1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Parastina rewa bi destê jinê xurt dibe
Parastina rewa bi destê jinê xurt dibe,parastina,rewa,bi,destê,jinê,xurt,dibe

Parastina rewa bi destê jinê xurt dibe

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Geverê ya parastina rewa bi destê jinê pêş dikeve, jin xweliya komir, xîz û axê dixin torbeyan û bendên parastinê bilind dikin.

Li navçeya Geverê ku parastin bi destê jinê xurt dibe, di pêşengiya jinan de barikat tên avakirin. Li hemû taxên Geverê parastina rewa tê avakirin û barîkat tên avakirin. Li taxa Ormanê ku hemû kontrol di destê YPS û YPS-Jinê de ye, jin li kolanên sereke barikatan ava dikin. Jin torbeyên xîz, ax û xweliya komirê ji qadên dûr dikişînin kolanan û barîkatan ava dikin. Di xebat û avakirina barîkatan de hewldanên jinên ciwan zêdetir balê dikişîne ser xwe. Welatiyên taxê jî bi çay, xwarin, borek û çorekan piştgiriyê dide xebatan. Pixti xebatê avakirina barîkatan jinan bi hevre bi siloganên "Jin jiyan azadî" govend gerandin û belav bûn.

(mae)