1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Parçeyên laşê hevjîna min di mal de ma'
'Parçeyên laşê hevjîna min di mal de ma',parçeyên,laşê,hevjîna,min,di,mal,de,ma

'Parçeyên laşê hevjîna min di mal de ma'

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Mirina dayika 8 zarokan Hediye Erden ku di topebaranê de hate qetilkirin, sînorên hovitiya operasyonên tevkujiyê destnîşan dike. Hevserê wê Mehmet Erden bi van gotinan hovitiya hêzên dewletê raxist ber çavan: "Laşê hevjîna min wesle wesle bû. Wesleyek ji laşê wê di mal de ma, me nekarî em derxin."

Li Cizîrê êrîşên tunekirinê ku ev 19 roj in didome gihişte asta wehşetê. Hêzên dewletê yên nikarin berxwedana rêveberiya cewherî ya gel bişkîne, her roj çend sivîlan qetil dike. Yek ji wan kesan jî jina bi navê Hediye Erden (50) e ku di topebaranê de hate qetilkirin e. Dayika 8 zarokan Erden, ji ber êrîşên giran bi rojan li mala xizmê xwe yê li Sikaka Evîn a Taxa Yafesê asê ma. Tevî ku hêzên dewletê dizanibû ku di malê de welatî hene, mala ku Erden lê dima hate topbarankirin. Hevserê Erden, Mehmet Erden derbarê wehşeta ku hate jiyin de axivî û got ji ber topbaranê wesleyên laşê hevjîna wî di mala ku hatiye xira kirin de mane.

'Laşê hevjîna min wesle wesle bû'

Piştî ku Erden jiyana xwe ji dest da, laşê wê ya weslebûyî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û tevî kincên xwe yên li ser ên parçebûyî, xistin darbestekî. Hevserê Hediye Erden, Mehmet Erden derbarê hovitiya hate jiyin de wiha axivî: "Hevjîna min dayika 8 zarokan e. Qetil kirin. Bi hovitî qetil kirin. Mala min bi tank û topan xira kirin, zarokên min li derve man. Laşê hevjîna min wesle wesle, wesleyek ji laşê wê di mal de ma, me nekarî em derxin. Em çi bêjin, ev komkujiyek mezin e, ev wehşet e."

Sariyildiz beriya êrîşê bi rayedaran re axivîbû

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî piştî mirina Erden dabû zanîn ku ji bo Erden û xizmên wê ji mala ku asê mane werin derxistin gelek caran bi rayedaran re axiviye lê tu bersiv nedanê.

(sy)