1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'PDK naxwaze di postê Serokatiya Herêma Kurdistanê de guhertin çêbike'
'PDK naxwaze di postê Serokatiya Herêma Kurdistanê de guhertin çêbike',pdk,naxwaze,di,postê,serokatiya,herêma,kurdistanê,de,guhertin,çêbike

'PDK naxwaze di postê Serokatiya Herêma Kurdistanê de guhertin çêbike'

Rojnameger û çalakvanên navçeya Çemçemal diyar kirin ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwaze krîzên heyîn çareser bibin û PDK weke berpirsê vê yekê yekem nîşan dan. Aso Mihemed Şiwanî got; "PDK naxwaze di postê Serokatiya Herêma Kurdistanê de guhertin çêbike."

A+ A-

ROJNEWS/ AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

Li Herêma Kurdistanê krîza li ser guhertina Serokê Herêma Kurdistanê zêdetirê salekê ye dewam dike. Li rex vê yekê jî heya niha çendîn hewldanên ji bo çareseriya krîzên heyîn û hatina aliyên siyasî ya gel hev hatibin kirin jî bê encam mane. Der barê krîzên heyîn û çareseriya wan de çalakvan Aso Mihemed Şiwanî û rojnameger Hejar Baban yên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku ji bo xelkê ya giring derketina ji vê krîzê ye.

Çalakvanê civaka sivîl Aso Mihemed Şiwanî li ser mijarê wiha axivî; "Ji bo xelkê tişta giring çewan wê ji vê krîzê derbas bibine. Mixabin Mesûd Barzanî çend caran têkildarî çareseriyê peyam dane, lê nekariye vê peyamê bêxe di meriyetê de. PDK naxwaze dest ji postê Serokatiya Herêma Kurdistanê berde. Ji bo wê jî civînên dawiyê bê encam man. Gel jî ji civînan razî nîne."

Aso Mihemed Şiwanî got; "Çareserkirina pirsgirêkan dinavbera PDK, YNK û Goran de ye. Ji bo wê jî serdana partiyên ti endamên wan li parlamentoyê neyîn, tenê ji bo demderbaskirinê ye. Ger bixwazin dikarin bi civînek an bi du civînan bigehin çareseriyekê. Belê li gorî min naxwazin vê rewşê çareser bikin."

Rojnameger Hejar Baban jî li ser heman mijarê wiha got; "Guhertina ji bo her sê postên Serokatiya Herêm, hikûmet û parlamentoyê tenê dinava her pênc partiyan de dikare were kirin. Ew dikarin di sîstema desthilatdariya vî welatî de guhertin çêbikin. Barzanî çend caran di peyamên xwe de ev aniye ziman. Ji xwe li gorî yasayê jî dema serokatiya wî xelas bûye, lê hîna jî ev dewrî kesê nekiriye. Ji bo wê jî peyama ku vê carê dayî, ti hêviyek ji bo xelkê çênekir."

Herî dawî Hejar Baban axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Êdî ev welate sebra lîstoki bi vî xelkî kirinê nemaye. Ji ber rewş êdî gihaye ber hilweşînê. Ji bo wê ger PDK di çareseriyê de cidî nebe, wê destkeftiyên heyîn ji dest biçin û berpirsê vê yê serekî jî PDK bi xwe ye."

(sk)