1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parastina bi kurdî ya 127 girtiyan hat redkirin
Parastina bi kurdî ya 127 girtiyan hat redkirin,parastina,bi,kurdî,ya,127,girtiyan,hat,redkirin

Parastina bi kurdî ya 127 girtiyan hat redkirin

A+ A-

09:28 15.11.2013

ÇAGDAŞ KAPLAN

STENBOL (DÎHA) - Mafê parastina zimanê zikmakî ya li dadgehan ku di serê salê de bi parêta darazê hatibû qebûlkirin, piştî 11 meh şûnde hat ji bîr kirin. 127 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ku xwestin li Hekîmtiya Înfazê ya Kocaeliyê parastina kurdî bikin daxwaza wan hat redkirin.

Hikûmeta AKP'ê ku 11 meh berê pakêta darazê bi raya gişti re parve kir û diyar kir ku li dadgehan mafê parastina zimanê zikmakî nas dike, niha dîsa parastina zimanê zikmakî li 127 gritiyên siyasî qedexe kir. Girtiyên PKK'ê ji bo mafê parastina kurdî û zimanê kurdî di 12'ê Îlona 2012'an de li hemû girîgehan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn û piştî daxwaza wan hat qebûlkirin di roja 68'an de dest ji çalakiyê berdabûn. Girtiyan sala par ji bo şert u mercên Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan bê başkirin û tenduristi u ewlehiya Ocalan bê başkirin, dîsa ji bo daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî di 12'ê ÎLonê de dest bi gireva birçîbûnê kirin û li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 68'an de dawî li çalakiyê anîn.

Niha jî 127 girtiyên siyasî yên Girtîgeha tîpa F-2 a Kandirayê xwestin li Hekîmtiya Înfazê ya Kocaeliyê parastina kurdî bikin. 127 girtiyên ku xwestin ji bo parastina xwe bi kurdî îfade bidin. Lê Hekîmtiya Înfazê ya Kocaeliyê li gel zagona parastina zimanê zikmakî hatiye rastkirin û ev maf ji aliyê zagonan ve hatiye naskirin jî dîsa Hekîmtiya Înfazê ev daxwaza girtiyan red kir. Hekîm, bêyî hinceta nîşan bide ev daxwaza girtiyan red kir.

Prz. Rezan Sarica, diyar kir ku 127 girtiyên ku muwekîlê wî jî di navde ji ber ku tev li çalakiya gireva birçibûê bûbûn der barê wan de lêpirsîn hat vekirin û rastî cezayê dîsîplînê hatin. Sarica anî ziman ku piştî doz birin Hekîmtiya Înfaza Kocaeliyê girtiyan xwest parastina xwe bi kurdî bikin, lê hekîmtiyê parastina kurdî ya girtiyan red kiriye.

Sarica, destnîşan kir ku li gel di xala 202'an a CMK'ê de guhertin çêbûye û mafê parastina zimanê zikmakî hatiye naskirin jî dîsa mafê parastina kurdî hat redkirin û ev mafê wan ê parastinê hatiye îhlalkirin. Sarica, anî ziman ku reda mafê parastina 127 girtiyên siyasî îhlala zagonan e û dadgehê li dijî zagonan sûc kiriye. Sarica, da zanin ku ev yek nayê qebûlkirin.

(mae)