1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parlamenteriya Hatîp Dîcle Betal Dikin?!
Parlamenteriya Hatîp Dîcle Betal Dikin?!,parlamenteriya,hatîp,dîcle,betal,dikin

Parlamenteriya Hatîp Dîcle Betal Dikin?!

A+ A-

Li gel hişyariya 15ê hezîranê ya Tevgera Azadiyê ji dewlet û hukûmetê ra û li gel heman hişyariya hemû derdorên bihîstyar ku dikare şerek mezin rû bide û divê dewlet êdî hin gavan bavêje jî, Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan di axaftina xwe de tu tiştek berçav ku hêvî bide negot û hema rojek piştî hilbijartinan jî Rojnameya Azadiya Welat careke din dane girtin. Niha jî betalkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle kirine rojeva xwe!. Bi ya me dewlet û hukûmeta AKPê bi agir dilîze!.

Piştî encamên dawî yên hilbijartinan hatin aşkere kirin, bi angaşta ku ”propogandaya rêxistina terorê kiriye” salek û 8 meh cezayê dabûne Hatîp Dîcle teqez bûbû û ji ber vê jî beriya hilbijartinên 12ê hezîranê betalkirina berendametiya wî hatibû rojevê.

Saziya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar dabû ku piştî îfadeyê Dîcle bê girtin dê biryarekê bidin û niha li gor rojnameya tirk Mîllîyetê ku vê sibê di malpera xwe de derxistiye manşetê, diyar e ku dixwazin parlamenteriya Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Serbixwe yê Amedê Hatîp Dîcle betal bikin!..

Li şûna Dîcle, îhtimalek heye ku berendama AKPê Oya Eronat bikine parlamenter, lê ka gelo dê bikaribin vê xirabkariyê bikin an na dê dem û nerazîbûnên gelê kurd nîşan bide.

Amîda Kurd