1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Panorama 2016: Başûrê Kurdistanê
Panorama 2016: Başûrê Kurdistanê,panorama,2016,başûrê,kurdistanê

Panorama 2016: Başûrê Kurdistanê

Sala 2016'ê wekî welatên cîhanê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ji gelek bûyerên cûr bi cûr rûdan. Ji wan yên herî li berçav û giring yên bûyerên di nava 4 mehên destpêka 2016’an de weke nerazîbûna xelkê herêmê dijî sîstema heyî û zextên li dijî xwepêşandêran bûn. Her wiha nerazîbûnên li Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk

A+ A-

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

Di destpêka salê de nerazibûnên mûçexwaran li beramberê kêmbûn û paşxistina mûçe destpêkir, divê çarçoveyê de Yekitiya Mamostayên Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê kom bûn û daxwaz kirin ku temamiya mûçeyên mamostayan bê dayin.

Di destpêka salê de 15'ê Çileya 2016’an de Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê yekemîn konferansa xwe ya herêma Silêmaniyê çêkir û têde 10 xal wek projeya çareseriyê ji bo kar û xebatên xwe ya sala nû diyarkirin. Piştî vê li bajarên Hewlêr, Dihok û Kerkûkê her wiha gelek navçe û bajarokên din konferansa xwe yên mîna wê pêkanîn.

Di roja 31'ê Çileya 2016’an de, polisên Hewlêrê gelek çalakvanên bajarê Hewlêrê binçav kirin ku hewildidan amedekariya xwepêşandana li dijî paşketina mûçe û nebûna xizmetgûzariyan de bûn.

Ji bo amedekariya hewldana kontrolkirina Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ’ê di 8'ê Sibata 2016’an de artêşa Iraqê ji bo amedekariya operasyona bajarê Mûsilê, hêzekê mezin bire Mexmûrê û li herêmê bi cih kir.

Di salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêbrê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999’an de pêkhatî bû, li her çar parçeyên Kurdistanê û welatên Ewropayê ve hate şermezarkirin. Li Herêma Kurdistanê ji bi xwepêşandanan li gelek bajar û bajarokan hate şermezarkirin.

Artêşa Tirk wek salên derbasbûyî îsal ji sinorê Herêma Kurdistanê bombebaran dikir. Divê çarçoveyê de di roja 16’ê Sibata 2016’an de balafirên hewayî yên artêşa Tirk carekê din Binarê Qendîl bombebaran kir.

Êvara 28’ê Sibata 2016’an de, endamê desteya damezrêner û desteya rêveberiya ajansa RojNews Şoreş Mustafa piştî 2 rojan mayîna di nexweşxaneyê de ji ber sedemê ‘xwîn çû ser mejiyê wî’ jiyana xwe ji dest da.

Piştî rojekê bi merasimekê mezin û bi heybet, cenazeyê Şoreş Mustafa li Goristana Kelekin li bajarê Silêmaniyê hate definkirin.

Di roja 23’ê Çileya 2016’an de, berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî balkêşa li ser teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê û got: “Ji ber sedemê teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê dinava xaka Tirkiyê de û ji ber ne şandina petrolê rojane 15 milyon dolar ziyan ji bo Herêma Kurdistanê çêdibe. Ji ber ku dema petrol neyê şandin dahat ji pêknayê."

Piştê rojekê li ser axaftinên berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, parlamenterê Tevgera Goran li Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih bi belgeyan axaftinên Sefîn Dîzayî derew derxist.

Her wiha di heman rojê de Berdevkê Karê Derve yê KCK’ê ragihand: “Krîza Herêma Kurdistanê peywendiya xwe bi teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê ve nine. Ev çend rojin em van nûçeyane dişopinin, teqandina vê xeta petrola li Rihayê bi ti şêweyek peywendiyên me pêve nine. Hêzên me tiştekê wisan li wan cihan pêk ne aniye, em nizanin kê tiştekê wisan kiriye.

Komek ji çîn û kesayetên diyar yên bajarê Silêmaniyê di roja 28’ê Sibata 2016’an de, bi armança piştgiriya ji bo berxwedan û şoreşa Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, her wiha şermezarkirina kiryarên hovane yên hikûmeta Erdogan û bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê û civaka navneteweyî, li bajarê Silêmaniyê ji bo hefteyekê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Di 28’ê Sibata 2016’an de, çeteyên DAIŞ’ê bi hewanên kîmyayî êrîşê kirin ser navenda Şengalê.

Di destpêka Adara 2016’an de, hejmarek parlamanterên komên partiyên Kurdî li parlamentoya Herêma Kurdistanê, li dijî sekinandina parlamentoya Herêma Kurdistanê û pêknehatina civînan dest bi greva rûniştinê kirin, armanç ji vê grêvê ew bu ku zextê li ser partiyan bidin çêkirin.

Di destpêka Adara 2016’an de di merasîmekê bi heybet de, cenazeyê 2 şehîdan ku di 4’ê Adara 2016’an de, li Şengalê şehîd bibûn li goristana şehîdan ya Binarê Qendîl hatin spartina xakê.

Her wiha di heman demê de di 3’ê Adara 2016’an de, cenazeyê gerilayê HPG’ê û şervanekê YPG’ê ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehid bibûn, ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê hatin kirin û li çiyayê Qendîl hatin spartina xakê.

Di 6’ê Adara 2016’an de, 5 gerilayên HPG’ê ku li Geliyê Şîlo di encama êrîşên çeteyan de di 4’ê Adarê de şehîd bibûn, cenazeyê 4 ji wan şehîdan li Çiyayê Şengalê bi merasîmekê leşkerî û bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ hatin spartina xakê û cenazeyê gerilayê din li çiyayê Qendîl hate oxirkirin.

Di şeva 8’ê Adara 2016’an de, teqînekê li ser rêya Kerkûkê – Silêmaniyê pêkhat. Ji ber vê teqinê 2 endamên asayîşê şehîd bûn û 2 endamên din ji birîndar bun.

Îsal Newroz li tevahiya cihanê ji aliyê Kurdan ve hate pîrozkirin. Divê çarçoveyê de li Binarê Qendîlê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, bi beşdariya gerîlayên azadiyê û deh hezaran kes ve bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Di roja 27’ê Adara 2016’an de, ji bo pêngava tolhildanê ya şehîdên geliyê Şilo ku di 11’ê Adarê de ji aliyê hêzên HPG û hêzên YBŞ ve destpêkiribû, divê çarçoveya pêngavê de şerekê dijwar li dijî çeteyên DAIŞ’ê destpê kir û 5 şervanên azadiyê şehîd bûn. Şehîdên Geliyê Şilo bi merasîmekê heybet hatin oxirkirin. Di pêngavê de Fermandariya Giştiya YBŞ’ê da diyarkirin ku 107 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û 55 Êzidî hatine rizgarkirin û herêmekê berfireh ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Dema di meha Adarê de deriyê sinorê Sêmalka ji aliyê PDK'ê ve li ser Rojavayê Kurdistanê hat girtin, bazirganan û odeya bazirganan ya Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê girtina deriyê sinorê Sêmalka ji aliyê desthiladarên PDK’ê ve şermezarkirin û ragihandin; “Ev helwesta şerekê aboriye li dijî Rojavayê Kurdistanê.”

Di 31’ê Adara 2016’an de, li navçeya Mexmûrê 2 teqîn pêkhatin û şehîdek û 11 birîndar çêbûn.

Di 31’ê Adara 2016’an de, di çarçoveya operasyonekê hêzên YBŞ’ê û HPG’ê de 12 jin, 14 zarok û 12 malbat ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Li Çiyayê Şengalê bi merasîmekê keyfxweşiyê pêşwaziya ji bo wana kirin û piştre welatiyên Êzidî radestî malbatên wan hatin kirin.

Wekî hemû parçeyên din di 4’ê Nisanê de, roja dayîkbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya Herêma Kurdistanê hate pîrozkirin. Bi vê boneyê sed hezaran şitil li Kurdistanê hatin çandin.

Di 12’ê Nisana 2016’an de, li bajarê Silêmaniyê taziyekê ji bo fermandarê YPG’ê Şehîd Brusk Cemal Sabir nasnav bi Bakûr Çîlo merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Şehîd Bakûr di sala 1984’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîkbûye û di sala 1996’an de, di temenekê biçûk de li gel malbata xwe bi tevgera azadiya Kurdistanê PKK’ê nas dike. Li gel rêxistina azadiyê kar dike û heya roja 7’ê Nisana 2016’an de, bi daxwaza parastina taxa Şêx Meqsudê li Helebê ji aliyê çeteyên AKP’ê û encumeniya nîştîmaniya Suriyê ve li gel 9 hevalên xwe şehîd bûn.

Di heman roja 12’ê Nisana 2016’an de, di 63'emîn salvegera koça dawî ya Hepsexane Letif de, li bajarê Silêmaniyê perde li ser peykerê şehîda YPJ’ê li Rojavayê Kurdistanê Arîn Mîrkan hat rakirin.

Weke li gelemperiya cîhanê di sala 2016'ê de li Başûrê Kurdistanê jî gelek bûyerên giring rû dan. Di vî beşî de di serî de rûdana aloziyên li Xurmatû, her wiha êrîş û hovîtiyên DAIŞ'ê yên li hemberî civaka Êzidî, dîsan zext û ambargoya PDK'ê ya li ser Rojavayê Kurdistanê herî li pêşin. Her wiha rewşa Êzidiyên di kampên li Başûrê Kurdistanê de.

Di 13’ê Nisana 2016’an de, li navçeya Pênciwên a ser Silêmaniyê ve 2 welatparêz ên bi navê Westa Sediqî Salawayî û Kemalî Şêx Sade di seatên 18:04’an yê êvarê de ji aliyê kesên ne nasve hatin revandin. Paş demekê kurt di seatên 19:00 heya 19:10'ê êvarê cenazeyê Sediqî Salawayî bi şêweyê kuştî li nêzîkê rêya gundê Nizar, nêzîkê çemê mezinê Pênciwên hate dîtin ku 8 guleyên demançeyê li ser bedena wî hebûn. Di seata 15:00’yê piştî nivro roja din cenazeyê Kemalî Şêx Sade, her li wê derdorê hat dîtin. Piştî vê terorkirinê neraziyetî û xwepêşandan li çend bajar û bajarokên herêmê pêkhatin.

Di 20’ê Nisana 2016’an de, li kempa penaberan ya Aştiyê li bajarokê Erbet yê ser bi bajarê Silêmaniyê, Kurdên Êzidî cejna Çarşema Sor piroz kirin. Her wiha aliyên Kurdan û civaka nêvnetewî daxwaz kirin ku hewlek zêdetir bidin nîşandan ji bo azadkirina wan jin û zarokên di destê çeteyên DAIŞ’ê de mayîne. Her wiha sipasiya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin ku li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedan dikin.

Piştî aloziya yekem di nava çekdarên Heşd el Şeebî û pêşmerge de pêkhatî de, di 24’ê Nisana 2016’an de, eşkere bû ku di aloziyê de li Xurmatû 6 kesên ji Kurdan û nêzîkê 35 çekdarên Heşd el Şeebî hatine kuştin. Mala berpirsê çekdarên Bedr ji hate şewitandin. Lê belê piştî pêkhatina çend civînan de, rewşa navçeyê aram bûn.

Di şeva 24’ê Nisana 2016’an de, ji ber sedemê bûyerekê trafîkê de, endama Polîtburoya YNK'ê Wesfiye Benî Weys û berpirsekê rêveberiya şehîdan ji heman partiyê jiyana xwe ji dest dan û di 24’ê Nisanê de li bajarokê Xaneqînê hate spartina xakê.

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran ya Cihanê, di çendîn çalakiyên li Herêma Kurdistanê pêkhatin û têda balkêşa li ser û hate gotin ku li beramberê krîza sermayedaran li asta cihanê de sistemî sermayedaran rastê zererekê mezin hatiye, ev ji li ser çîna karker û zehmet kêş ve hatiye şkandin.

Hate daxwaz kirin ku li Herêma Kurdistanê rewşa karkeran û parastina jiyana wan bê li ber çav girtin ku salane bi dehan karker ji ber sedemên xirab jiyana xwe ji dest didin.

Piştî 2 salan bi ser dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê ve di roja 3’ê Gulana 2016’an de, gundê Beşîrî ser bi navçeya Xurmatû ve girêdayî parêzgeha Selahaddîn hatine rizgarkirin. Heşd el Şeebî ku pêşengtiya vê operasyona rizgarkirina gundê Beşîrî dikir, sipasiya hemû aliyan kir ku di rizgarkirina gundê Beşîrî de beşdarî kirine.

Di roja 8’ê Gulana 2016’an de, li nêzikê gundê Xalis di navbera rêya Bexda û Kerkûkê de ji ber sedemê trafîkê de Cigirê serokê komisyona Olimpiyata Kurdistanê Salih Kerim, serokê destpêkê Yekîtiya Grupan û Meydanî Kurdistan Xazî Fetah û leyistikvanê kevin yê topa dest Aso Derwêş jiyana xwe ji dest da.

Di roja 13’ê Gulana 2016’an de, asayîşa PDK’ê li Hewlêrê bi cilên sivilî ve li ber binaya parlamentoya Herêma Kurdistanê, êrîşkirin li ser nûçegihanê RojNews Rovan Reşîd û kesên din ku alîkariyê dayînê ku şopandina çalakiya şermezarkirina girtina Deriyê Sêmalka dikir. Di vê êrîşa asayîşê de peyamnêrê RojNews û ew kesên li gel bûn birîndar bûn.

Di 14’ê Gulana 2016’an de, pêşmergeyên PDK’ê ciwanekê Êzidî ji gundê Birqasim ser bi navçeya Şengalê hatibû û li sinorê Şengal û Rojavayê Kurdistanê li gel malbata xwe ji ber çeteyên DAIŞ’ê revîbû, dixwast derbasê Rojava bibe bi guleya hêzên PDK’ê hat kuştin.

Her wiha di roja 15'ê Gulana 2016’an de, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed di ofisa parlamenê li bajarê Silêmaniyê civiyan û behsa vê kirin ku derfetekê pêkhatiye ku sinorên di nava Kurdistanê de bên rakirin û ew dabeşkirina sed sale ji berê niha li dijî gelê me hatî pêkanîn bê dawî anîn. Niha bi hevsengiya dinava parçeyên Kurdistanê de heyî de dikare kar û xebat li ser pêvajoya demokrasiyê bê kirin.

Di 17’ê Gulana 2016’an de, naveroka lihevkirina dinava YNK û Tevgera Goran de bi merasîmekê de li bajarê Silêmaniyê ragihand ku ji 25 madeyan pêk dihat, hat îmzekirin.

Di roja 19’ê Gulana 2016’an de, Aysel Avesta peyamnêr û amedekarê bernameya Stêrka Jiyanê di Stêrk TV de, di demekê ku ji bo pêkanîna bernameyê çûbû xaka piroz ya Êzidiyan (Laleş), ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve hat girtin û hate şandina asayîşa Dihokê. Paş çend roj bi winda bûna wê çalakiyên nerazîbûnê destpêkirin. Bi xwe gihandina rêxistinên peywendîdar de peyamnêra Stêrk TV Aysel Avesta hate azadkirin.

Di 22’ê Gulana 2016’an de, di merasîmekê bi amedebûna gerilayên HPG’ê û YJA STAR’ê, fermandarên pêşmerge, çîn û pêkhateyên herêmê, li bajarokê Daqûqê ser bi Kerkûkê merasîma rakirina perdeya li ser wêneyên Şehîd Merwan û Şehîd Armanç hat lidarxistin.

Di 25’ê Gulana 2016’an de, asayîşa PDK’ê rê neda alîkariya xêrxwazî û ya mirovahiyê bê gihandina Rojavayê Kurdistanê. Divê aliyê de Odeya Bazirganiyê û Pîşesaziyê li Silêmaniyê ragihand: "Rê nehat dayîn me ku 500 ton alîkarî hatî komkirin bigehînin Rojavayê Kurdistanê."

Di 26’ê Gulana 2016’an de, Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK), di merasîmekê de bi amedebûna gelek ji jinên partiyên cûda û rêxistinan Kurdistanê li goristana Xidir Zinde, navçeya Xaneqînê girêdayî Diyale Monumenta Jinên Şoreşger hate vekirin.

Di 30’ê Gulana 2016’an de, di çarçoveya operasyona paqijkirina Feluce de ji çeteyên DAIŞ’ê, hêzên Iraqî çûn nav bajar de ku operasyon di 23’ê Gulanê de destpêkiribû.

7'emin kongreya Yekgirtu Îslamiya Kurdistanê di 28’ê Gulana 2016’an de destpêkir. Piştî 2 rojan yên kongreyê bi rêjeya 701 deng li himberê 268 dengan Selahaddîn Bahadîn bu Sekreterê Giştiyê ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê.

Di 31’ê Gulana 2016’an de, wesayîtekê xwekûj, êrîşê kir ser baregehekê Heşd el Şeebî û di êrîşê de hêjmarek zêde çekdarên Heşd el Şeebî û welatiyên sivîl hatin kuştin.

Di destpêka meha Hezîrana 2016'ê de, profesor Mustafa Zelmî di 4’ê Hezîrana 2016’an de koçî dawî kir. Di sala 1924’an de li gundê Zelmî Hewreman ser bi bajarê Helebce ji dayîk bibû.

Di roja 5’ê Hezîrana 2016’an de Fermandarê hêzên Şemsî Şîmal Feysel Ebû Leyla piştî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Minbiçê birîndar dibe û ji bo tedawiyê anîbûn bajarê Silêmaniyê, di nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê de şehîd bû û tevlî karwanên şehîdên bêmirin bû.

Piştê 19 jinên Êzidî li Mûsilê bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin şewitandin û dimenên wan hatin belavkirin, di roja 9’ê Hezîrana 2016’an de, li kampa penaberan a Aştî li Erbet konê sersaxiyê hate danîn.

Dikarin li ser vê navnîşana xarê xwe bigehînin beşa yekem.

http://bit.ly/2hZkeIw (sk)