1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Payîzokên Botanê bûn album
Payîzokên Botanê bûn album,payîzokên,botanê,bûn,album

Payîzokên Botanê bûn album

Hunermendê NÇM'a Mêrsînê Bedran Adar li ser xweseriya herêma Botanê albuma ku ji klamên "Payzok"û "Terezin" pêk tê ji Kom Muzikê çap kir

A+ A-

FERHAT ARSLAN Hunermendê NÇM'a Mêrsînê Bedran Adar li ser xweseriya herêma Botanê albuma ku ji klamên "Payzok"û "Terezin" pêk tê ji Kom Muzikê çap kir

Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Mêrsînê Bedran Adar, albuma ji klamên "Payzok" û "Terezînê" pêk tê çap kir. Adar, piştî xebatên xwe yên 20 salan, li ser herêma Botanê lêkolîn kir û albuma ku ji 10 stranan pêk tê bi hunerhezan re parve kir. Albuma hunermend Adar ji Kom Muzikê hate çapkirin. Album ji klamên maqamê Terezin û Payzokê pêk tê. Adar, anî ziman ku 20 salin bi muzîka kurdî mijûl dibe û wiha got: "Ez ji sala 1991'an heta niha bi muzikîka kurdî mijûl dibim. Adar, da zanîn ku di sala 1992'an de di nava NÇM'ê de cih girt û di sala di sala 1996'an de li Mêrsînê NÇM vekir. Min li ser xweseriya herema Botanê lêkolîn kir û album amade kir. Bi cotlêdanê min tarza Terezin û payzok amade kir."

Adar, bilêv kir terza Peyzok û Terezinê aydî xweseriya herêma Botanê ye û dixwazin vê çandê ji nûve zindî bike û destûr nede ku bê ji bîr kirin. Adar, da zanîn ku piştî li lûtkeyên çiyayên bilind berf dihile û kaniyên avê didin dedr jêre dibêjin 'Terezin'. Adar, bilêv kir ku 2 kesên li du aliyên gelî, çiya û rûbaran ji bo hev fam bikin bi rêbaza Peyzokê agahiyê didin hev.

(mae)


Bêjeyên Miftehî