Partiyên siyasî amade ne
Amadekariyên Newroza Stenbolê yên pîrozbahiya Newrozê bidawî bûn. Partiyên siyasî diyar kirin ku tevî hemû pêkûtî, binçavkirin û girtinan ew ê di 18'yê Adarê de li Kazliçeşmeyê dê li gel gelê kurd bin.
Walîtiya Stenbolê daxuyand ku ew ê destûrê nedin pîrozbahiya Newroza Stenbolê. Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak jî diyar kir ku ew ê diyar kir ku tevî biryara walîtiyê jî di 18'yê Adarê ew ê li qada Kazliçeşmeyê bin. Partiyên Siyasî jî anîn ziman ku ji bo ew li Kazliçeşmeyê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin hemû amadekariyên xwe temam kirine. BDP, EMEP, EDP, DÎP û SODEP'ê destnîşan kirin ku tevlî hemû pêkûtî, binçavkirin û girtinan ew ê li gel gelê kurd cih bigirin.
Tê payîn ku Newroza herî herî girseyî bê pîrozkirin
Serokê EMEP'a Stenbolê Guven Gerçek bal kişand li ser girîngiya Newroz îsal û got; "Siyasetmedar, rojnamevan û ciwan di girtîgehan de ne. Li ser Kurdan pêkûtiyên dijwar tên meşandin. Lewma em di wê baweriyê de ne ku Newroza îsal ji Newrozên salên borî hê girseyîtir tevlî pêk bê. Me wekî HDK dest bi xebateke berfireh kir. Em wekî rêxistina EMEP'ê ji rêxistinên kedê heta jinên li atolyayan dixebitin bang li her kesî dikin ku tevlî Newrozê bibin. Em dixwazin ev Newroz bibe Newroza şînbûna biratiya gelan."
'Dê operasyonên KCK'ê bê şermezarkirin'
Serokê EDP'a Stenbolê Sînan Tutal da wiha axivî: "Ji bo pirsgirêka kurd di warê demokrasiyê de çareser bibe û rojeveke bi vî rengî pêş bikeve em ketine nava hewldaneke mezin de. Di vê Newrozê de em ê operasyonên KCK'ê şermezar bikin. Ji bo pirsgirêka kurd di warê aştî û demokrasiyê de çareser bibe divê Newroz bibe wesîle.
'Bila careke din Roboskî pêk neyên'
Serokê SOTEP'ê Adnan Celayîr jî anî ziman ku ew ê di roja yekşemê de li gel gelê kurd cih bigirin. Rêvebirê ESP'a Stenbolê Erdal Demîrhan jî wiha axivî: "Di vê Newrozê de ew ê bê xwestin ku komkujiyên Roboskiyê dûbare nebin. Em wekî HDK tevlî xebatên Newrozê dibin. Em ê bi afîşên xwe tevlî Newrozê bibin. Ji ber xebatên berfireh me ev hefte wekî hefteya Newrozê îlan kir.
(ak)
