Partiya Çep ji ENKS'ê vekişiya
NAVENDA NÛÇEYAN 01.02.2014 08:40:23 Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ji Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) vekişiye û diyar kir ku dê bi hemû derfetên xwe ji bo serketina rêveberiya xweseriya demokratîk têbikoşe.
Desteya Navendî û Rêvberiya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê civîna xwe ya berfireh lidar xist. Piştî civînê partiyê daxuyaniyek niviskî weşand û bi awayekî fermî vekişîna xwe ya ji ENKS'ê îlan kir.
Di daxuyaniya Partiya Çep de hate diyarkirin ku partiya wan beriya her kesî banga avakirina desteyeke yekbûyî ya kurdan kiribû û wiha hat gotin: ''Partiya me di kongreya xwe ya 3. ku di sala 1973'an de hate lidarixstin de, banga avakirina desteyeke yekbûyî ya hêzên kurd kiribû. Her wiha di sala 1993'an de jî partiya me projeya Desteya Gelê kurd li Sûriyê destnîşan kiribû û banga tevlîbûnê li hemû partî û hêzên kurd kir. Herî dawî jî me di avakirina ENKS'ê de cihê xwe girt, ji bo yekîtiya gelê kurd û parastina nirxên kurdan me her dem di nava ENKS'ê xebat domand. Di şoreşa Sûriyê de jî ji bo têkiliyên di navbera ENKS'ê û Meclîsa Gel a Rojava (MGRK) de û parastina yekîtiya kurdan çi ji destê me hat me kir.''
'ENKS LAWAZ Û BÊBANDOR KIRIN'
Der barê avakirina ENKS'ê de di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:'' Avakirina ENKS'ê di 26'ê Cotmeha 2011'an de ji bo gelê kurd bûyereke dîrokî bû. Lê mixabin piştî demeke ne dirêj hin partiyên di nava ENKS'ê de xwe komî ser hev kirin û dest bi kiryarên neyînî kirin, ji vê yekê xwestin biryarên ENKS'ê têxin bin kontrola xwe. Li ser vî esasî partiyên behsa mijarê ji bo berjewendiyên xwe bimeşînin roj li pey rojê ENKS'ê lawaz û bê bandor kirin.''
Di berdewana daxuyaniyê de hate distnîşankirin ku lawazî û nakokiyên di nava ENKS'ê de ji aliyê gelê kurd, rewşenbîr û çalakvanan dihate şopandin, rojana rexneyên li ser ENKS'ê zêde dibûn û daxuyanî wiha pêde çû:'' Tevî hemû hewldanên hêzên xêrxwaz ên di nava ENKS'ê de jî rojane bandora ENKS'ê lawaz dibû, aliyên neyînî yên di nava ENKS'ê de tevger dikirin, her dem di bi israr helwesta didomandin. Peymana Hewlêrê ku di 11'ê Tîrmeha 2012'an hate îmzekirin firsdeke bû ku dawî li rewşa heyî û lawaziyên ENKS'ê bê, lê aliyên neyînî tev digeriyan carek in jî kiryarên û xeta xwe dewam kirin. Van hêzan vê carê jî bi zanebûn peymana Hewlêrê xeniqandin.''
'BI RÊBAZÊN NE REWA ENKS TEVLI KOALÎSYONÊ KIRIN'
Partiya Çep di daxuyaniya xwe de diyar kir ku partiyên neyînî yên di nava ENKS'ê de cihê xwe digirtin serî li rêbazên rewa û ne rewa dan û li ser vî esasî peymana ku ti mafên kurdan qebûl ne dikirin bi Koalîsyona Hêzên Muxalefeta Sûriyê îmze kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî ENKS'ê tevlî Koalîsyonê bû hêviyên kurdan a bi şandeyek serbixwe û di bin navê Desteya Bilind a Kurd di civîna Cenevre-2 ji holê rabû, her wiha derfetên ku pirsgirêka kurd bibe yek ji mijarên sereke di civînê de pir kêm bûn û daxuyanî wiha dewam kir:'' Bi tevlîbûan ENKS'yê ya di nava Koalîsyonê de ziyaneke mezin gihişt kurdan, her dem rexneyên me li ser biryara tevlîbûna nava Koalîsyonê hebû û bi van 3 xalên li jêr her dem rexne û têbîniyên me hebûn:
1- Xalên li ser hatine lihevkirin rastiya cewherî ya neteweya kurd binpê dike, peymana ku li ser hatiye lihevkirin ne li gorî biryar û hêviyên ku ENKS'ê li ser avabûne ye, hebûna kurdan a li Sûriyê qebûl nake û ti rengên çareseriyê li gorî zagon û peymanên navneteweyî destnîşan nake.
2-Peymana ENKS'ê ya yek alî ku bi Koalîsyonê re pêk hate li dijî xalên bingehîn ku Desteya Bilind a Kurd (DBK) li ser hat avakirin û hevpeymana Hewlêr bûn. Li aliyê din jî li dijî projeya yekbûyî ya neteweya kurd bû.
3- Peymana ku bi aliyekî opozisyonê re hate îmzekirin tevlî girîngiya wê lê herêmên kurd rastî xeterî, destwerdana komên çekdar anî û ewlekariya herêmê binpê kirin.''
'ME GELEK HEWLDAN KIRIN'
Partiya Çep di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan her dem siyasetên dihatin meşandin rexne dikirin û di hemû civînên ENKS'ê de helwest nîşan dida û wiha hate domandin:'' Partiya me hin caran bi tena xwe û hin caran li gel hin hêz û kesayetên serbixwe yên di nava ENKS'ê de li dijî biryaran derdiket. Me di vê demê de karîbû hin planên wan vala derbixin. Lê hêzên behsa mijarê di xeta xwe de dewam kirin, ENKS'ê qels kirin, heta gihişt asta ku ti bandor û rêzgirtina wê di kolana kurdî de ne ma.''
Di daxuyaniyê de hate bibîr xistin ku ENKS'ê avakirina Desteya Niştimanî ya hemû pêkhateyên Cizîrê pêşniyar kir, piştre wan hêzan Deste lawaz kir û veguhertin Meclîseke Gelerî ziyîf ku tu bandora wê tuneye û daxuyanî wiha hate domandin: '' Di 14'ê Adara 2013'an de jî ENKS'ê biryar da ku bi alîkariya MGRK'ê û hemû pêkhateyên din rêveberiya demokratîk ava bike. Careke din hêzên behsa mijarê rê ne dan ev proje ronahiyê bibîne. Her wiha di dema ku PYD'ê projeya rêveberiya demokratîk pêşniyar kir hêzên neyînî yên di nava ENKS'ê de neçarî tevlîbûnê hatin kirin, di encamê de pêşnûmeya projeya rêveberiya demî ya xweseriya demokratîk a di herêmên kurdî û yên hevbeş de hate îmzekirin. Tevlî wê yekê jî hêzên neyînî bi hinceta ku Desteya Bilind ji aliyê herdu aliyan ve ne hate meşandin wê çawa rêveberî bê avakirin, civînên rêveberiyê boykot kirin û bûn sedema dûrxistina ENKS'ê ji rêveberiyê. Partiya me tevî vê yekê ji civînan qet ne bû û cihê xwe di avakirina Meclîsa Qanûnsaziyê ya Demî de girt, her wiha di rêveberina hevpeymana civakî, qanûna hilbijartinê û xweseriyê de cihê xwe girtin. Di dawiyê de partiya me di avakirina meclîsa rêveber a demî, edalet û hemû saziyên wê de jî cihê xwe girt.''
'EM JÎ XWEDIYÊ RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK IN'
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew xwediyê projeya Desteya Yekbûyî ya Nûnertiya Gelê Kurd li Sûriyê bûn û di yekîtiya kurdan de cihê xwe girtin, di van rewşan de jî dê ji bo bidestxistina mafên gelê kurd tevbigerin û rêya dane destpêkirin wê heta dawiya dewam bikin.
Partiya Çep daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:'' Me hêvî dikir ku ENKS'ê û bi taybet hêz û kesayetên erênî yên di navê de cihê xwe digrin tevlî rêveberiya xweseriya demokratîk bibûna. Em bawer dikin ku rêveberiya xweseriya demokratîk ji bo berjewendiyên gelê me ye û em ê heta dawî bê teredud û bi hemû hêza xwe di rêveberiyê de xebatên xwe dewam bikin. Li aliyê din jî em vekişîna xwe ya ji ENKS'ê ji raya giştî û gelê xwe re îlan dikin.''
