1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parêzer belgeyên nû pêşkeşî DMME kirin
Parêzer belgeyên nû pêşkeşî DMME kirin,parêzer,belgeyên,nû,pêşkeşî,dmme,kirin

Parêzer belgeyên nû pêşkeşî DMME kirin

Parêzerên OHD'ê Oya Aydin û Ozgur Erol piştî ku DMME'yê ji Tirkiyeyê ravekirinê xwest, dane û agahiyên nû pêşkeşî dadgehê kirin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Parêzerên OHD'ê Oya Aydin û Ozgur Erol ên ku derbarê qedexeya derketina kolanê ya li bajarên Kurdistanê de serî li DMME dabûn, piştî ku DMME'yê ji Tirkiyeyê îzahat xwest dane û agahiyên nû pêşkeşî dadgehê kirin. Di belgeyên nû de înfazên li Kurdistanê û bi dehan cenazeyên ku nayên definkirin jî hate agahdarkirin.

Piştî ku Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) serlêdanên ji bo betalkirina biryarên qedexeya derketina kolanê ya li bajarên Kurdistanê red kir û bi vê biryarê re qedexeyan rewa dît, ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Oya Aydin û Ozgur Erol serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Piştî ku DMME'yê serlêdanê pejirand û ji Tirkiyeyê jî derbarê mijarê de îzahat xwest, belgeyên nû pêşkeşî dadgehê hate kirin. Di belgeyên nû de, têkîldarî pirsên ku DMME'yê ji Tirkiyeyê kiriye, agahiyên nû hene.

'Li Kurdistanê komkujî berdewam dike'

Di serlêdanê de parêzeran diyar kir ku ji ber qedexeyan li Kurdistanê komkujî û binpêkirina mafên bingehên berdewam dike. Di serlêdanê de ev agahî cih digirin: "Tenê roja ku me serlêdan kir, kedkarê tenduristiyê Azîz Yural dema ku alikariya jineke birîndar dikir ji aliyê sekvanan ve hate kuştin. Ev bi tena serê xwe destnîşan dike ku mafê xwe gihandina xizmetên tenduristiyê di çi astê de tê astengkirin." Di serlêdanê de her wiha, bûyera înfazkirina 3 siyasetmedarên jin ên ku li Silopiyê hatin qetilkirin jî hatiye agahdarkirin. Dîsa, dane û agahiyên raporên TÎHV'ê yên derbarê kuştina sivîlan jî di serlêdanê de hatin nivîsin.

'Hemû raye di destê waliyan de ne'

Di serlêdanê de hate diyarkirin ku li gor daneyên TÎHV'ê 161 kes, li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî hejmarek zêdetir kes hatine kuştin. Parêzeran di serlêdanê de her wiha balê kişandine ser helwesta dozgeran jî û ew agahî ragihandine: "Derbarê kuştina kesan de dozger tu karî nakin, cenaze bi rojan li sikakan tê rawestandin. Otopsiyên ku têne kirin jî hem seranser in hem jî li dijî protokolên têkildarî mijarê têne kirin. Ji ber ku di vê rewşa kaosê de hemû raye di destê Walî û hêzên ewlehiyê de ne, mekanîzmaya darazê jî kar nake û derfet nemaye ku di çarçoveya xala 2'emîn a AÎHS'ê de lêpirsîneke bi bandor were kirin."

(sy)