1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parêzerên Ocalan ber bi Îmraliyê re bi rê ketin
Parêzerên Ocalan ber bi Îmraliyê re bi rê ketin,parêzerên,ocalan,ber,bi,îmraliyê,re,bi,rê,ketin

Parêzerên Ocalan ber bi Îmraliyê re bi rê ketin

A+ A-

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku xwestin çarşemê biçin Girava Îmraliye û bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin, rastî astengiya 'muxalefeta hewayê" hatibûn, îro dîsa hatin Gemlîkê û ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên girêdayî Buroya Hiqûqa Asrînê Omer Guneş, Şakîr Demîr, Mizgîn Irgat û Parlementera Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê ya Wanê Aysel Tugluk, bi boneya hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serê sibê hatin navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê. Parêzerên Ocalan û Tugluk, piştî di kontrola Fermandariya Cendermeyan a Gemlîkê re derbas bûn ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.

Çarşema borî parêzer bi hinceta 'muxalefeta hewayê" hatibûn astengkirin. DÎHA (mae)