1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parka Newrozê ji bo roja dîrokî tê amadekirin
Parka Newrozê ji bo roja dîrokî tê amadekirin,parka,newrozê,ji,bo,roja,dîrokî,tê,amadekirin

Parka Newrozê ji bo roja dîrokî tê amadekirin

A+ A-

METÎN ÎNAN

AMED (DÎHA) - Li Amedê amadekariyên Newrozê didomin û ji bo pîrozbahiya dîrokî li Parka Newrozê bênavber xebat didomin. Ji aliyekî ve kêmasî tên temamkirin û ji aliyê din jî hejmara ku tevli pîrozbahiyê bibin tê texmînkirin û ji bo ewlehiyê dê zêdetirî 5 hezar kes bên peywirdarkirin. Seroka Komîteya Amadekar Zubeyde Zumrut anî ziman ku ev Newroz tê wateya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bang li hemû welatiyan kir ku bi kincên xwe yên herêmî tevli pîrozbahiyan bibin.

Di pêşengiya BDP û KCD'ê de bi dirûşma 'Rêbertiya Azad Kurdistan Azad', di 21'ê Adarê de li Amedê Newroza dîrokî bê lidarxistin û amadekarî bênavber didomin. Parka Newrozê ku li Baglarê ye, 136 hezar metrekare pêk tê û çav lê ye ku îsal bi milyonan kes tevli pîrozbahiyê bibin. Ji niha ve amadekariyeke mezin tê kirin û ev hefteyeke li derdora parkê tedbîrên ewlehiyê tên girtin û dê roja Newrozê ji bo ewlehiyê zêdetirî 5 hezar kes bên peywirdarkirin. Li aliyekî kevirên parke û çîm tên çêkirin û ji aliyê din platform tê çêkirin û li trîbûna mêvanan li şûna ahşapê hesin tê danîn. Dê qada Newrozê bi pankart û broşûran bê xemilandin û ji bo pergala den li 6 kuleyan 6 vînç bê bi cihkirin. 100 seyar û bi giştî 200 destav hene û dê îsal destur neyê dayîn seyar firoş bikevin qadê.

Kuleya agir ji nû ve hat çêkirin

Ji bo gel bi rihetî bigihêje qada Newrozê dê li hemû dera, wesayît bên rakirin û di Newrozê de wesayît bêpere bin. Ferhat Balkan li Parka Newrozê amadekariyan kordîne dike û diyar kir ku dê di 20'ê Adarê de hemû amadekarî bi dawî bibin. Balkan anî ziman ku îsal kuleya agir ji nû ve çêkirin û wiha got: "Salên borî kuleya agir pêşî li tahlkuyen vedikir û îsal me hinek tedbîr girtin. Li dora kuleya agir, dîwarê metreyek bilindahî û metreyek berahî çêkir. Ji ber agir piyê kuleyê germ dibe û ji bo tedbîrê me li dora piyê kuleyê bi axa sor û ka ve parast. Her wiha hem li nava parkê û hem jî li derdora parkê xebatên me didomin. Hêj xebatên li platformê bi dawî nebûne. Bawerkim dê di nava çend rojan de bi dawî bibe."

Nîvekî girseyî li Qerejdaxê, nîvek li Baglarê...

Seroka Komîteya Amadekar ya Newrozê û hevseroka rêxistina BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut bi bîrxist ku li erdnîgariya kurdan 2 hezar sal in bi organîzasyonên mezin, Newroz tê pîrozkirin û wiha got: "Newroza Amedê, wekî Newroza Rojhilata Navîn e. Ji ber ku hemû kes dixwazin tevli Newroza Amedê bibin. Ji ber vê yekê hejmar mîlyonekî derbas dibe. 5 sal in Newroz li Parka Newrozê tê pîrozkirin û ev qad têrê nake. Qad li gorî 750 hezar kesî ye lê sala par 2 milyon kes tevli pîrozbahiyê bûn. Ji ber vê yekê em ê îsal, têlên navbera Parka Newrozê û parka derdorê rakin û bikin yek. Serê nîvekî girseyê li Çiyayê Qerejdaxê, serê nîvekî girseyê jî li Baglarê ye. Em herî zêde li ser ewlehiyê disekinin. Dema em çûn qadê di destpêkê me krokî derxist û ji bo ewlehiyê tespît kir. Dê îsal zêdetirî 5 hezar kes ji bo ewlehiyê bên peywirdarkirin. Ji cihên wesayît rabin, heta nava qadê dê tedbîrên ewlehiyê bigirin. Dema çend roj ji Newrozê re bimîne, em ê li qadê tatbîkat bikin."

'Newroza azadiya Ocalan'

Zubeyde Zumrut balkişand ser girîngiya Newroza 2014'an û anî ziman ku dê di Newrozê de peyamên girîng bên dayîn, bang li welatiyên ji 7 salî heta 77 salî kir ku bi kincên xwe yên herêmî tevli pîrozbahiyê bibin. Zumrut wiha got: "Em Newroza îsal ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan li dar dixin. Ji ber vê yekê em îsal girîngiyê didin rengîniyê. Em difikirin ku platformê îsal nivîs û posterên cuda ve bixemlînin. Dê li gorî ruhê pêvajoyê pankart û poster bên bi cih kirin. Em dixwazin welatiyên ku li navçeyan tên, bila dahol û zurneyan bikevin qada Newrozê."

(ça)