Pakrewanên meha Adarê hatin bibîranîn
EFRÎN – Fermandarê efsanevî Mahsum Korkmaz (Egîd) ku di 28’ê Adara 1986’an de şehîd bibû û pakrewanên meha Adarê, li Efrînê hatin bibîranîn.
Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Bilbilê ya Efrînê bi minasebeta Hefteya Lehengiyê, Mahsum Korkmaz (Egîd) û têkoşerên ku di meha adarê de jiyana xwe ji dest dane, li meydana gundê Qestel Muqdad civînek lidar xist. Maydana civînê bi wêneyên têkoşeran, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên kurdî hatinbû xemilandin.
Di civînê de de nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Saziya Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava û bi dehan şêniyên gund amade bibûn.
Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclîsa Navçeya Bilbilê Aslan Reşo, Rêvberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Harûn Diyar, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şefîqa Silêman û li ser navê Kongreya Star Gulê Mehemed axaftin kirin.
Axaftvan li ser têkoşîna Mahsûm Korkmaz rawestiyan û gotin ku Mahsum Korkmaz heta kêliya dawiyê ji bo doza gelê xwe têkoşînek bêhempa daye meşandin, îradeyeke ji pola afirandiye û artêşeke mezin ku têk naçe ava kiriye.
Di axaftinan da êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li ser gelê Bakûrê Kurdistanê û desteka wê ya ji bo komên çete jî hate şermezarkirin.
Axaftivanan soza şopandina doza têkoşeran da.
Civîn bi durişmeyên “Bijî berxwedana Bakûrê Kurdistanê”, “Bijî berxwedana YPG/YPJ‘ê” bidawî bû.
(bb/a)
ANHA