1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Parastina KCK'ê ya bi kurdî bi tirkî derket
Parastina KCK'ê ya bi kurdî bi tirkî derket,parastina,kck,ê,ya,bi,kurdî,bi,tirkî,derket

Parastina KCK'ê ya bi kurdî bi tirkî derket

Parastina siyastmedarên kurd ji weşanxaneya Aramê derket

A+ A-

ABDURRAHMAN GOK Parastina siyastmedarên kurd ên di 14'ê Nîsana 2009'an de hatin girtin û heta niha her tim rastî astengiyên parastina kurdî hatin, ji weşanxaneya Aramê derket. Bi hezaran kesên ji doza KCK'ê tên darizandin û d navde parlementer, şaredar û enamên meclîsan jî hene, li gel 3 sal derbas bûn jî, hêj nikarin parastina xwe bi kurdî bikin. Weşanxaneya Aramê pirtûka parastinê bi navê "Parastina Siysata Demokratîk û Siyaseta Civakî KCK" bi xwendevanên xwe re parve kir.

Parastina 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ên 3 salin bêyî ku parastina xwe bikin ji doza "KCK'ê" tên darizandin ji weşanxaneya Aramê bi navê "Parastina Siysata Demokratîk û Siyaseta Civakî KCK" derket. Siyasetmedarên kurd ku di navde parlamenter, siyasetmedar, şaredar, nivîskar û parêzer jî hene her tim rastî astengiyên "Zimane nayê zanîn, zimanê hetan famkirin, Zimanê tê fikirîn bi kurdî ye" her tim rastî astengiyan hat û mikrofan li ser girtiyan hate girtin. Siyasetmedarên kurd ku ji aliyê 100 hezaran kesan ve hatin hilbijartin 3 salin ligel ku nikarin parastina xwe bikin jî hêj doza wan bi encam nabûye. Doza ku 3 salin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin heta niha 50 carin tev li rûniştina dozê dibin, 50 caran destûra parastina kurdî tê redkirin û 50 carin mîqrofonê li ser wan digire. Siyasetmedarên kurd ku parastina xwe amade kirin û heta niha nekarîbûn pêşkêşî heyeta dadgehê bikin kirin pirtûk û çap kirin. Pirtûka bi navê "Parastina Siysata Demokratîk û Siyaseta Civakî KCK" ji weşanxaneya Aramê hate çapkirin. Pirtûk piştî hate çapkirin di 3'emîn Fuara Pirtûkan a TUYAP'ê de xwe gîhand xwendevanên xwe. Pişti stanta pirtûka KCK'ê hate vekirin rastî eleqeyek gelek mezin hat.

Li hemberî îdîanameya 7 hezar 500 rûpel parastina 355 rûpel

Pirtûk li hemberî îdîanameya 7 hezar 500 rûpelan a ji bo 152 siyasetmedaran bi 355 rûpelan bi tirkî hate çapkirin. Siyasetmedaran pirtûk di bin 8 xalan de kom kir. Di pirtûkê de hate diyarkirin ku armanca operasyonê komkujiya siyasî ye. Di pirtûkê de li hemberî îdîanameyên Serdozgere Komarê yê Amedê de parastina kar û xebaten siyasetmedaran ên qada legal û siyasî hatiye kirin.

Di pirtûkê de li ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya li dijî nasname, ziman, çand û siyaseta kurt tê meşandin hate vegotin û diyar dike ku hikûmet her tim bi polîtîkayên înkar û îmhayê nêzî çareseriya pirsgirêka kurd dibe. Siyasetmedaran, da zanin ku hemû kar û xebatên kurdan ên ji bo lêgerîn û parastina mafê xwe yên siyasî, çandî, çivakî û nasnameyê wekî xebatên 'Terorê' hatine ditin û ev yek jî li dijî rastiyê ye û nayê qebûl kirin. Di pirtûka KCK'ê de hate diyarkirin ku di îdîanameyê de qet behsa ziman, çand û nasnameya kurdan nehatiye kirin û înkar heye.

Siyasetmedaran di parastinê de li ser rastiya kurdan jî rawestiya û xwest dadgeh rast nêzîkî têkiliyên kurd û tirkan û rastiya çand, nasname û nirxên kurdan bibe.

Siyasetmedarên kurd di parastina xwe de li ser projeya "Pradîkgamaya Civaka Ekolojîk û Demokratîk", "Ceribandinên Cîhanê û Rêbazên Çareseriyê", "Peymanên Navneteweyî û Komara Tirkiyeyê" û "Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk" rawestiyan.

(mae)