurd ku van deman de ketiye rojevê nirxandin kir û diyarkir ku, di dîrokê de gelek netew dewlet hatine avakirin û dîsan xirap bûne. Erciyes di derbarê vê de wiha axivî:

“Netew dewlet, xwediyê baweriyekî yek al, yek ziman û yek welate. Ev jî bi xwezaya civakê re negirêdayiye. Bi taybet ev yek li cihekî wekî Rojhilata Navîn xwedî gelek çand û cografyayê, tê wateya kûrkirina şer. Avakirina netew dewletekî Kurd ji bo Kurdan tu sûdek xwe tuneye. Netew dewleta Kurd ya ku bidestê hêzên derve tê avakirin, armanca wan bêdengkirina gelê Kurde. Lê ya herî girîng jî dixwazin bi avakirina netew dewletekî Kurd ya biçûk re gelê Kurd hêj zêdetir di bişavtinê re derbaz bikin. Petrola ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo hêzên kapîtalîst weke xwîna Kurdan tê dîtin. Çawa ku ji bo jiyanbûnê xwîn pêwîstiyeke, wisan nêzî petrolê jî dibin. Dixwazin xwîna Kurdan wiha bimêjin. Her wiha netew dewlet berjewendiyên gelan naparêze. Netew dewleta ku ji bo Kurdan tê avakirin tenê dikare ji bo vê ferasetê xizmetê bike.”

“ALTERNATÎFA ME KONGREYA NETEWIYE”

“Pêwîste kongreyekî hemû Kurdan digire nava xwe be. Kongreyekî hemû çandên cûda, nûnerên olî yên cûda digire nava xwe be. Pêwîste kongreyekî statuya siyasî, polîtîka, dîplomasiya Kurdan diyar bike û yeketiya gelê Kurd ava bike be. Ev kongre sînoran nasnake. Ger ji dewletên cûda be jî lê xwe weke Kurd îfade bike dikarin cihê xwe di kongreyê de bigirin. Yeketiya Kurdan tenê dikare di kongreyekî wisa de pêkbê.

Erciyes diyarkir ku, ji bo yeketiya netewî ya gelê Kurd pêk bê, erk û rolên mezin dikevin ser milê Jinên Kurd jî. “Jin dikarin ji bo yeketiya gelê Kurd, bêgûman, bê hesap xebat bikin û xwe rêxistin bikin.”

JI BO YEKETIYA KURDAN RÊGEZ

Emîne Erciyes jî ew 5 rêgezên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo yeketiya gelê Kurd da bûn pêş anîn ziman û girîngiya wan ya di yeketiya gelê Kurd de ravekir.

ANF NEWS AGENCY