1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Parêzerên Dîcle Giliyê Biryarê Dikin
Parêzerên Dîcle Giliyê Biryarê Dikin,parêzerên,dîcle,giliyê,biryarê,dikin

Parêzerên Dîcle Giliyê Biryarê Dikin

A+ A-

AMED - Parêzerê Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Hatîp Dîcle Fathî Gumuş, têkildarî biryara YSK'ê ya xistina parlementeriya Dîcle de diyar kir, ku biryara YSK'ê biryarek siyasî û keyfî ye û dê daxwaznameya gilîkirinê bidin YSK'ê. Gumuş, da zanîn ku ev biryar li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Parêzerê Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Hatîp Dîcle ku ji doza KCK'ê girtî ye Fathî Gumuş, têkildarî biryara YSK'ê ya xistina parlementeriya Dîcle de diyar kir ku, biryara YSK'ê biryarek siyasî ye û ew wê bi daxwaznameyekê biryarê gilî bikin. Gumuş anî ziman ku Dîcle mafê parlementeriyê qezenç kiriye û ew niha parlementer e. Gumuş, anî ziman ku ji bo YSK biryara xwe bi paşve bigire wê sibê daxwaznameya giliyê bidin YSK'ê û wiha got: "Rêya rastkirina biryarê heye. YSK dikare biryara xwe rast bike. YSK'ê beriya hilbijartine jî bi heman rengî biryar da û piştî me serî lê da biryara xwe rast kir û gav bi paşve avêt." Gumuş, anî ziman ku biryar keyfî û siyasî ye û li dijî hiqûqê ye. Gumuş, destnîşan kir ku Dîcle li gorî hiqûqê mafê parlementeriyê bi dest xistiye û wiha berdewan kir: "Li gorî usulê mafê me yê îtirazê tune. Lê ji bo YSK biryara xwe bi paşve bikşîne em dê serî li YSK'ê bidin. Ger ku vê biryara xwe rast neke em dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Ji ber ku biryar li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

'NE PÊKANE KU LI ŞÛNA DÎCLE KESEKÎ DIN BÊ HILBIJARTIN'

Gumuş, anî ziman ku hin kanalên TV'yan şiroveya ku li şûna Dîcle kesekî din bê hilbijartin dikin û wiha got: "Ne pêkan e ku li şûna Dîcle kesekî din bê hilbijartin. Ev li dijî hiqûq û zagonan e. Ji ber ku Dîcle di hilbijartina 12'ê Hezîranê de bi awayekî Fermî bi vîna gel parlementer hate hilbijartin. Niha mazbaata xwe jî girtiye û êdî parlementer e. Ev gotin ne pekan e û li dijî makeqanûnê ye."

'RIYA KU YSK BIRYARA XWE BI PAŞVE BIKŞÎNE Û RAST BIKE HEYE'

Gumuş, bi lêv kir ku riya YSK biryara xwe di ber çavan re derbas bike û ji nû ve biryarê rast bike heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "YSK'ê beriya hilbijartinê jî heman biryar dabû. Lê li ser gilî û bertekên gel YSK'ê biryara xwe ya şaş rast kir û gav bi paş ve avêt. Ev rêbaz dîsa dikare were bikaranîn. Li gorî xala 53'an ya hêjmar 5237'an kesekî ku cezayê wî hate înfazkirin dikare dîsa ji mafê cemaweriyê sûdê bigire. Ji ber vê yekê tu astengî li pêşiya parlementeriya Dîcle tune ye."