1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Parazvanên Mafên Mirovan: Dê înfazên bêdaraz zêde bibin
Parazvanên Mafên Mirovan: Dê înfazên bêdaraz zêde bibin,parazvanên,mafên,mirovan,dê,înfazên,bêdaraz,zêde,bibin

Parazvanên Mafên Mirovan: Dê înfazên bêdaraz zêde bibin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Li herêmê hêj pêşnûmeya "Qanûna Ewlehiyê ya Hundir" neketiye meriyetê înfazên bêdaraz zêde bûn, saziyên mafên mirovan diyar kirin heke ev qanûn bikeve meriyetê dê înfazên bi vî rengî zêde bibin û ev yek jî pirsgirêkê kûrtir bike. ÎHD, TÎHV û MAZLUMDER'ê bal kişandin pêkanînên polîsan ên berê û diyar kirin ku bi bêcazebûna heyî dê kolan ji bo terora polîsan bê hiştin.

Dewleta ku di salên 90'an de bi zêdekirina rayeya polîsan li Kurdistanê qatlîam pêk anî bi "paketa ewlehiya hundir" ve heman pratîkê dixe dewreyê. Hêj qanûn neketiye meriyetê înfaz zêde bûn. Piştî ku li Colemêrgê Rojhat Ozdel (17) hate qetilkirin li Amedê A.Kadir Çakmak (16) bi guleya polîsan ve hate qetilkirin. Rêxistinên sivîl ên civakî têkîldarî mijarê nirxandin kirin anî ziman ku bi pakêta bê derxistin ve dê înfaz zêde bibin.

Ev qanûn nayên qebûlkirin

Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV) Metîn Bakalci diyar kir ku Tirkiye bi awayeke derveyî hiqûqê dibe şahidê şîdeta polîsan û pakêta ewlehiyê ya ku derbasî pratîkê tê kirin ji "guhertina qanûnê" wêdetir e. Bakkalci bilêv kir ku rayedar têkîldarî qetilkirinan daxuyaniyên ku piştgiriyê didin polîsan didin û wan xelat dikin.

Bakkalci raporên ku her sal wekî TÎHV amade dikin bi bîr xist û diyar kir ku polîs bi hincetên cur bi cur înfazên bêdaraz pêk tîne. Bakkalci bilêv kir ku di 11 mehên 2014'an de 39 kes ji aliyê şîdeta polîsan ve hatine qetilkirin û di qetilkirina A.Kadir Çakmak de jî rayedaran piştgirî dane polîsan. Bakkalci destnîşan kir ku ev qanûn nayên qebûlkirin û asta ku Tirkiye hatiye gelek xetere ye û êdî li hemberî vê yekê tehamul nemaye. Bakkalci derbirî ku ew wekî parazvanên mafên mirovan careke din dixwazin ku ev şîdet û kuştin bên rawestandin.

Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal jî têkîldarî pakêta ewlehiyê wekî qanûneke pêkutiyê ya li dijî daxwazên demokratîk bi nav kir. Unsal got ku qetilkirina A.Kadir Çakmak a li Amedê encama vê pêkanînê ye û heta ev pêkanîn bidomin winda jî dê zede bibin û ji bo vê yekê fikarên xwe anî ziman. Unal bang li rayedaran kir û wiha got: "Hûn bi zêdekirina tedbîran encax dikarin pirsgirêkan kûr bikin û bînin rewşeke ku nikarin ji nav derkevin." Unsal anî ziman ku feraseta ewlehîperest zêde bûye û divê pêşiya vê yekê bê girtin.

'Polîs bi aweyeke bêdaraz mirovan qetil dike'

Hevserokê ÎHD'a Enqereyê Îbrahîm Halîl Vargun jî got ku jixwe li Tirkiyeyê polîs rayeya xwe xirab bi kar tîne û ev yek rê li ber binpêkirinan vedike. Vargun wiha berdewam kir: "Bi derxistina qanûnê polîs di çalakiyên civakî de wekî ku dibêje li dijî wan çek hatiye bikaranîn û bikaranîna çekê ji bo xwe wekî maf dibîne." Vargun anî ziman ku dê bi pakêta ewlehiyê ve kuştin zêde bibin. Vargun diyar kir ku polîs berê kêm be jî girêdayî qanûnan bûn lê niha bi awayeke rehet bi aweyeke bêdaraz mirovan qetil dike.Vargun anî ziman ku hikûmet bizêdekirina rayeya polîsan dixwaze înfazên bêdaraz pêk bîne û ew ê wekî ÎHD ji bo pêşiya vê qanûnê bigirin û ev qanûn bê guhertin çi ji destên wan bê dê bikin.

(sa/wk)