1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Panorama 2012 (3)
Panorama 2012 (3),panorama,2012,3

Panorama 2012 (3)

Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan ji her sal zêdetir bû

A+ A-

MUSTAFA EMRAH SÜER

Li Tirkiyeyê binpekirina mafan di sala 2012'an de derket asta herî jor. Sala 2012'an bi komkujiya 34 welatiyên sivîl dest pê kir. Bi dehan operasyon hate lidarxistin. Di operasyon û çalakiyan de bi 10'an kesan jiyana xwe ji dest da, bi 100'an kes rastî îşkenceyê hatin û birîndar bûn, bi hezaran kes hatin binçavkirin. Parlamenterên kurd rastî lêdanê hatin û şaredar û siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û girtin. Jin hatin qetilkirin û li girtîgehan îşkence, tacîz û tecawizan berdeam kir.

Li Tirkiyeyê sala 2011'an bi komkujiya Roboskiyê ku 34 welatî lê hatin qetilkirin bi ndawî bû. Dasa 2012'an jî înfaza 2 ciwanên kurd ên li Amedê dest pê kir. Di 2012'an de zêdeyi 10 hezar welatî hatin binçavkirin. Bi hezaran kes hatin girtin. Di kolandina gora komî ya Barageha JÎTEM'ê de nêzî hestiyê 40 mirovan hate dîtin. Li gorî rapora ÎHD'ê û TÎHV'ê binpêkirina mirovan ji her sal zêdetir bû. Li Girtîgehea Tîpa E ya Rihayê îsyan derket û 13 girtî di odeyê de hatin şewitandin. li Pozaniyê tecaziwazan berdewam kir. Li girtîgehên Şakran û Sîncanê îşkence zêde bû. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevahiya salê berdewam kir. Kesên komkujiya Roboskiyê û tecrîdê şermezar kirin hatin binçavkirin, girtin û rastî cezayan hatin. Li girtîgehan 259 girtiyen nexweş nehatin dermankirin û li benda bersîva Serokomar Abdullah Gul man. Di Newroza 2012'an de endamê BDP'ê Haci Zengin li Stenbolê hate qetilkirin. Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk li Êlihê rastî êrîşa polîsan hat. Dîsa mafê parastina kurdî hate redkirin. Der barê 301 kesan de ji ber azadiya ramanê bi tevahî 908 sal û 2 meh û 8 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Darizandina 1088 kesan didome. Di nava salekê de 69 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Di salekê de di bin navê operasyonên KCK'ê de 2 hezar û 194 kes hatin binçavkirin. Di xwepêşandanan de 4 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. 555 kes birîndar bûn. Di tevahiya çalakiyan û xwepêşandanan de 6529 kes hatin binçakirin û 1831 kes hatin girtin.

Kedkarênku pergala "4+4+4'an şermezar kir, li Enqereyê rastî mudaxaleyên hişk hatin. Mîtînga ku BDP û KCD'ê xestin di 14'ê Tîrmehê de li Amedê pêk bînin ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hate qedexekirin û polîsan bi awayekî hişk mudaxaleyî girsê kir. Parlamentera BDP'ê ya Îdirê Pervin Buldan ji piyê xwe ve birîndar bû. Dîsa Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat ji çavê xwe ve birîndar bû. Li Amed, Cizîr, Qozer û gelek cihên din polîsan mudaxaleyî cenazeyên endamên HGP'ê kir û gelek kes di van çalakiyan de birîndar bûn.

Îşkenceya li dijî cenazeyên endamên HPG'ê berdewam kir. Di îşkenceya cenazeyên endamên HPG'ê de çav hatin derxistin. Li ser bedena wan îşkence hate kirin. Bi mehan cenazeyên endamên HPG'iyan li morga Meletiyê hatin hiştin û fîşên cemedan hatin derxistin. Li dijî Navenda KESK'ê operasyon hatin lidarxistin. Di opperasyona li dijî sendîkayên Kedê de nûçegîhanê DÎHA Murat Çiftçî û Cîgira Seroka Giştî ya BDP'ê Fatma Kurtulan jî di navde gelek kes hatin girtin. Di operasyona duyemîn a li dijî KESK'ê de 15 jinên KESK'î hatin binçavkirin û 9 ji wan hatin girtin.

Pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve li hemû bajaran hate qedexekirin. Hemû daxuyanî û mîtîngên BDP'ê hatin qedexekirin. 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê mehek cezayê girtinê da Rojnameya Ozgur Gundemê. Polîsan bi ser buroyên DİHA yên Wan, Edene, Mêrsînê de girt û muçegîhanê ajansa me DÎHA'yê Gulsen Aslan, Ferhat Arslan, Ozlem Aguş û Zeynep Kuriş hatin girtin. 564 pirtûk, biroşur û afîş hatin desteserkirin. 22 hezar û 536 malperên webê hatin astengkirin. Nûçegîhanê DÎHA'yê Murat Çifçi rastî 8 sal û 9 meh ceza hat.

Kujerê 10'an kesan ên li Cizîrê hatin binçavkirin û windakirin Kamîl Atak serbest hate berdan. Kujerê Şerzan Kurt polîs Gultekin Şahin serbest hat berdan. Di operasyonên leşkerî yên li Colemêrgê de 8 gundên navçeya Şemzînanê ji ber gulebarandina leşkeran gundê xwe vala kirin. Bi sedan dolim zevî, dahl û rezên welatiyan ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin.

Bîlançoya 2012'an:

11 Çile: li herêma ku demeke weke Girtigeha navendî ya Amedê û navenda JITEM ê hatibû bikaranîn xebatên restaurasiyonê hatin kirin. Di dema xebatande gora komî hate ditîn, encama lêgerîna mehekê hestiyê 34 kesan hate dîtin.

11 Çile: Navenda JÎTEM'ê û barageha JÎTEM'ê li deriyê Sarayê hetiyê aydî 38 kesan hate dîtin.

13 Çile: Li Betlis li navçeya Adilcewaz ê grupeke ku hate gotin ew nijasperestên tirkin êrîşî xwendakarên kurd kirin. Polisên sivil jî piştgirî da nijastperastan û di encamêde 4 xwendakar birîndar bûn. 4 Sibat: Nuçegihana DIHA ye Gulsen Aslan jî di navde 40 kes hatin binçavkirin. Piştre nuçegihana DIHA yê û 28 kes hatin berdan lê 12 kes hatin girtin. Di 21 sibatê de dozger itiraza serbestberdana nuçegihana me kir, bi vê girtin û çend kesên din hejmara kesên girtî gihişt 34 kesan.

13 sibat: Li Enqere li hember KESK ê operasiyonek pêk hat, sekretara KESK ê Canan jî di navde 15 rêvebirên jin yên KESK polisan ew girtin binçavan. Di 16 sibatêde 9 jinên ku rêvebirên KESK êne hatin girtin.

21 Sibat: Nuçegihana DIHA yê ya Batman ê ku dozgeriya bi şertê ku we di derve bidarizinîn berdabû polisan ew careke din girtin bin çavan.

29 Sibat: Li Semsur ê li hinek nîşan li ser malên malbatên alevî hatibûn danîn, lê kê bi çi mabestê ew nişanana danîne zelal ne bû.

6 Adar: Nuçegihanên me Ozlem Aguş û Ali Bulut ku li Edene li navçeya Pozanti yê dest dirêjiyan li hember zarokan derxistibûn holê bi 50 kesên dinre rastî operasiyona polisan hatin. Di 9 adarêde ew derketin hember dozgeriyê Ozlem Aguş tevî 11 kesan hatin girtin.

11 Adar: Li Edene li navçeya Seyhan ê li taxa Gülbahçe yê Abdulkadir Atilla yê 17 salî li hember tecrita li ser rêberê kurd Abdullah Ocalan agir berda laşê xwe û ew bi giranî birîndar bû. Atilla bo tedaviyê rakirin Nexweşxaneya Numune ya Enqerê lê di 15 adar êde Atilla jiyana xwe ji dest da.

13 Adar: 11emîn Dozgeriya Giran ya Enqer ê, qetliama li Sêwasê li ser daxwaza dosgerê komarê weke dozeke demî pejirand û qetliam weke bersuçekî mirovahatiyê erê kir.

18 Adar: Li istenbol ê li taxa Zeytinburniyê gel xwest Newroz ê piroz bike, polisan bi gaz û ava bi şîp êrîşî gel kirin. Bombeyeke gazê li serê Hecî Zengîn ku ew rêvebîrê navçeya Arnavutkoy bu ket. Zengîn rakirin nexweşxaneyê lê Zengîn jiyana xwe li nexweşxanyê ji dest da.

19 Adar: li taxên Ulaş, Kibris û Onurê yen navçeya Şahînbeya Dîlokê deriyê malên elewî hatin xêzkirin û rastî gefan hatin.

20 Adar: Di Newroza Êlihê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, rastî lêdana polîsan hat.

24 Adar: Rojnameya Gundemê mehekê rastî cezayê girtinê hat.

24 Adar: Kedkarên KESK'ê yên li Qada GMK'ê ya Enqereyê li dijî pergala "4+4+4'an çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin.

2 Nîsan: ÎHD'ê rapora Newroza 2012'an aşkere kir û diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê di binpêkirina mafan de polisan mudaxaleyî 43 çalakiyan kir û di mudaxaleyan de 178 kes birîndar bûn, hezar û 14 kes hatin binçavkirin û 206 kes jî hatin girtin. 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

4 Nîsan: Bi hezaran kesan xwestin jibo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Lê Wezareta Karên Hundir destûr neda hezaran kesan ku biçin Amara.

7 Hezîran: Di operasyona li dijî Şaredariya Wanê de, Şaredar Bekîr Kaşa jî di navde 13 kes hatin binçavkirin û Kaya jî di navde 3 kes hatin girtin.

10 Hezîran: Li navçeya Simava Kutahyayê 5 karkerên kurd rastî lêdanê hatin û birîndar bûn.

17 Hezîran: Li girtîgeha Rihayê çalakî pêk hat û di çalakiyê de 13 hatin qetilkirin. 25 Hezîran: Di navde Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî heye 71 endam û rêveberên KESK'ê hatin binçavkirin û 22 kes hatin girtin.

9 Tîrmeh: Kujerê Şerzan Kurt Polîs Gultekin Şahin hate berdan.

14 Tîrmeh: Mîtînga BDP û DTK'ê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê ji aliyê walî ve hate qedexekirin. Parlamentera BDP'e ya Îdirê Pervin Buldan birîndar bû. 100 kes birîndar bû û 21 kes hatin girtin.

17 Tîrmeh: Ciwanê 18 salî Nurhak Çartay li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin.

18 Tîrmeh: Komek ulkucuyan malbata elewî ya Doganşehîrê linç kir.

11 Tebax: Di doza "KCK"ê ya Êlihê de ji 26 kesan 13 kes rastî 206 sal û 9 meh û 15 rojan ceza hatin.

6 Îlon: 61 penaberên kurd ên Sûriyê li Îzmirê noqî avê bûn û jiyana xwe ji dest dan.

12 Îlon: Girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan û şermezarkirina dectîrê dest bi greva birçîbûnê kirin.

4 Îlon: Li cenazeyên endamên HPG'ê îşkence hate kirin. Li ser wêneyên 8 endamên HPG'ê wêne hatin kişandin.

25 Îlon: Li 6 bajaran di bin navê operasyonên KCK'ê de nûçegîhanê DİHA Ferhat Arslan, Hevserokên BDP'ê Aynur Aşan û Musa Kulu, jî di navde 38 kes hatin binçavkirin û 25 kes hatin girtin. 4 kesên serbest hatin berldan di 10'ê Cotmehê de dîsa hatin girtin.

8 Cotmeh: Xwendekarê Zanîngeha Harranê Serdar Yektaş (22) ji bo tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da.

7 Mijdar: Di operasyona KCK'ê de di navde Nûçegîhana DÎHA jî heye 24 kes hatin binçavkirin û 10 kes hatin girtin.

30 Mijdar-2 Kanun: Polisan mudaxaleyî darbestên cenazeyên endamên HPG'ê Hakan Ceylan (Dijwar Amed) û Hicran Gersiyor (Axîn Viyan) kirin û destûr nedan bi girseyî bê definkirin.

18 Kanûn: Dema Serkwezîr Tayyip Erdogan çû ODTU polîsan mudaxaleyî xwendekaran kir û 2 xwendekar birîndar kirin.

21 Kanûn: Sercerdevan Kamîl Atak ku ji ber kuştina 52 kesan dihat darizandin serbest hate berdan.

22 kanûn: Ciwanê 30 salî Ozgur Arda ji aliyê polîsan ve li orta kolanê hate qetilkirin.

28 Kanûn: Li navçeya Karazê ya Amedê polîsan malbata Şik darp kir. 5 endamên malbat ku di encam êrîşa polîsan de birîndarbûn li nexweşxaneyê hatin dermankirin.

(mb/mae)


Bêjeyên Miftehî