1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Parlamentoya Misrê piştî 3 salan civiya
Parlamentoya Misrê piştî 3 salan civiya,parlamentoya,misrê,piştî,3,salan,civiya

Parlamentoya Misrê piştî 3 salan civiya

A+ A-

10.01.2016 13:31 Cîhan, Nûçe NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamentoya Misrê ku di encama darbeya leşkerî de ji destê Birayên Misliman (Ixwan El-Muslimîn ) hatibû derxistin û feshkirin, piştî 3 salan cara yekemîn civiya.

Meclîsa Misrê ku bi darbeya leşkerî hatibû feshkirin, piştî hilbijartinên di mehên cotmeh û mijdarê yên sala 2015’an, cara yekemîn kom bû. Cîgirê Serokê Partiya Delegasyonê (Partiya Wefd) Behadîn Ebu Şeqe wekî endamê herî mezin ê meclîsê, civîn birê ve bir.

Parlamentoya ku ji 568 parlamenteran pêk tê û piraniya wan alîgirên Serokomar El-Sîsî ne, li ser mijarên “hilbijartinên serokatiya parlamentoyê û herdû cîgirên wî, her wiha serok û cîgirên komîteyên xebatê” nîqaşan meşandin.

Piştî nîqaşan namzetê Koalîsyona Piştygiriya Misrê Elî Edul Al, Cîgirê Navenda El-Etarîn a Serbixwe Ehmed Kemal û Wezîrê Berê yê Piştevaniyê ji bo serokatiya parlamentoyê hate pêşniyarkirin.

(mm)